Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Armanc nûnertiya wekhev e

  • 09:12 18 Nîsan 2023
  • Ramyarî
QERS - Li qersê ku Partiya Çep a Kesk bi namzetên jin ên parlamenteriyê re amadekariya hilbijartinê dike, Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî ku yek ji van namzedan e, bal kişand ser girîngiya nûnertiya wekhev. Gulîstan destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de bi temsîliyeta wekhev xwe ji hilbijartinan re amade bikin û got, "Em ê bi hev re azad bibin."
 
Ji bo Hilbijartinên Giştî yên Serokomariyê û yên Serdema 28'emîn a Parlamentoyê ku di 14' ê Gulanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê dê bên kirin, partiyên siyasî piştî destnîşankirina namzedan lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê. Di lîsteya ku ji 600 kesî pêk tê û AKP'ê pêşkêşî Lijineya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir de tenê 113 ji van namzedan jin in û di ya MHP'ê de jî 73 namzedên jin hebûn.  Herwiha di lîsteya namzetên CHP'ê de jî tenê 113 jin hebûn.  Partiya Çep a Kesk di nava partiyan de ji 490 namzedên  parlamenteriyê 193'yên wan ji jinan nîşan da.
 
Jinên ku li dijî tifaqa Cumhur dibêjin civak nêvî jine û nîvê hilbijêran jin in, ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê ya “Dîrokî” ya li dijî newekheviya zayendî, ji bo ji nû ve bidestxistina Peymana Stenbolê û pêkanînan Qanûna 6248, xwe amade dikin ku welat ji rejîma “Yek zilam” rizgar bikin. 
 
Namzeda Parlamenteriyê ya Qersê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, derbarê hilbijartinên 14'ê Gulanê de nirxandin kir. 
 
Sedema tundiyê: Polîtîkayên şer in
 
Gulîstan, diyar kir ku li Tirkiyeyê tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe, bandorê li ser hemû qadên jiyanê dike û got, "Rastiya desthilatdariya AKP'ê ya çewsîner, xaleke diyarker a vê şîdetê ye. Qonaxa tundûtûjiyê ya li herêmê, şerê li Sûriyeyê li kêleka me, operasyonên  Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê ye. Îqtîdar li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, polîtîkayên şer ji xwe re esas digire. tundiyê di civakê de zêde dike. Li gel vê, bingeha tundiyê li Tirkiyeyê bêcezahiştina kesên tundiyê li jinan dikin, kêmkirina cezayên wan û fesihkirina Peymana Stenbolê ye."
 
'Em Peymana ÎLO'yê ya bi hejmara 190 girîng dibînin'
 
Gulîstan, anî ziman ku şîdeta li ser jinê bandorê li her qadên jiyanê dike û bal kişand ser peymana Rêxistina Kedê ya Navneteweyî (ILO) ya li ser ronîkirina tundiya di nava kar de. Gulîstan got, “Di jiyana kar de tundî, mobîng û tacîzeke pir giran heye. Di vê wateyê de, em Peymana ILO ya bi hejmara 190 ya li ser tundî û tacîzê pir girîng dibînin. Ji ber ku em baş dizanin ku jin di jiyana xebatê de her tim di asta duyemîn de ye. Li wir her tim tacîz li wan tê kirin  keda wan tê xwarin. Em dixwazin ku Tirkiyeyê peymana hejmar 190 ya ILO'yê erê bike, ji bo vê yekê tedbîr bigire û di hiqûqa hundir de cih bidiyê. Ji ber ku gelek jin ji ber şideta ku li ser kar tên kirin neçar dimînin ku dest ji xebatê berdin. Ji ber vê gelek qadên xebatê qadên kar ên serdestiya mêr in, ango di pozîsyona ku mêr karibin, jin bindest bin û li wir mafê xebatê nayê qebûlkirin de ne."
 
'Armanca me ku jin bi awayekî wekhev û azad bijîn'
Gulîstan, anî ziman ku dema li cîhanê û li Tirkiyeyê pirsgirêkek di warê kar de hebe, bê xwestin hin kesê ji kar bên derxistin jin hedef tên girtin û ji kar tên avêtin. Gulîstan got, “Ev tundi jinan ji jiyana kar dûr dixe. ILO 190 peymanek e ku heta niha 18 welatan erê kirine û divê Tirkiye di vî warî de gaveke bilez bavêje. Em dizanin ku gelek rêxistinên pîşeyî yên kedê jî li ser vê mijarê dixebitin. Mixabin Wezareta Kar bi israr di vê mijarê de tu gavan navêje. Di warê serdema nû de em dikarin wiha bibêjin; Hem ji bo îmzekirina ILO 190 û hem jî ji bo ku Tirkiye bibe alîgirê vê peymanê em ê hem bi lez û bez Peymana Stenbolê bi cih bînin, hem jî ji bo îmzekirina ILO 190 çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo  di hemû qadên jiyanê de jin bi ewle, wekhev û azad bijîn em ê xebatên xwe bimeşînin.”
 
'Dixwazin pirsgirêka Kurd ji çareseriyê dûr bikin'
 
Li aliyê din Gulîstan diyar kir ku ev demeke dirêje li Tirkiyeyê şerekî taybet ji aliyê hikûmetê ve li dijî kurdan tê meşandin û got, dewleta ku ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dûr ketiye, dixwaze pirsgirêkê  kûr bike. Gulîstan got, “Di vê wateyê de divê em diyar bikin ku hedefa sereke ya şerê taybet jin in. Di doza Îpek Er, Gulîstan Doku, Kezîban Kunt û gelek bûyerên bi vî rengî de me ev yek dît. Yanî di gelek rewşan de em dibînin ku şerê taybet çawa li Kurdistanê bû sedema wêraniyê û çawa her tişt kir hedef, jiyana jinan jî di nav de. Ev ne tenê bi Kurdistanê re sînordar e. Em dibînin ku li metropolên Tirkiyeyê li hemberî ciwan û jinên Kurd polîtîkayên gelekî taybet tên meşandin. Li şûna ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û mafên jinan bên naskirin, em bi desthilatdariyeke ku van pêkanînên dijmirovahî pêş dixe re rû bi rû ne."
 
'Li dijî polîtîkayên şerê taybet hişmendiya jinê girîng e'
 
Gulîstanê, bal kişand ser hişmendiya siyasî û hişmendiya jinan a li hemberî polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Naskirina jinê ya gelê xwe û nasnameya xwe  û nirxên xwe wê sekna wê ya li hemberî şerê taybet zelal bike. Di vê wateyê de pêdiviya me bi nêzîkatiyeke ku civakê bi nirxên xwe yên bingehîn bîne cem hev û jin li ser xeta azadiya jinê bicivin heye. Ger jin nirxên xwe yên azadiyê nas bike û ger em karibin wan bînin cem hev, wê demê tu amûra şerê taybet wê bi ser nekeve. Divê perwerdeya wekheviya zayendî li hemû dibistanan bê dayîn û di her derê  bê berfirehkirin û weke perwerdeya bingehîn bê qebûlkirin. Ji xeynî vê, pêwîstiya me bi xeteke têkoşînê ya gelekî hevpar heye ku em bi jinên taxan re werin cem hev û îdeolojiya azadiya jinê ji wan re vebêjin.”
 
'Plansaziya bajar a ku jin lê xwedî derkevin pêwîst e'
 
Gulîstanê, diyar kir ku nebûna ronahiyê bi taybetî li park û kolanên bajaran dibe sedem ku jin li van deran xwe ne ewle hîs bikin. Gulîstanê destnîşan kir ku divê Partiya Çep a Kesk dir pêşerojê de bajaran bi vî rengî dîzayn bike ku jin, zarok, kal û pîr di dema pêş de xwe ewle hîs bikin û got, "Rastiya projeyên veguhertinê yên îqtîdarê parasstina berjewendiyan e ku dê jiyana taxan têk bibe jiyana civakî teqez nayê pejirandin. divê Divê plansaziya bajarîbûneke ku jin di her wextê de heta piştî nîvê şevê bikaribin xwe tê de ewle hîs bikin bê kirin..”
 
Partiya Çep a Kesk xwedî nûnertiya herî zêde ya jinan e
 
Gulîstanê, Herî dawî, li ser rêjeya temsîliyeta jinan a di lîsteyên partiyên siyasî de, destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk bi rêjeya ji sedî 45 partiya ku herî zêde nûnertiya jinan dike ye. Gulîstan, anî ziman ku ev yek di dema nirxandina rêjeya temsîliyeta partiyên din de destkeftiyeke gelekî girîng e û got, “Helbet di dema pêş de em ê vê bi temsîliyeta wekhev pêk bînin. Divê ev yek weke nîşaneya têkoşîna me ya azadiya jinê û cihê jinê di nava siyasetê de bê dîtin be."
 
'Em ê bi hev re azad bibin!'
 
Gulîstanê, bang li jinan kir ku di vê dema hilbijartinê ya dîrokî de ji bo parastina maf, jiyana xwe, Peymana Stenbolê, hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev hestiyar bin û got, “Ez bang li hemû jinan dikim ku li cem me bin û têkoşînê mezin bikin. Em ê bi hev re bixebitin û em ê bi hev re azad bibin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."