HDP û Partiya Çep a Kesk çûn serdana cejnê
- 12:12 22 Nîsan 2023
- Ramyarî
ENQERE - HDP û Partiya Çep a Kesk çûn serdana cejnê ya partiyên muxalefet.
Şandeya HDP, Endamê Rêxistinên Civaka Sîvîl û Komîsyona Partiyên Siyasî Huseyin Taka, Endama Koordînasyona Jinê Tulay Koçak, Endama Lijneya Birêvebirina Meclîsa Partiya Çep a Kesk Sevtap Akdag di nav de çûn serdana partiyên muxalîf a cejnê.
Şandeyê saetên serê sibehê serdana navenda giştî ya Partiya Siberojê kir û piştre çû serdana CHP'ê. Piştî nîvro jî ew ê serdana Partiya Saadetê û Partiya Ciwan û Partiya Deva bê kirin.