Partiya Çep a Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya
- 19:49 17 Nîsan 2023
- Ramyarî
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Wanê û Mêrsînê, bi xebatkarên çapemeniyê re civiyan.
Li Wan û Mêrsînê namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk bi xebatkarên çapemeniyê re civiyan.
Wan
Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Wanê Havîn kiye, Mahmût Dînsar, Gulderen Varli, Taylan Ertaş, Zulkuf Ûçar û rêveberiya Partiya Çepên Kesk a Wanê, di fitariyê de bi xebatkarên çapemeniyê yên li bajêr re civiyan. Hevberdevkê Partiya Çepên Kes a Wanê Veysî Dîlekçî, malavayiya hemû kedkarên çapemeniyên tevlî hevdîtinê bûn kir.
Dîlekçî, bal kişand ser zext û astengiyên li ser azadiya çapemeniyê û got ku gelek rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî ne. Dîlekçî îşaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kir û got ku ew Partiya Çepên Kesk ew ê ji bo azadiya çapemeniya azadiyê bixebitin.
Piştî ku namzetan xwe da naskirin, endamên partiyê rojnamevan bi hev re fitirîn.
Mêrsîn
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî, tevî namzetên parlementeriyê yên bajêr Esra Erguzeloglû, Alî Bozan, Mûhammet Talat Şeker û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz serdana Cemiyeta Rojnamevanan a Mêrsînê kir. Namzetan ku bi rojnamevanan re sohbet kirin, destnîşan kirin ku ew bi pirsgirêkên Mêrsînê û Tirkiyeyê dizanin û ew namzetên çareserkirina van pirsgirêkan e.