Koferansa Mezin a Partiya Çep a Kesk: Tecrîd di şer de israrkirin e
- 11:05 10 Îlon 2023
- Ramyarî
ENQERE - Di Konferansa Mezin Partiya Çep a Kesk de Hevberdevkan axaftina vekirinê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku sedema kirîzên cur be cûr teecrîd e û hat diyarkirin ku tecrîd di şer de irarkirin e.
Partiya Çep a Kesk li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet bi dirûşma “Rexistin Azadî ye” konferansa xwe ya mezin li dar dixe. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê 800 delege tevli konferansê bûn. Di konferansê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” konferansa ku du rojan dê bidome pêşniyarên gel ên di civînan de hatine kirin dê bên niqaşkirin.
Konferans, bi hilbijartina dîwanê û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin di konferansê de axivîn.
Îbrahîm Akin, di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên girtî silav kir û wiha got: “Em ê bi saya wan rêhevalên xwe nexşerêyeke xurt derxînin. Tirkiye di pêvajoye krîtîk re derbas dibe. Lewma ev konferans girîng e. Li Tirkiyeyê gelek krîz hene. Krîza aborî, perwerdeya nîjadperest-mezhebperest, polîtîkayên cihêkar ên zayendî û tunekirina ekolojiyê çendek ji pirsgirêkên me yên civakî ne. Ev pirsgirêk bi destê îktîdara AKP-MHP’ê hatin afirandin.
Neçareserî tê ferzkirin
Sedema bingehîn a krîzên li welêt, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Pêvajoya ji sala 2014’an heta niha di esasê xwe de rastiyeke ku em tevek di nav de vedibêje. Di sala 2013’an de ‘pêvajoya aştiyê’ hatibû destpêkirin. Lê Erdogan di sala 2014’an de Mutebeqeta Dolmabahçeyê ku AKP’ê îmze kiribû red kir û pêvajo xera kir. Bedela van krîzan jî gelên Tirkiyeyê didin.
Doza Kobanê
Bi Doza Kobanê ne tenê hevalên me yên bi roleke çalak rabûn didarizînin, di heman demê têkoşîna aştiyê ya gelê me, bedenên ciwanên me yên rastî tundiyê hatin e. Birîna bêderman a dayikên me, pêşeroja zarokên me ye. Ev jî encama siyaseta înkar û tunekirinê ya sedsalî ye. Lewma ev pêvajo, pêvajoya darizandina me tevan e.
Tecrîda li Îmraliyê
Mijara tecrîdê divê ne weke sepaneke li dijî şexsekî tenê were famkirin. Em li vir bang li her kesî dikin; mesele bi polîtîkaya tecrîdê ya li dijî derdorekê dest pê kir lê niha tevahiya Tirkiyeyê bi sepanên dijdemokratîk, derhiqûqî û li dijî mafên mirovan rû bi rû ye. Lewma heke em di rojên pêş de bixwazin xwe ji vê îktîdarê xelas bikin, divê muxalefet jî li gorî vê rastiyê siyasetê bike.
Rêya Sêyemîn
Di pêvajoya pêş de yek ji pirsgirêkên herî girîng, çîroka bloka li dijî îktîdarê ye. Siyaseta du qutb a li vî welatî me dintengijîne. Em jî dibêjin; olperest, nîjadperest, rejîma otorîter a li dora rejîma faşîst a qesrê kom bûyî ne tenê rejîmek e lê di heman demê de bûye dewlet bi xwe. Heke hûn li dijî wê têbikoşin, divê hûn hêviyekî bidin gel û vebijêrkên cuda biafirînin. Vebijêrka me jî Rêya Sêyemîn e. Hemû bindestên vî welatî dê bi saya vê vebijêrkê pêşeroja xwe ava bikin.
Rêveberiyên herêmî
Weke ku hûn jî dizanin, vê îktîdarê piştî hilbijartinê starta hilbijartinên rêveberiyên herêmî da. Ev 7 sal in em li Tirkiyeyê bi qeyûman re rû bi rû ne. Li dijî rejîma qesrê ya ku îradeya 15 milyonan xesp dike, em ê tevî gelê xwe vê rejîma qeyûm ji holê rakin. Em ê li hemberî vê siyaseta tesfiye û tecrîdê, bi awayekî herî xurt û birêxistinkirî bisekinin û teqez bi ser kevin.
Em ê bi ser kevin
Weke hûn jî dizanin ev 4 meh in me pêvajoya xwerexnekirinê daye destpêkirin. Me nîqaşên xwe eşkere û zelal kirin. Me bi navçe û bajarên xwe û bi gel re civîn li dar xistin. Zêdetirî 30 hezar kes tev li civînên bi gel re bûn. Me rapor amade kirin û ji bo amadekirina nexşerêya pêşerojê, me komxebat li dar xistin. Di vê çarçoveyê de em ê di vê konferansê de biryaran bidin. Dê ev biryarên me di kongreya me de biencam bibin. Lewma ev biryar girîng in. Bila em paşerojê nîqaş bikin lê divê em li pêşiya xwe jî binerin.”
'Pusula Paradîgmaya HDP'ê ye'
Piştre jî Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdemê, di destpêka axaftina xwe de bi zaravayê kurdî dimilî axivî û got; “Em dibêjin gelî jinan, zilaman û kedkaran rabin ser pêyan. Em dizanin ku ro piştî tariyê hil tê. Rêya me vekirî be.”
Bi domdarî Çîgdemê wiha got: “Em li ser tecrûbe, destkeftî û cewhera paradîgmaya HDP’ê bi hev re ne. Spasiyên xwe pêşkeşî hemî kesên baweriya xwe bi HDP’ê anîn, hêz û ked dane dikim. HDP, ji roja hatiya avakirin heta niha hemû kodên netewe dewletê xera kir. AKP’ê nekarî paradîgmaya HDP’ê têk bibe. Pisûlaya partiya me jî paradîgmaya HDP’ê ye.
Gel bê nefes hiştine
Em ketin sedsalek nû û îqtîdara AKP-MHP’ê pesnê sedsala nû didin. Em bibiryar in ku vê sedsalê bikin sedsala guhertin û sedsala gelan. AKP’ê piştî hilbijartinê got; ‘em ê li polîtîkayên rasyonel vegerin.’ Li xwe mikûr tên ku tiştên heta niha kirine rasyonel nebûn. Sedema karesatan, tifaqên wê bû. Di mijareke din de jî li xwe mikûr tê; derdorên kapîtalîst weke qibleya xwe nîşanî me da. Ev rewş jî weke zem ji berîka gel derdikeve. Siyaseteke aboriyê ya bêhnê li gel diçikîne dimeşînin. Divê em di vê konferansê de herî zêde li ser aboriya şer a AKP’ê biaxivin ku wê li ser pêyan digire. Divê em tevî hemû derdorên din vê aboriya şer a AKP’ê teşhîr bikin û bikin ku ev aborî veguhere aboriya aştiyê. Ev hêza me heye.
Destkeftiyên jinan kirine hedef
Ev eywan, dê bingeha aboriyeke adilane, wekhev û demokrasîk bi hev ra ava bike. Wezîrê Dadê got ku dê mafê me yê nefeqeyê ji destê me bistîne. Her wiha bi komeqanûnekê re kujerên jinan, tacîzkar û tecawizkar tên berdan. Di nava 2 mehên dawî de 110 hezar kes hatine berdan. Her wiha bi projeya ÇEDES’ê şêwirmendên manewî dişînin dibistanan. Ev mijar dê di konnferansa me de bên nîqaşkirin.
Cenaze tên îşkencekirin
Li hemberî me aqilekî dewletê heye ku pirsgirêka herî girîng anku pirsgirêka kurd jinedîtî ve tê. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke înkar û tunekirinê ye. Ji bo ku em bibînin bê ka di vê mijarê de ketine qonaxeke çawa, em li tiştên di nava 10 rojan de qewimînin binêrin. Cenazeyên zarokên gelê me di qutiyan de radestî malbatên wan kirin. Îktîdara AKP-MHP’ê şerekî qirkirinê yê bêexlaq dimeşîne. Cilên şewitî yên Dayika Taybet, Heznî Înan di nava poşetekî de radestî malbata wê kirin. Divê mijarên me yên esasî ev bin. Heta ku ev neyê şikandin em nikarin xwe bigihînin hedefên gelê kurd û gelên Tirkiyeyê.
Vî gelî tucarî serî netewandiye
Em li vir bangî berpirsyar û îktîdarê dikin; ew gor dîroka gelê kurd in, ew gor dîroka me ne. Di poşetê ji malbata Înan re hatine şandin du tişt derketin; yek ji wan wehşet û qirkirina dewletê, ya din jî berxwedana gelê kurd. Vî gelî tu caran serî netewand û dê netewîne. Vîzyona AKP’ê ya sedsala nû girtîgeh in. Li girtîgehan îşkence, mirin û dîlgirtiyên siyasî hene. Li girtîgehê rejîma mirinê di meriyetê de ye. Li ku derê muxalîfek, jin, kedkar, rojnameger û siyasetmedarekî li dijî AKP’ê diaxive hebe niha di girtîgehê de ne. Di sala 2022’yan de 81 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan û 561 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê jiyana xwe ji dest da rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dabû. Dema malbata wî li nexweşxaneyê pê re hevdîtin kirî, dît ku di jêrzemîna nexweşxaneyê û di nava şertên nebaş de tê ragirtin û bêyî xatirê ji malbata xwe bixwaze wefat kir.
Girtiyên nexweş
Hefteyek piştre jî Erdogan bêyî xwe li benda biryara ATK’ê bigire, ji faîlên Komkujiya Madimakê Hayrettîn Gul efû kir. Bi vê efûkirinê re serokkomar peyamekî dide; dibêje ku ev doza qediyaye û ketiye ber demborînê. Bi dehan sererastkirinên înfazê hatin kirin lê girtiyên siyasî bi tu awayî nekarî jê sûd bigirin. Înfaza 300 girtiyên siyasî bi hincetên vala hatin şewitandin. Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan. Hevalên me yên jin ên li Girtîgeha Panosê ji hêla gardiyanên mêr ve hatin îşkencekirin û avêtin hucreyê. Rêbaza hîzbîkontrayê anku bi girêka beraz hatin girêdan.
Êrîşên li dijî Rojava
Wezîrê Karên Derve yê AKP’ê ku pirsgirêka kurd kûr dike, hewl dide ji bo domandina şerê li Rojhilata Navîn jî şirîkan peyda bike. Ji sala 2015’an heta niha ev îktîdar ji bo dijminatiya li kurdan di nava lêgerîna tifaqan de ye. Jixwe hemû cîhan bû qewimînên li Dêrazorê. Li wir provakasyonek hate kirin. Dewlet di nava krîzekê de ye û ji bo veşêre jî hewl dide pirsgirêka kurd kûr bike û destkeftiyên wê tune bike. Di nava du hefteyan de çûn seferên Îran, Iraq, Rûsya, welatên Kendavê û li dijî destkeftiyên gelê kurd biryar dan girtin. Hemû cîhan provakasyona li Dêrazorê temaşe dike. Çeteyên DAIŞ’ê weke eşîrên ereban nîşan didin. Tişta li Dêrazorê diqewime, Kobanê ya duyemîn e. Yên ku wê rojê li benda ketina Kobanê, faîlên aloziya li Dêrazorê ne. Li Kobanê û Rojava jiyaneke hevpar a mînak heye. Niha êrişî jiyana hevpar û hevgirtina gelên kurd-ereb ên li Dêrazorê dikin. Me berxwedana Kobanê çawa parastibe dê têkoşîna hevpar a gelên kurd û ereb jî biparêzin.
Pirsgirêka kurd
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka ‘ewlehiyê’ nîne. Pirsgirêka kurd, pirsgirêka demokrasî, azadî û statûyê ye. Aqilê ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsyartiyê li xwe nagire, me bi girtîgeh û dadgehan re rû bi rû dihêle. Hemû kes dizane ku girtekên dadgehên vî welatî bi dosyayên parastinê yên têkoşîna gelê kurd ve tije ne. Heke li wan dosyayan jî binêrin, dê bibînin ku gelê kurd ji têkoşîna xwe venagere û dê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve.
Tecrîd înkar e
Di pirsgirêka kurd de cihê ku polîtîkaya înkar û tunekirinê lê herî zêde kûr, tecrîd e. Ji ber ku di pirsgirêka kurd de tecrîd, înkar e. Ji ber vê înkarê jî li çar aliyan şer didome. Heta anîn astekî wisa ku axaftina li ser tecrîdê jî tecrîd kirin. Yên êrişî me dikin ew kes in ku çand, ziman û dîroka gelê kurd nas nakin. Lê çiqas êriş jî bikin em ê bibêjin tecrîd heye û ji bo rakirina wê dê têbikoşin.
Pirsgirêk tenê ne ya Kurda ye
Tecrîda li Îmraliyê tenê pirsgirêka kurdan nîne. Li tevahiya welêt belav bûye. Qedere gelê kurd ku dixwaze azad û wekhev bijî û ya gelên Tirkiyeyê bêhtir girêdayî hev bûye. Lewma divê em li dijî tecrîdê jî bi hev re têbikoşin. Em nikarin bibêjin rizîbûna li vî welatî ji rejîma tecrîdê cuda binirxînin. Divê em vê rastiyê vebêjin. Divê em gelên xwe di mijara tecrîdê, şer û aştiyê de baş serbigihînin. Tecrîd, qirkirina hiqûqê ye. AKP’ê tu sînor nehiştin û dixwazin em serî li ber pergaleke edalet û hiqûq nehiştî bitewînin. Binçavkirina Dayikên Şemiyê û destûrnedayîna kombûna çar kesan, eleqeya xwe bi tecrîdê re heye. Lewma tecrîd pirsgirêka Tirkiyeyê ye û divê em bi hev re li dijî wê têbikoşin.
Me kêmasiyên xwe dîtin
Me piştî hilbijartinê civîn lidarxistin. Rexneyên wêrek hatin kirin. Ev yek nîşan dide ku rêhevalên me û gelê me xwedî li paradîgmayê derketiye. Me kêmasiyên xwe dîtin. Em ê îro li vê derê wan nîqaş şênber bikin û bikin biryar. Me nêrînên hevserokên xwe yên berê û hevalên di girtîgehan de jî girtin. Ez hemû hevalên di girtîgehan de û li sirgûnan silav dikim. Lihevkirina demokratîk, siyaseteke azad û hiqûqa gerdûnî rêgezên me yên sereke ne. Divê li cihê dewlet êrişî me dike em li wê derê têkoşîna xwe hîn xurtir bikin.”
Konferans, bi nîqaşên delegeyan ên têkildarî serdema nû re dewam kir.