Jinên HDP'yî û Partiya Çep a Kesk hatin gel hev
- 14:38 25 Tebax 2023
- Ramyarî
MÊRSÎN - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Perîhan Koca di Konferansa Jinan a Bajar de axivî û bal kişand ser têkoşîna hevpar a di pêvajoya jinûveavakirinê de.
Meclisa Jinan a Bajar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê di çarçoveya pêvajoya jinûveavakirinê de konferansa jinan a bajar li dar xistin. Konferans, li Navenda Çandê ya Sanatoliayê hat lidaxistin û pankarta bi kurdî û tirkî ya “Em xwe bi serhildana xwe birêxistin dikin, azadiya xwe diparêzin” hatin daliqandin. Nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên bajar jî tevli konferansê bûn. Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştre jî Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kuş axivî û bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya jinûveavakirinê de.
Girîngiya têkoşîna hevpar
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrsînê Perîhan Koca jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a di pêvajoya jinûveavakirinê de û ev tişt anî ziman: “Em ê nexşerêya serdema nû li vir xêz bikin. Jin, karker û kedkar têk neçûne. Hêj jî li kolana ne. Jinên kurd, femînîst û karker serî hil didin. Em kengî qala têkoşîna hevpar bikin, wê demê em ê li ser çareseriyê biaxivin. Em tevek jî ji navenda giştî parçeyeke pirsgirêkên herêmî ne û xwedî wê hêzê ne ku van pirsgirêkan çareser bikin. Hewcehiya me bi nexşerêyeke ku navendê ji herêman ve xurt bikin. Li Mêrsînê hewcehî bi têkoşîna li dijî tundiya ser jinê û bikaranîna hişbirê heye. Yek ji bajarên ku potansiyela wê ji bo têkoşînê herî zêde heyî Mêrsîn e. Pêdivî bi mezinkirina têkoşîna hevpar heye. Divê em tevek jî xwe parçeyeke pêşniyarên çareseriyên ji bo Mêrsînê bibînin.”