Konferansa Lozanê: Divê li 4 parçeyan têkoşîn bê dayîn
- 12:28 25 Tîrmeh 2023
- Ramyarî
Oznûr Deger
MÊRDÎN - Jinan Konferansa Lozanê ya ku 2 rojan dewam kir nirxand û destnîşan kirin ku ji bo sedsala Duyemîn neşibe sedsala yekemîn divê li çar parçeyên Kurdistanê berxwedanek mezin bê dayîn.
Peymana Lozanê ku Kurdistan kir 4 parçe, Kurd bê statû hiştin û kir mêtingeha dewleta Tirk, Ereb û Farisan, di 100 saliya xwe de li bajarê Lozan ê Swîsreyê di pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de bi meş, mîtîng û konferansa ku 2 rojan dewam kir hat protestokirin.
Di 24'ê Tîrmehê de li ber avahiya Château d'Ouchy bi daxuyaniyeke çapemeniyê, biryarên di konferansê de û encamnameya dawî ya konferansê hatin eşkerekirin.
Berdevka Rêxistina Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Nurê Alkiş, Parlamentera Norwêcê Seher Aydar û Rêvebera Komuna Jinê ya Avesta ya Viyanayê Nurcan Guleryuz konferans nirxandin.
'Zerarek mezin da gel û baweriyan'
Berdevka SMJÊ Nurê Alkiş, diyar kir ku ew beşdarî konferansa ku li Lozanê ji bo şermezarkirina Peymanê hat lidarxisitn û 2 rojan dewam kiriye bûye û weke hemû kurdan, destnîşan kir ku Peymana Lozanê ya ku 100 sal li pey xwe hiştiye, zirareke mezin daye gelê Kurd. Nûrê destnîşan kir ku bi Peymana Lozanê bi taybet li ser civaka Êzidî û Elewî bingehê zext û tundiya li dijî mirovahiyê hat danîn û got, “Hikûmetên ku êrîşî Kurdan kirin, ne tenê xwestin bi awayekî fîzîkî êrîşî Kurdan bikin û qir bikin, xwestin ku êrîşî, fikara wan jî bikin. Dema ku nakokiyên di navbera gelan de ji aliyê hikûmetan ve hatin afirandin, nakokiyên olî jî hatin afirandin. Zerarek mezin gîhandin gel û baweriyan. Herwiha êzidî û Elewî ji vê rewşê bi bandor bûn."
'Di 74 fermanan de jin bûn hedef'
Nûrê destnîşan kir ku ne tenê di 100 salên dawî de, di dîroka 5 hezar salên dawî de herî zêde jin bûne hedef û destnîşan kir ku di her 74 fermanên ku di dîrokê de hatine serê êzidiyan de jin bûne hedefa sereke. Nûrê got, "Jin bingeha jiyanê ne" û berdewam kir, "Dixwazin di şexsê jinê de jiyanê tune bikin. Bi taybetî di van 100 salên dawî de herî zêde jin bûne hedef. Dixwestin jinê ji cewhera wê qut bikin û ji jiyanê tasfiye bikin. Lê jinan tu carî hêz û cewhera xwe winda nekir û bi berxwedanê heta roja îro li ser piyan mane û ji civakê re pêşengtî kirine.”
'Jin bi analîzên Rêber Apo vegeriyan cewherê xwe'
Nûrê bal kişand ser felsefe û paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan û got, "Jin bi paradîgmaya azadiya jinê ku perspektîfa Rêber Apo ye li cewherê xwe vegeriyane. Piraniya jinan beşdarî vê konferansê bûn. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Li aliyê din hikûmetan hewl dan vîna jinan bişkînin. Bêhejmar mînakên vê hene. Mînaka vê ya herî girîng jî Şoreşa Rojava ye ku di pêşengiya jinên Kurd de pêk hat û li cîhanê belav bû. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê azadiya jinê ya ku bi diruşme û felsefeya “Jin jiyan azadî” ku ev salek e didome, li hemû cîhanê belav bûye. Bi vê dirûşmeyê hêviya azadiyê ji hemû jinên cîhanê re afirand. Jinên êzidî yên di sala 2014’an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin hedefgirtin, îro pêşengiya civakê dikin. Dîsa li bakurê Kurdistanê jinan ji mêran zêdetir di parlamentoyê de cih girtin. Li Ewropayê jî jin pêşengiya gelek saziyan dikin.”
'Em mafên xwe dixwazin'
Nûrê da zanîn ku jinên destkeftî û hebûnên wan bûne hedef, nehiştin ku Peymana Lozanê bi ser bikeve û wiha got: “Jin îro ji bo hesabpirsînê li vir in. Jin li vir careke din dibêjin 'Me biryara we nas nekir û em ê nas nekin'. Pêşeroja gel û civakê wê bi pêşengiya jinên Kurd û Êzidî bê avakirin. Nêzî 10 sal in em daxwaza lidarxistina kongreya neteweyî dikin. Hêvîdar im ev konferans bibe sedema kongreya netewey. Weke gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî em dixwazin li Kurdistanê statuyekê bi dest bixin. Em dixwazin mafên xwe bi dest bixin. Bi taybetî li Şengalê em dixwazin jinên êzidî û gelê me mafên xwe bi dest bixin. Çawa ku hûn li ser wê maseyê rûniştin û we xwest bi destên xwe çarenûsa me diyar bikin û me tine bikin, hûn ê bi têkoşîn û vîna jinên kurd, êzidî û gelê Kurd dest ji vê peymanê berdin.”
'Jinên Kurd her roj encamên kolonyalîzmê dijîn'
Parlamentera Norwêcê Seher Aydar jî diyar kir ku di Peymana Lozanê de kurd tune hatine hesibandin. Seherê destnîşan kir ku peymana herî zêde jinên Kurd hedef digire û Kurd tinehesibandine ye û got, “Kolonyalîzm û nîjadperestî herî zêde di ser jinan re dihatiye meşandin. Em vê yekê hem li Tirkiyeyê hem jî li parçeyên din ên Kurdistanê dibînin. Îro li Rojhilat nêzîkatiya dewleta Îranê ya li hemberî jinê û bi taybet jî li hemberî jinên Kurd bi awayekî zelal tê dîtin. Em hem li Rojava hem jî li Tirkiyeyê zilma dewleta Tirk li ser jinên Kurd dibînin. Lozan peymaneke ku bi giştî gelê Kurd dike hedef, lê herî zêde jinên Kurd hedef girtiye ye.”
'Peymana Lozanê peymana kolonikirina jinê ye'
Seherê bi lêv kir ku zayenda kolonyalîzmê patriyarkal e û wiha got:"Jin ne tenê ji çand û zimanê wê di heman demê de hewl dan ji azadiyê jî bi dûr bixin. Loma jî jinên kurd li hemû cîhanê dengê xwe da bihîstin. Çimkî heta jin azad nebin civak jî azad nabe. Qirkirina gelê kurd ji jinê dest pê dike. Loma jî dirûşma 'jin jiyan azadî' li hemû cîhanê hat belavkirin. Ev dirûşma tenê ji sê gotinan pêk nayê, ev têkoşîn û paradîgmayeke jî. Jin jiyaneke azad dixwazin. Peymana Lozanê qebûl nakin û bi vê yekê jî jiyaneke din dixwazin. Her sîstema kolonyal, perçiqîner, anti-demokratik ji çewisandina jinê dest pê dike. Êrişeke fîzîkî, hizrî ya li dijî jinê ya bi salan mijara gotinê ye. Loma jî 'jin jiyan azadî' tê wateye neqebûlkirina êrişan. Qedera xwe bi xwe ava dike. Loma jî Peymana Lozanê peymana kolonikirina jinê ye. Loma jin vê peymanê napejirînin."
'Tevgera jinên kurd ji bo jinên cîhanê têkoşîneke mezin daye'
Seherê da zanîn ku tevî jinên kurd hatine xwestin bi qirkirinê bên tunekirin jinên kurd ev berovajî kirine û wiha pê de çû:"Dema em welatên jinên kurd lê dijîn, tevgerên jinên li wir, tevgerên femînîst bigirin dest, bi salan feraseteke femînîzmeke elît feraseteke wekî ku jinên kurd nikarin têkoşîna azadiyê bimeşînin desthilatdar bû. Jinên kurd wekî ku mehkûmî çewisandinê bin hatin dîtin. Femînîstên li Sûriye, Tirkiye û Îranê têkoşîna jinên kurd nedan. Niha jinên kurd hem têkoşîna vêya didin û hem jî dibêjin em qirkirinê qebûl nakin. Bi vê re dirûşma bingeha têkoşînê li cîhanê belav dikin. Ev nîşan dide ku ev qirkirin tenê li ser jinên kurd nayê meşandin. Divê em Lozanê vala derxin û divê em kesên dixwazin me di nava netew dewletan de tune bikin qebûl nekin. Loma jî tevgera jinên kurd ne tenê ji bo jinên kurd ji bo jinên cîhanê jî têkoşîneke mezin didin. Têkoşîna tevgera jinên kurd bi Rojava û Rojhilat dest pê nekir lê belê ev mînakên girîng ên têkoşînê ne. Cîhanê ev dît. Êdî netew dewletên em di nav de dijîn nikarin vê yekê jinedîtîve bên. Ev rewş ji bo Ewropayê jî derbasdar e."
'Avakarên civakê jin in'
Seherê meşa li Lozanê bi bîr xist û got kurdan bi salan şûnde dîsa azadiya xwe aniye ziman û wiha lê zêde kir:"Tevgera jinên kurd azadiya gelên Kurdistanê di serî de dixwazin. Di avakirina siberojê de jin li her derê ne. Ger em ê civakeke demokratîk û azad ava bikin divê berê jin azad bibin. Ger li welatekî jin ne azad be azadiya wê civakê jî wê tenê bi gotinê bimîne. Jiyaneke azad ji jineke azad tê. Avakarên civakê jin in. Loma dewlet berî êrişî civakan bikin êrişî jinan dikin. Dema bajaran gundan dişewitîn zirarê didin bedena jinê jî. Çimkî dizanin civak dikare ji ser jinê bê teslîmgirtin. Dikare ji ser jinê îradeya civakê bişkîne. Dewlet ger ne di ferqiya hêza jinê de ba wê ewqas êriş nekira. Her kesên ji bo azadiyê li berxwe didin divê di ferqiya hêza jinan de bin. Piştî 100 salî şûnde cihê azadî û hêza jinê li Konferansa Lozanê hat dîtin. Ev gelekî girîng e. Ev ne destpêkek e divê di her gava me de ev yek hebe."
'Ji bo em perçe nebin divê em bi hev re tev bigerin'
Seherê di aliyê yekîtiya jinan de bang kir û gotina xwe wiha bi dawî kir:"Divê em bi hev re bimeşin. Kurd dikarin wekî hev nefikirin an jî di partiyên ji hev cuda de cih bigirin lê dema em bi hev re tev negerin wê demê em ê perçebûna ku Lozan dixwaze pêk bînin. Ji bo em perçe nebin divê em bi hev re tev bigerin. Jin kîja fikrê biparêzin û li kîja qadên bin jî divê bibin yek. Divê jin bi hev re bişêwirin û di nava piştevaniyê de bin. Esasgirtina yekîtiya jinan gelekî girîng e û em careke din nikarin perçebûnê bigirin ber çavan."
'Divê em bikaribin bi jina azad civaka azad ava bikin'
Rêvebira Komuna Jinan a Avestayê ya Vîyanayê Nurcan Guleryuz jî da zanîn li her derê cîhanê qirkirinek li ser jinan heye û got li dijî vê qirkirinê herî zêde jinên kurd xwe bi rêxistin dikin. Nurcanê got:"Li cem me berê jin di bin navê 'namûsê' de dihatin qetilkirin. Li Ewropayê jî jin niha di bin navê 'eşq, hezkirinê' de tên qetilkirin. Wekî jinên kurd peywira me ya herî mezin pêşxistina gotinên Rêbertî yên li ser azadiyê jinê û paradîgmaya azadiyê ye. Divê em vêya bidin jiyîn. Tenê bi gotin û ravekirinê nabe. Hem li welatê me hem jî li cîhanê qirkirina li ser jinê dewam dike. Hedefa herî mezin a sîstema kapîtalîst jin e. Hêrs, serhildana jinê di dîrokê de ji her aliyî mezintir bû. Wê di siberojê de jî wiha be. Divê jin birêxistinkirî bin. Jina ne bi rêxistinkirî be wê li ber zihniyeta mêr têk biçe. Divê em zihniyeta desthildatdar a mêr biguherin. Divê di sedsala siberojê de em civaka azad ava bikin."
'Divê em li çar aliyan serhildana xwe nîşan bidin'
Nurcanê da zanîn cara ewil ewqas mirov ji bo konferansê tên gel hevdu û got:"Kurdên bûn çar parçe di vê konferansê de hatin gel hevdu. Divê em nîşanî sîstema kapîtalîst bidin ku kurd dikarin azadiya xwe bi hêz bikin û bi ser bikevin. Wê kurd bi têkoşîn û serhildanê bigihêjin azadiya xwe. Divê em vê yekê bi raya giştî ya cîhanê bidin bihîstin. Di konferansa du rojan de civakên birdozî û ramanên cuda temsîl dikin hatin gel hevdu û axivîn. Daxwaza wan a hevpar azadiya gelê kurd bû. Di her dawiya axaftinekê de azadiya gelê kurd dihat xwestin. Ji bo sedsala duyemîn neşibe sedsala yekem divê li her çar parçeyan serhildaneke topyekun bê kirin."