Helwesta li dijî qeyûman: Dîsa jin dîsa jiyan!
- 09:04 16 Tebax 2023
- Ramyarî
AMED - Endama Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Zeynep Sîpçîk der barê qeyûmên di 2019’an de tayînê şaredariyên HDP’ê bûne de axivî û da zanîn ku helwesta wan ya li dijî qeyûman di dirûşmeya "Ne qeyûm ne talan, dîsa jin dîsa jiyan" beramberiya xwe dibîne.
Di navbera salên 2016-2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo şaredariyên ku HDP û DBP’ê bi dest xistibûn qeyûm hatin tayînkirin û çawa qeyûm hatin ewil êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Di 2016’an de bi OHAL’ê re KHK hatin derxistin û bi KHK’yan qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Di 11’ê îlona 2016’an de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin, 10 bajar û 62 navçe û 22 bajarokan bi giştî 95 şaerdariyên DBP’ê qeyûm hatin tayÎnkirin. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredar ji peywirê hatin girtin, endamên meclîsan hatin binçavkirin, girtin û ji pewyirê hatin dûrxistin. Bi qeyûman re ewil destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Qeyûmên tayîn bûn 4 stargehên jinan yên girêdayê şaredarieya Wan, Baglar a Amedê û Akdenîz a Mersînê girtin. Jin bê alternatîf hiştin û terkî tûndiyê kirin.
Di 2019’an de jî di hilbijartinên herêmî de gel îradeya xwe tercîh kir. Lê dîsa qeyûm hatin tayînkirin. Ji 65 şaredariyên HDP’ê tenê 6 heb man. Polîtîkayên dijminê jinê di 2019’an de jî berdewam kirin.
Zeynep Sîpçîk dema hevşaredara Kerboranê bû di 31’ê Adara 2016’an de hat girtin û di 21’ê cotmeha 2022’yan de hat berdan. Endama Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Zeynep Sîpçîk der barê qeyûmên hatine tayînkirin û polîtîkayên li bajarên Kurdistanê tê meşandin de nirxandin kir.
‘Ji ser çand û ziman êriş dikin’
Zeynepê diyar kir ku piştî avakirina netew-dewletê polîtîkayeke tunekirinê ya li hember kurdan didome û got: “Polîtîkayên qeyûm berdewama Plana Şark Îslahatê ye. Desthlatdarî li dijî feraseta xwe ya yekparêz kurdan wek xetere dibîne û raste rast tundiyê dike dewlrê. Bi salane êrişê kurdan dikin. Ji çekan bigirin heta bombeyan hem li ser çandê hem li ser ziman êrişan didomîne. Hewl dide bi van êrişan gel ji nasnameya wan dûr bigirin.”
‘Desthilatdariyê şaredarî wek xetere dît’
Zeynepê destnîşan kir ku desthilatdariyê ji îlona 2016'an şûnde bi awayekî sistematîk qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kiriye û wiha vegot: “Ji vê pêvajoyê re digotin pêvajoya çareseriyê ye. Bi saziyên pewerdê bi qanûnan, bi girtinan, bi qirkirinên fîzîkî; bi her cureyê êrîşan me dît ku daxwazên xwe nikarin bidin qebûlkirin. Rol û mîsyona şaredariyan a li bajaran dît. Ji ber vê jî wek xetere dît.”
Civak bi hevserokatiyê teşe dibe
Zeynepê di berdewamiyê de anî ziman ku hevserokatî ji aliyê desthilatdariyê ve wek xetereyek mezin tê dîtin û wiha domand: “Hevşaredarî di 2014’an de li şaredariyan bicih bû. Me dît ku bi hevserokatiyê renge jinê, deng û sekna jinê li şaredariyan bi hevserokatiyê teşe dibe. Vê bandor li ser gel kir. Destilatdariyê ev wek xetere dît. Nehişt jin pêş bikeve. Beriya qeyûman û piştî qeyûman heye. Şaredarî cihên gel in. Ji ber vê jî dema şaredarî destê HDP’ê de bû, gel dihat temsîl kirin. renge jinê zimanê kurd, çanda kurd hat xuyakirin û mezin bû. Kelecan û moralekî mezin afirî. Lê qeyûman îradeya gel xesp kir. Destkeftiyên jinan tune kir. Êrişê destkeftiyên jinan kir. Qeyûm demokrasiyê ji wate û mantika wê dûr dixe.”
‘Qeyûman texrîbatên mezin afirand’
Zeynepê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser helwesta qeyûman a li dijî xebatên jinan û got ev helwest tundî û qetilkirina jinan zêde dike û wiha dawî lê anî: “Fuhuş, îstîsmar, hişbir wek parçeyek polîtîka şerê taybet li dijî Gelê Kurd tê meşandin, zêde bûye. Divê hikûmet demildest dest ji van polîtîkayan berde û dawî li zextên li ser jinan û Gelê Kurd bîne. Qeyûm rê li ber texrîbatên mezin vedike. Ne qeyûm ne talan, dîsa jin dîsa jiyan.”