Saliha Aydeniz: Em ê bi hêzeke xurt bikevin meclîsê
- 16:39 8 Nîsan 2023
- Ramyarî
EDENE - Li Edeneyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a buroya Partiya Çepên Kesk vekir, anî ziman ku bi hêzeke mezin wê bikevin Meclisê û faşîzmê têk bibin.
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Edeneyê, li Taxa Barbaros a girêdayî navçeya Seyhan Edeneyê buroya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tifaqa Ked û Azadiyê û bi sedan welatî tev li bûn. Beriya vekirina buroyê girseyê govend gerand û dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
‘Em ê bi hêzeke xurt bikevin meclîsê’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a di vekirina buroyê de axivî, bal kişand eleqeya gel a ji bo Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Em dibînin. Gelên Tirkiyeyê û kurd bi helwesta xwe ji niha ve nîşan didin ku me hilbijartin qezenç kiriye. Em ê bi hêzeke xurt bikevin Meclisê, em ê faşîzmê hilweşînin. Ev dîmen jî vê nîşan dide. Desthilata faşîst bi girtin, binçavkirin û polîtîkayên zextê hewl bide partiya me bigire jî berxwedana gelê me ev polîtîka pûç kirin. 14’ê gulanê wê bibe dîroka têkçûna faşîzmê.”
‘Em ê polîtîkayên tecrîd û qeyûman pûç bikin’
Salîha qala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin kir wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû civakê kirin. Lê gelê me di Newroz û 8’ê Adarê de qêriya ku van polîtîkayan qebûl nake. Em ê dengê xwe wisa bilind bikin ku di 14’ê Gulanê de em ê polîtîkayên tecrîd û qeyûman pûç bikin. Em ê bi hemû rêxistinên xwe yên navend û navçeyan bi gelê xwe yê welatparêz re kolan kolan xebatên hilbijartinên bikin û serkeftina xwe ya hilbijartina beriya niha du qet zêde bikin.”
Piştî axaftinan Salîha û jinan bi çepik û tililiyan buroya hilbijartinê vekirin.