Ji bo hilbijartinê amade ne: Li her dibistanekê herî kêm parêzerek
- 09:11 8 Gulan 2023
- Ramyarî
Melike Aydin
ÎZMÎR - Seroka Navenda Koordînasyon û Ewlehiya Sindoqan a Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gamze Şîmşek da zanîn ku wê roja hilbijartinê li hemû bajaran li ser sindoqan bin û daxuyakirin ku divê hilbijêr nekevin fikaran û li her dibistanê wê parêzerek li ser peywirê be.
Baroya Îzmîrê di meha hezîrana 2022’yan de bi avakirina Koordînasyon û Ewlehiya Hilbijartinê dest bi xebatên hilbijartinê kir. Ji wê rojê de ye baroyê xwe gîhand parêzerên dildar û niha beriya hilbijartinan li Îzmîr û navçeyên wê û gelek bajarên din perwerde dan. Li Îzmîrê hezar û 600 herêmên hilbijartinê hene û li her herêmê herî kêm parêzerek wê li dibistanan amade be. Seroka Navenda Koordînasyon û Ewlehiya Sindoqan a Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gamze Şîmşek der barê mijarê de axivî û diyar kir ku wê roja hilbijartinê li ser peywira xwe bin û got beriya her tiştî wê her kes dengê xwe bi kar bîne.
‘Em ê li her dibistanê bin’
Gamzeyê da zanîn ku li hezar û 600 navendên hilbijartinê yên Îzmîrê yanî li her dibistanekê wê parêzerek bê peywirdarkirin û wiha got: “Li her navçeyê wê ekîbên me yên mobîl hebin. Dema li dibistanan pirsgirêkek bê jiyîn wê ekîbên mobîl ji bo piştgiriyê biçin cem wan. Her wiha wê li baroyê maseya krîzê bê avakirin. Wê bikaribin bi telefonê xwe bigihînin me. Ne tenê hevpîşeyên me wê welatiyên me jî dema binpêkirinek hebe ji wê hejmarê xwe bigihînin me. Jixwe wê parêzerên me bên şandin. Lê di her rewşê de dikarin xwe bigihînin me. Ya girîng ev e ku dema binpêkirinek hebe hema em bikevin tevgerê. Wek sazî cihgirtina li wir gelek girîng e. Em ê wek sazî li her dibistanê bin.”
Xwedîderketina li dengan
Gazmeyê ji bo xwedîderketina li sindoqan bang kir û wiha dirêjî dayê: “Di 2’yê Nîsanê de lîste hatin aşkerakirin. Bi vê re me got bila welatî navnîşanên xwe kontrol bikin. Di vê mijarê de bawer im hîna kêmasî hene. Çareserkirina vê pirsgirêkê tê wateya xwedîderketina li dengan. Bi taybet welatiyên herêma erdhejê li cihên nû bi cih bûn û ger ku cihê nû diyar nekiribin divê biçin îkametgaha berê dengê xwe bi kar bînin. Yanî mafê wan ê bikaranîna dengan heye. Dikarin vegerin cihên xwe yên berê. Xwedîderketina li dengan tê wateya bikaranîna dengan. Divê ewil deng bên bikaranîn.”
‘Wê maseya krîzê bê avakirin’
Gamzeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî binpêkirina mafan li dijî guhertina çewalan û dizîna dengan wê parêzer li cihên hatine peywirdarkirin girtekan bigirin û girtekan ji lijneya hilbijartinê re ragihînin û bi vî awayî pêşî li rewşên wisa bê girtin. Gamzeyê wiha dawî lê anî: “Wek maseya krîzê em ê zûtir li ser peywirê bin. Çewalên dengan pir girîng in. Di rewşa vekirî yan jî bê mohr bên em ê mudaxale bikin. Li hemû welat wê parêzer li ser peywirê bin.”