'Qeyûm darbeyek li vîna gel e'
- 15:34 22 Mijdar 2024
- Rojane
ELIH - Hevseroka Şaxa Karsaziya Giştî Narîn Erol di daxuyaniya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûman de axivî û diyar kir ku qeyûm qanûnên herî bingehîn binpê kiriye û wiha got: “Qeyûm darbeyek li vîna gel e."
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, li dijî desteserkirina îradeya gel a bi tayînkirina qeyûman, li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Giştî ya Şaxa Genel-Îş a Tirkiyeyê Narîn Erol di daxuyaniya ku pankarta "Hêza Kedkaran Dê Bêdadiyê têk bibe, edalet wê bi ser bikeve" hat vekirin de axivî.
'Qeyûm darbeyek li vîna gel e'
Narîn Erol destnîşan kir ku mafê tu kesî tune darbeyê li baweriya welatiyan a bi demokrasî û hilbijartinê bixe, kedkaran ji ??kar dûr bixe û got:" Şertê bingehîn ê hebûna demokrasiyê rêzgirtina li îradeya gel e. Weke hêzên ked û demokrasiyê; Em vê zîhniyeta zordar, ferzker, otorîter, dij gel û kedkar, ne tenê di şaredariyan de, di her aliyê jiyanê de tê dîtin, baş dizanin. Kiryarên rejîma qeyûmê ku hewl da darbeyê li têkoşîna ked û jiyanê ya kedkaran bixe, bêyî ti qanûnekê ne tenê kedkaran, tevahiya jiyanê kire hedef. Rewşa xirab a ku ji tayînkirina qeyûman derdikeve holê ku me gelek caran jiyaye, eşkere ye."
Peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn
Herî dawî Narîn Erol diyar kir ku ew ê li dijî hemû pêkanînên dijhiqûqî têkoşîna xwe mezin bikin û got, “Hevalên hêja, em ji vir careke din bang dikin. Em baş dizanin ku dixwazin li dijî kedkar û kedkarên ku xizmeta gel dikin hêmaneke zextê çêbikin û sendîka û endamên me bitirsînin. Em bang li hemû raya giştî dikin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî qetlîamên karkeran ên li şaredariyan pêk tên, li cem kedkar û kedkaran bin û hestiyar bin. Em ji raya giştî radigihînin ku em ê li dijî hemû pêkanînên dijhiqûqî têkoşînê mezin bikin."