Çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin
- 15:36 22 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên bi minasebeta 25'ê Mijdarê tên lidarxistin didomin û di çalakiyan de jinan biryarbûna xwe ya têkoşînê anîn ziman û gotin dê bi rêxistinî li ber xwe bidin.
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê çalakiyên curbicur tên lidarxistin. Di çalakiyan de jinan bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan a li dijî tundiya li hemberî jinan.
Amed
Li Bismilê perwerde
Kampanyaya "Soza me neqediya. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê ve bi boneya 25'ê Mijdarê li Amedê hatiye destpêkirin, dewam dike. Şaredariya Bismilê û GABB (Komeleya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê) bi hev re li ser wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê perwerde dan xebatkarên şaredariyê.
Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên şaredariyê beşdarî perwerdeya li Salona Konferansê ya Şaredariya Bismilê bûn. Di dewreya perwerdeyê ya bi rojekê de li ser wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê perwerde hate dayîn.
Wan
Girtiyên jin re kart hatin şandin
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji jinên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Wanê re kartên piştevaniyê şandin.
Gelek jin li avahiya DEM Partî ya Wanê li hev civiyan û kartan amadekirin. Piştî ku kart hatin amadekirin, jin bi qîrîna dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji avahiya DEM Partî heta li avahiya PTT'ê meşiyan.
Kartên amadekirî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ji jinên girtî re hatin şandin.
Colemêrg
Şaredariya Geverê ya Colemergê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de semînerek li ser têkoşîna li dijî tundiyê li dar xist. Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul, Şoreş Dirî, endamên meclîsa jinan a şaredariyê, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiya li salona konferansê ya avahiya şaredariyê bûn. Di semînerê de derûnnas Şacan Canan Çapraz û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Şaxa Colemêrgê Cevahîr Agralî der barê mijarê de agahî dan.
Piştî axaftinan slaytek hat nîşandan û semîner hat bidawîkirin.
Stenbol
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Stenbolê, Seroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Ofîsê (BES) Zeynep Kişlak Yildirim, Sekreterê Perwerde û Teşkîlatê Polat Guven li Navenda Ewlehiya Civakî ya Beyogluyê (SGM) kom bûn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di xebatên ku bi minasebeta 25'e Mijdarê de dihat kirin de ji hêla xebatkarê bi navê S.T. ve hatin tehdîtkirin. Di daxuyaniyê de tehdîta hat kirin hat xermezarkirin û di daxuyaniyê de pankarta "Em tesl3imê taritiyê nabin, Têkoşîna sendîkal nayê astengkirin" hat vekirin. Di daxuyaniyê de her cûre êrişên li hemberî jinan hat şermezarkirin.