Berxwedana li Îmraliyê û Rojava Lozan bê wate kirin!

  • 09:10 21 Tebax 2023
  • Ramyarî
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka berê ya KCDK-E Fatoş Goksûngûr konferansa li Lozanê pêk hat û biryarên hatin girtin nirxand, diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd, berxwedana Îmraliyê û Şoreşa Rojav Peymana Lozanê bêwate kirine û got, "Ji Niha pêvajoya fermîkirina vê têkoşînê li gel statuya kurdan hatiye destpêkirin."
 
Bi temambûna 100 salên Peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hat îmzekirin, gelek nîqaş tên kirin û konferans, komxebat û panel tên lidarxistin. Di çarçoveya van nîqaşan de, di navbera 22-23’ê Tîrmeha 2023’an de li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi beşdariya partî û rêxistinên Kurdistanî, gelek akademîsyen, parêzer, rewşenbîr, nûnerên pêkhateyên olî û etnîkî û jinan konferansek hate lidarxistin. Encamên Peymana Lozanê  ya  ku 100 sal berê hat îmzekirin û gelê Kurd û mafên wî înkar kir, hatin niqaşkirin. Di konferansa ku rewşa herêmî û navneteweyî hat nirxandin de, bal hat kişandin ser erk û berpirsyariyan. Hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo mafên gelê Kurdistanê rewa ye.
 
Hevseroka berê ya KCDK-E û endama Komîteya Lozanê Fatoş Goksungur nîqaşên konferansê û danezana encamnameyê nirxand û anî ziman ku ji bo pêkanîna deklerasyonê di dema pêş de dê çi bikin vegot.
 
“Bi taybetî ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku tevlîbûneke xurt hebû; Bi awayekî fermî 600 delege yek bi yek hatin vexwendin, lê eleqe ewqas zêde bû ku ji bilî delegeyên vexwendî, 100 sal şûnde çalakiyeke wiha mezin a Kurdan ji ber ruhê hevpar ê yekitiya neteweyî heyecaneke mezin çêkir ku tevlîbûn zêde bû. Her kesî dixwest li wir bin.”
 
* Di 100'emîn salvegera Lozanê de gelek daxuyanî û çalakî hatin lidarxistin. Konferansa mezin li Lozanê hat lidarxistin. Ev konferans çawa derbas bû? Tevlîbûn çawa bû?
 
Di dema ku Lozan amaekariyên sala 100'emîn dikirin de, di sala 2019’an de bi komîteyên me yên ku li Swîsreyê bi giştî hatine avakirin û di nav de KCDK-E û KNK’ê yên Ewropayê jî hene, xebateke xurt dest pê kir. Beriya çalakiyên Konferansa Lozanê ya 2023’an, di sala 2022’an de, kurdan cara yekem bi heyetên ji çar parçeyên Kurdistanê re, li salona konferansa dîrokî ya Lozanê hatin gel hev. Ew girîng bû. Paşê ji Sibata 2023'an pê ve bi beşdariya dostên Ewropî rêze panel, çalakiyên çandî, semîner û bi taybetî pêşangeheke wêneyan li ser taxrîbatên ku Lozana di 100 salî de bi xwe re anîne hat pêşandan. Di vê pêvajoyê de ji bilî gazindên ku ji ber Peymana Lozanê li Kurdistanê derketin holê, di vê pêvajoyê de eşkerekirina belgeyên dîrokî jî girîng bû û bala herkesî kişand ser xwe. Di tîrmeha borî de hem meşa navendî hat lidarxistin û hem jî konferansek ku 2 rojan li pey hev dom kir bi dirûşmeya "Kurd ber bi Lozanê ve dimeşin" bi beşdariya zêdeyî 20 hezar kesî hat lidarxistin. Girîngiya vê konferansê ev bû; Ji xeynî PDK’ê, ji çar parçeyên Kurdistanê beşdariyeke girîng pêk hat. Ji ber ku em zanin PDK li gel ku beşdarî nîqaşên yekitiya neteweyî ku salan didomin nebûye, em hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re dizanin.  Di 100'emîn salvegera Lozanê de PDK bi vî rengî tevgeriya. Yanî li şûna Konferansa Lozanê ya ku kurd jî beşdarî wê bûn, PDK'ê dan konferansê û çalakiyan sabûte bike. Lê bi ser neketin.
 
Konferansek du rojan bû, lê amadekariyên wê yên pêşîn jî hebûn. Bi taybetî ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku tevlêbûneke xurt hebû; Bi awayekî fermî 600 delege yek bi yek hatibûn vexwendin, lê eleqe ewçend zêde bû ku ji xeynî delegeyên vexwendî, sedsalek şûnda çalakiyeke wiha mezin a Kurdan a ku ji ruhê hevpar ê yekitiya neteweyî derketî, ewqas heyecan çêkir ku beşdarbûna van heytan zêdetir kir. Her kesî dixwest li wir be. Ji ber ku weke civîneke dîrokî hate binavkirin. Bi taybetî jî beşdariya ji Başûrê Kurdistan gelekî zêde bû. Divê mirov bala xwe bidin vê yekê. Çima li wir, erê ji çar parçeyan heyet hebûn, lê me beşdarbûna bilind a Başur wiha şîrove kir; Ev jî ji ber bertekên li hemberî PDK’ê bû. Ji bilî PDK'ê hema bêje hemû partî, sazî û kesayet ji bo li wir bin seferber bûn. Ne tenê yên ku hatibûn vexwendin, yên ku dixwestin beşdar bibin jî bi xurtî hatin. Berovajî partîbûyînê bi rûhê Kurdistanê li dijî parçekirina Kurdistanê bi Lozanê re her kes bibû yek.  Ji ber wê bû ku tevlibûna ji Başûr ewqasî xurt bû.
 
Gotûbêj li ser wê xalê hat kirin ku ger yekitiya neteweyî pêk neyê, hêviyên hêzên ku sed sal berê Kurdistan parçe kirine, wê sed sal şûnde jî bên zindîkirin. Yek ji biryarên hatin girtin jî têkoşîna ji bo pêkanîna jiyana hevpar a azad a civakî li çar parçeyên Kurdistanê bû.”
 
*Piştî konferansê encamnayeke hat parvekirin û xalên di vê encamnameyê de gelek girîng bûn. Di konfransê de kîjan niqaş û dîmen derketin pêş?
 
Di tevahiya konferansê de ruhê yekîtiya neteweyî bû bingehê hemû nîqaşan. Ew bû ku li çar parçeyên Kurdistanê yekitiya neteweyî pêk were û yê ku asteng bike bila ji holê bê rakirin. Hat diyarkirin ku divê Kurdistaniyên li çar parçeyan dijîn li ser zemîna civakî bi vî ruhî bên gihandin û divê ev yekitî di nav partiyan de jî bê kirin. Li ser xala ku yekitiya neteweyî pêk neyê, azweriya hêzên ku sed sal berê Kurdistan parçe kirine, wê sed sal şûnde jî bidome, niqaş hatin kirin. Tişta bingehîn ev bû. Her wiha girîng bû ku  hejmara delegeyên jin zêde bû û vê bala her kesî kişand. Yek ji aliyên herî girîng ên vê konferansê di warê pirsgirêkên jinan ên bi  Lozana sedsalî re ku hatin afrandin, nekarbûne ruhê têkoşîna hevpar li 4 parçeyên Kurdistanê têk bibin. Di dema ku hêzên kolonyalîst ên navneteweyî parçebûna Kurdistanê ferz dikirin, ne tenê di warê guhdarîkirinê de, di nîqaşan de jî, bi bêdengkirina jinê armanc kirin ku civaka Kurd bindest bikin û di vê demê de têkoşîna jinê ya di vê pêvajoyê de jî tê meşandin. pir girîng e û jinên Kurd bi dirûşma "Jin jiyan azadî" felsefeya jiyanê ava kirin.Nîşan da ku zîhniyeta ku Lozan û Kurdistanê parçe kiriye, hem li Rojhilat, hem li Rojava, hem li Başur û hem jî li Bakur bi têkoşîna jinê veguheriye ruhekî hevpar. Yek ji biryarên hatin girtin jî têkoşîna ji bo pêkanîna hevjiyana azad a li çar parçeyên Kurdistanê bû. Di konferansê de nîqaşên tund hatin kirin, wêneyên rengîn jî hebûn. Gelê Kurdistanê yê ku sed sal in hewl didin asîmîle bikin li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe da, bi parastina rengê xwe li wê bû.
 
“Bi Tevgera Azadiya Kurd re polîtîkaya îmha û qirkirinê ya sed salî ji bo demekê ji holê hat rakirin. Bi vê têkoşînê wêrankirin bêwate dibe. Li ser esasê avakirina dîplomasiyeke hevpar a Kurdan a li dijî dewleta Tirk a kolonyalîst û hêzên emperyalîst ên ku tevî Kurdan biryar girtin û di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bi dewletên ku tevlî vê pêvajoyê bûne re danûstandin kirin.”
 
* Em bidomînin, di deklerasyonê de gotarek bi navê "Damezrandina Rêxistina Hevpar a Neteweyî ya Kurdistanî ku dê di asta navneteweyî de xebatên dîplomasiyê bimeşîne" hebû. Çima ev pêdivî ye, dê çi bike armanc, hûn dikarin hinekî bahs bikin?
 
Tevî Kurdan beriya sed salan, di pêvajoyeke ku 22 welat bûne alîgirê vê peymanê de, biryara mirina Kurdan hat îmzekirin, bi taybetî jî dewleta Tirk ku guh neda vîna Kurdan û got ku ew li ser navê Kurdan li wir in. Vê kir ku Kurd di polîtîkayên qirkirinê re derbas bibin. Îradeya kurdan tune bû. Ne tenê Kurd, netew û olên din ên li Kurdistanê dijîn jî xwedî îrade ne. Piştî zihniyeteke ku Kurdan weke îrade nabîne, bi Tevgera Azadiya Kurd a heyî ya ku ev 50 sal in bi taybetî li Kurdistanê têdikoşe, polîtîkaya îmha û qirkirinê ya sedsalê di xalekê de ji holê hat rakirin. Bi vê têkoşînê wêrankirin bêwate dibe. Ev têkoşîn di çar parçeyan de tê meşandin ku Kurd jî neteweyek e û divê bibe xwedî statu. Tam di vê nuqteyê de bi meşandina dîplomasiya hevpar a ku di danezana dawî de hat gotin, kurdan li dijî dewleta Tirk a kolonyalîst û hêzên emperyalîst ku sed sal berê îradeya wî ji nedîtî ve hat û tevî kurdan ev biryar hat girtin, dîplomasiyeke hevpar ava kirin. Ev di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bû û danûstandinên bi dewletên ku di vê pêvajoyê de cih digirin esas hat girtin. Ev tê wateya: “We sed sal berê guh neda me, lê em hîn jî wek Kurd li ber xwe didin. Daxwazên me hene. Li gel me êdî hûn nikarin li ser navê me siyasetê bikin.” Ji bo vê jî em ê nûnerên xwe hilbijêrin û nûnertiya xwe ava bikin. Ger mîsyoneke Neteweyên Yekbûyî hebe, divê nûnerên ku me hilbijartine  jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bên qebûlkirin. Di vê nuqteyê de divê di bin sîwana NY'ê de bi dewletên ku Kurdistan parçe kirine re muzakere bên destpêkirin. Em dikarin vê wek kurteya hemûyan bibêjin.
 
"Îro ji pêşnûme biryarên vê konferansê ya herî girîng rakirina gazindên van partiyan e. Pêşnûmeya biryarê bi zimanekî dîplomatîk hat nivîsandin. Lê ya bingehîn ew e ku divê ev dewlet lêborîna xwe ji kurdan bixwazin. Şerme ku ev dewlet sed sal berê hatine vê lîstika dewleta Tirk an jî li ser vê axê ku ji ber konjonktura wê demê Kurdistan ji bo berjewendiyên xwe parçe kirine û bûne alî."
 
*Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Ji xeynî Komara Tirkiyeyê wê bi hemû dewletên din ên peymana Lozanê re têkiliyên dîplomatîk bên danûn û ji bo bêdadiya dîrokî, mexdûriyeta gelê Kurd ji holê bên rakirin."  Dema ku em niha li hevsengiyên navneteweyî binerin, ev made dê çawa were xebitandin?
 
Bi Tirkiyeyê re 22 dewlet hene. Di nav van dewletan de Îngilîstan, Fransa, Îtalya, Îsraîl, Almanya, Japonya hene. Em behsa peymanekê dikin ku tê de Japonyayeke bi hezaran kîlometre dûrî Kurdistanê di parçebûnê de xwedî gotin û biryar e. Rewşa hemû welatan ev e. Dema em li 22 dewletan dinêrin, belkî sed sal berê li piraniya wan tiştek jî li ser kurdan tunebû, lê ev 22 dewlet  di derbarê paşeroj, ax, nasname, ziman û çanda kurdan de xwedî biryar in. Îro di vê konferansê de ya herî girîng ji pêşnûmeyên biryaran rakirina gazindên van dewletan e. Pêşnûmeya biryarê bi zimanekî dîplomatîk hat nivîsandin, lê bi kurtasî divê ev dewlet ji kurdan lêborînê bixwazin. Şerm û şerma sedsalî ye ku ev dewlet sed sal berê hatine vê lîstika dewleta Tirk an jî li ser vê axê ku ji ber konjonktura wê demê Kurdistan ji bo berjewendiyên xwe parçe kirine, bûne alî. Dîsa yek ji biryarên hatine girtin jî ew e ku bi heyeteke dîplomatîk a ku bi nûnertiya çar parçeyên Kurdistanê tê avakirin bi 22 dewletan re hevdîtin pêk bînin û polîtîkayên qirkirinê yên di vê sedsalê de li ser Kurdan hatine kiri. Yanî ravekirina vana bi gotina “hûn beriya sedsalî bûne alîgirê vê yekê, lê binêre hûn bûne sedema çi”. Titşta herî girîng di vê mijarê de Rojava ye. Şoreşa Rojava ya li ser rastiya Kurdistaneke çar parçebûyî, Lozanê bê wate kir. Şoreşa Rojava bi awayekî zelal diyar dike ku divê Kurd bi ruhê têkoşîna hevpar a çar parçeyan çi bikin. Li wir xwîna kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê hat rijandin. Dema ku Kurdistan dabeş kirin armanc kirin ku kurdên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê biafrînin.  Lê belê Şoreşa Rojava di encama têkoşîna 50 salî ya Tevgera Azadiya Kurd de bêwatekirina Lozanê bi awayekî gelekî zelal nîşan da. Ji ber ku ciwanên Rojhilatî, ciwanên Bakur, ciwanên Bashûr çûn wir û şer kirin û xwestin Rojava azad bibe.  Ji ber vê yekê îro ev îrade heta ku encama konferansê bi 22 dewletan re bê dîtin û encamek ji bo ji holê rakirina vê mexdûriyetê dernekeve wê dîplomasiyê bidomîne.
 
“Fikr û paradîgmaya Rêbertiyê hêzên navneteweyî bêzar dike. Hêzên navneteweyî yên ku di sala 99'an de rê li ber komploya navneteweyî vekirin, di heman demê de ew hêzên ku sed sal berê Kurdistan kirin çar parçe ne. Helwesta Rêbertiyê ya ji 99’an vir ve li Îmraliyê berxwedaneke li dijî van hêzên hegemonîk e.”
 
*Di serî de Rêberê KCK'ê Abdullah Ocalan hemû dîl û girtiyên siyasî li Tirkiyeyê divê bê şert û merc serbest bên berdan. Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gotibû, "Pêwîstî bi Lozaneke civakî heye" 29 meh in tu agahî nayê girtin. Di vê çarçoveyê de hûn dikarin hem Lozanê, hem jî girêdana tecrîdê û Lozana civakî binirxînin? Alternatîf çi ye?
 
Rêbertî dema Lozanê bi taybetî nirxand, tişta ku em jê re dibêjin yekitiya neteweyî ya çar parçeyên Kurdistanê, nirxand. Dema dibêje “Lozana civakî lazim e”, behsa pêkhatineke civakî dike ku tê de kurdên li çar parçeyan dijîn û hemû pêkhateyên etnîkî bi ruhekî hevpar dinav xwe de bihewîne dike. Ev yek bingeha paradîgmayê pêk tîne. Helbet di vê xalê de fikir û paradîgmaya Rêbertiyê hêzên navneteweyî bêzar dike. Hêzên navneteweyî yên ku di sala 1999'an de rê li ber komploya navneteweyî vekirin, di heman demê de ew hêzên ku beriya sedsalê Kurdistan kirin çar parçe ne.  Di siyaseta van dewletan de sed sal berê û vir ve tiştek neguheriye. Belê, divê bibînin ka wan li Kurdistanê çi kiriye, lê ew bi rastîya Kurdistanek bi helwest, bi rûmet û çanda wê re rû bi rû ne. Di vê xalê de helwesta Rêbertiyê ya ji 99’an vir ve li Îmraliyê rastî berxwedaneke li dijî van hêzên hegemonîk e. Bi paradîgmaya ku ji aliyê Rêbertiyê ve hate pêşxistin Lozan bê wate bû û ruhê hevpar ê çar parçeyên Kurdistanê bi Şoreşa Rojava re ku min behs kir, li wir derket holê. Ev komploya navneteweyî ya bi rêya Rêbertiyê hatiye kirin, 25 sal in bi tecrîda bênavber dewam dike. Ev yek ji nîqaşên konferansê bû. 57 rêxistin beşdar bûn, nûnerê yek ji van 57 rêxistinan tenê yê Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û fikra hevpar ew bû ku  rêberek ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe divê di bin tecrîdê de neyê hiştin û 29 meh in çima agahî jê nayê  girtin. Ev ji bo kîjan beşê bû bila bibe, divê di vê mijarê de helwesteke hevpar bê nîşandan. Li wir azadkirina bê şert û merc a Rêbertî û girtiyên siyasî nêrîneke hevpar bû. Ev jî pir girîng bû.
 
“Ez bi taybetî tekez dikim ku têkoşîn girîng e. Ji ber ku heke hûn biryarek bidin lê hewl nedin, ew tenê li ser kaxezê dimîne. Gerîla 50 sal in li berxwe dide, Rêbertî li Îmraliyê li ber xwe dide, jin di vê nuqteyê de li ber xwe didin, ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome. Lê ev peymana ku sed sal berê Kurdistan parçe kir, êdî bê wate bû, piştî wê pêvajoya fermîkirina vê têkoşînê ya bi statûya kurdan re dest pê kir. "
 
*Di dawiyê de ez dixwazim bipirsim: konferans hat lidarxistin û deklerasyon hat ragihandin. Xebatên pêkanîna vê yekê dê çawa bên kirin? Dê çi bê kirin?
 
Ji bilî Tirkiyê, wan 22 dewletan, bi taybetî jî DYA, li vê konferansê û van xebatên ku ji sala 2019’an ve berdewam dikin, temaşe dikirin. “Piştî sed salan tevî me Kurd bi îradeya xwe biryara xwe didin.” Me eleqeya çapemeniyê jî dît. Kurdan îradeya çar parçeyên Kurdistanê derxist holê, lê dema vê yekê kirin hemû welat bi taybetî Tirkiye li ber çavên hemû cîhanê bû. wan digot “Gelo Kurd wê bi “parçe bike, bi rê ve bibe” bidomîn an wê bi rastî jî îradeyekê derxînin holê? meraqeke wan a bi vî rengî hebû. Ji bilî PDK'ê hemû Kurdistanî li wir bûn.
 
Yek ji biryarên hatin girtin jî ew bû ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de xebatên ji bo statuya Kurdistanê bên kirin û di vê nuqteyê de nûnertiya kurdan jî hebû. Biryarên dîplomatîk hebûn. Danûstandinên bi dewletan re, weke vegerandina mafên baweriyan. Piraniya biryarên hatine girtin li ser bingehê yekitiya netewî û her wiha danûstandinên bi dewletên ku Kurdistan parçe kirine û avakirina statuyekê ne. Bi vê armancê komîsyon hatin avakirin. Ev komîsyon piştî konferansê wê dem bi dem bicivin û li ser vê biryarê dest bi xebatên xwe bikin. Helbet em nikarin bi konferanseke ku sed sal şûnde hatiye lidarxistin Kurdistaneke perçebûyî bi carekê re bikin ye. Em behsa têkoşîneke 50 salî dikin. Helbet pêkanîna van biryaran bi têkoşîn û yekitiya neteweyî ku yekane nîqaşa sereke bû ku di konferansê de hat kirin, ji holê dikare bê rakirin. Têkoşîn esas e. Li aliyekê divê muzakere bên kirin, li aliyê din jî ji bo yekîtiya neteweyî ya çar parçeyên Kurdistanê hemû xebat bên kirin. Ez bi taybetî tekez dikim ku têkoşîn girîng e. Ji ber ku heke hûn biryarek bidin lê hewl nedin, ew tenê li ser kaxezê dimîne. Gerîla 50 sal in li berxwe dide, Rêbertî li Îmraliyê li ber xwe dide, jin di vê nuqteyê de li ber xwe didin, ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome. Lê ev peymana ku sed sal berê Kurdistan parçe kir, êdî bê wate bû, piştî wê pêvajoya fermîkirina vê têkoşînê ya bi statuya Kurdan re dest pê kir.”