Danezana Jinên Partiya Çep a Kesk a Hilbijartinê

  • 12:13 2 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di Danezana Jinên Partiya Çep a Kesk a Hilbijartina 2023'yan de bal kişandin ser zihniyeta baviksalarî û têkoşîna li dijî vê zihniyetê. Jinan wiha gotin:"Li hemberî wan kesên ku bi pêkûtiyan dixwazin me dorpêç bikin, bê nefes û bê parastin bihêlin, em li her derê ne! Ji bo ku em her derê azad bikin, em vê pergala yekparêz bi jinan re diguherînin."
 
Danezana Hilbijartinê ya Meclîsa Jinan a Partiya Çep a Kesk li Otela Hîlton a Enqereyê bi beşdariya gelek jinan hat ragihandin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Berdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevberdevka HDK'ê Esengûl Demîr, Hevseroka SYKP'ê Canan Yuce, Berdevka ESP/SKM'ê Çîçek Otlu, Serokwekîla Partiya Şoreşger Elîf Torun. Ji Partiya Jinê Fatma Aytaç, ji KDP-T Bêrîvan Dal, ji EHP’ê Fîdan Ataselîm, ji EMEP’ê Îlke Işik, ji Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinên Kurd, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Rosa, Komeleya Dema Jinê, Komeleya Jinan a Star, Yekîtiya Jinan. Weqfa Piştevaniya Jinan, Platforma Kedê ya Jinan, Federasyona Komeleyên Jinan a KESK'ê û sendîkayên girêdayî wê, ÎHD û gelek nûnerên partiyên siyasî, STK û parlamenterên jin tevlî bûn.
 
Danezana bi kurdî û tirkî di ketina eywanê de li jinan hate belavkirin. Di heman demê lolîpopên nivîsên dirûşma hilbijartinê li ser danîn ser kursiyên eywanê. 
 
Danezan bi kurdî ji aliyê parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata ve hat xwendin.
 
"Danezan wiha ye: 
 
Bi hatina gel hev em piştevaniyê xurtir dikin, di 14’ê Gulanê de rejîma yek-kesî ya desthilatdariya karesatan têk dibin.  Bi hêrsa xwe em tên ku hesab bipirsin, jiyana nû ava bikin û bi jinan re biguherînin. Em ê sedsala duyemîn a Komarê bi jinan re biguherînin. Ji damezirandina Komarê vir ve qeyrana demokrasî û azadiyan qet neqediyaye. Nasnameyên me, çanda me, zayenda me, keda me, vîna me hatin binpêkirin.
Komkujî, darbe, îradeya orfî, rewşa awarte, KHK, destûrên bingehîn… Her û her xwestin ku pêkutiyê li me bikin. Desthilatdariyên mêrsalar bi hezaran salan em jin ji nedîtî ve dîtin. Hewl dan ku me di malan de bikin zindanî, keda me bêqîmet dîtin, tundî pêk anîn, nasnameya me ya jinê tune hesibandin.
 
Rejîma 22 salî ya yek-kesî, wek serdema ku herî zêde kuştinên jinan çêbûn derbasî dîrokê bû. Cezayên kujerên jinan kêm kirin.
Bêkariya jinan û xizanî zêde kir. Hewl da ku jinan bike mehkûmên mêran û kar û barên nav malê. Hewl da ku destkeftiyên me yên ku me bi berdêlên giran bi dest xistibûn xesp bike. Peymana Stenbolê betal kir. Ji bo têkoşîna jinê tune bike hewl da ku bi qedexeyan, binçavkirinan, îşkenceyan û girtîgehan me bêdeng bike, jiyanên me sînordar bike. Xwezaya me qetil kir! Vê desthilatdariya ku karesata xwezayî veguherand karesata civakê, erdheja ku bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest da kir “karesata sedsalê”. Bi polîtîkayên şer qeyrana civakî girantir kir. Bi polîtîkayên şerê taybet hewl da ku vîna me tune bihesibîne. Hewl da ku berxwedana jinan bi polîtîkayên tundiya zayendî ya dewleta mêrsalar tune bike. Li hemberî wan kesên ku bi pêkûtiyan dixwazin me dorpêç bikin, bê nefes û bê parastin bihêlin, em li her derê ne! Ji bo ku em her derê azad bikin, em vê pergala yekparêz bi jinan re diguherînin.
 
Ji bo ku em Komarê ji bo xwe; jinan, gelan, kedkaran, tevahiya bindest û yên din demokratîk bikin, em tên!
 
Li dijî tifaqa mêrsalar, em tên, da ku em bi jinan re jiyana nû ava bikin! Em li hemberî tevahiya bindestiyan û mêtingeriyan di wekhevî û azadiyê de bi israr in, di guherandina bi jinan re bi biryar in. Lewra em dizanin ku tekane rêya veguherandina vê pergala mêrsalar a ku ji bilî mirin û zilmê tu tiştekî nayîne, veguherandina bi jinê re ye.
 
Em ne bêvebijêrk in; bi hev re, di rêya 3’yemîn de, ber bi Komara Demokratîk ve!
 
Em jin, ne mecbûrî Tifaqa Cûmhûrê ya ku demokrasiyê ji holê radike ne, ne jî mecbûrî hişmendiyên kevn ên ku bêriya rabirdûya serwêrisparêz dikin in. Vebijêrka mezin li pêşberî me ye; Rêya 3’yemîn a partiya me, rêya meşa azadiyê ya jinan e.
 
Ji bo Komareke ji nava jiyanê, azadîparêz û demokratîk, em amade ne!
 
Ji bo civakeke wekhev û azad, dîsa jin, dîsa jiyan. Ji bo ku em ji kes û hişmendiyên ku xespker ên ku me tune dihesibînin, ji mekanîzmayên biryardanê dûr dixin, di malan de heps dikin, destwerdanê li jiyana me dikin, mêtingeriya bedena me û keda me dikin re bibêjin “Êdî Bes e”, em radibin ser piyan. Em ê tevahiya astengiyên li ber gotin, xwederbirîn, rêxistinbûn û azadiya kirina çalakiyên aştîxwaz ji holê rakin.
 
Em li hemberî kesên ku dixwazin bi tundiya dadê çalakiyên me, biryarên me, ramanên me û gotina me asteng bikin, têbikoşin.
 
Banga me ew e ku em li hemberî polîtîkayên rantparêz, yekparêz û zayendparêz, bi pelên rengîn ên partiya me civaka xwe ji nû ve bihonin.
 
Bi tiştên ku me ji piştevanî û têkoşîna jinan hîn kirine, em ê bi hev re civaka wekhev û azad ava bikin.
 
Demokrasiya hêzdar bi nûneriya azadiya jinê û piranîparêziyê pêkan e!
 
Hêza me, baweriya me, hêviya me heye! Ji bo ku der barê jiyanên xwe de biryaran bidin, em tên ku bi jinan re biguherînin. Em jin dizanin ku ji bo demokrasiyeke hêzdar divê wekhevî, beşdarî, piranîparêzî û xwecihîbûn bên esasgirtin. Meşa me ber bi demokrasî û wekheviyê ve ye. Bi partiya me meclîs dê bibe meclîsa jinan, kedkaran, gelan, ciwanan, LGBTÎ+’yan, astengdaran, zarokan, çandan, baweriyan, tevahiya bindestan. Em tên ku em meclîsê veguherînin cihekî piranîparêz ê ku her kes xwe bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe, xwe îfade bike.
 
Heta ku demokrasiya xwecihî hêzdar nebe, demokrasiya rasteqîn hêzdar nabe!
 
Li hemberî pêkûtiya ku di rêveberiya desthilatdariyên yekparêz û navendparêz de li ser civakê tê kirin, em bi hêza cewherî ya xwecihiyê re dimeşin. Em xurtkirina demokrasiya xwecihî, meclîsên jinan, însiyatîfan, sendîkayan, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sîvîl diparêzin û dibêjin divê ku ew di rêvebirina bajaran de û mekanîzmayên wergirtina biryaran de xwedî gotin bin. Armanca me ew e ku li hemberî polîtîkayên ku şaredariyan, bajaran û tevahiya qadên jiyanê di binê betonê de dihêlin, em bajarên xwe bikin qadên ekolojîk ên ku mirov lê bikaribin bijîn. Bêyî jinan demokrasiya xwecihî ne pêkan e, bêyî demokrasiya xwecihî jî komareke demokratîk ne pêkan e! Wek jin, em ji bo Komara Demokratîk tên.
 
Qeyûmên ku dijminên jinan in dê biçin!
 
Qeyûmên ku ezmûnên rêveberiyên xwecihî, keda wan û hêza wan a cewherî tune dihesibînin û civakê bê parastin dihêlin, pêşiyê xebatên jinan ji xwe re kirin armanc, saziyên jinan girtin. Lê pêdiviyên jinan, zarokan, extiyaran, astengdaran, bi gotineke din, pêdiviyên tevahiya civakê, herî baş em, jinên ku li kuçeyan, li taxan di nava jiyanê de ne, dizanin. Ji lewre, em polîtîkaya qeyûman red dikin. Em gav bi gav demokrasiya xwecihî ya ku jin bi awayekî çalak beşdar dibin û xwe birêxistin dikin, ava dikin. Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’yê ya ku nikaribû di sê rojên pêşîn ên erdheja 6’ê Reşemiyê de vîncekê jî bişîne herêmê, ji bo ku em demokrasiya xwecihî ava bikin û dawiyê li polîtîkaya qeyûman bînin, em tên.
 
Bijî pergala hevserokatiyê!
 
Çawa ku em bi hev re dijîn, di rêvebirinê de jî em ê bi hev re bin! Em parastina hevserokaktiyê ya ku destkeftiya me ya mezin a dîrokî ye, didomînin. Ji bo beşdarî û nûneriya wekhev, em ê pergala hevserokatiyê di tevahiya paye û qadên siyaset û rêveberiyan de bisepînin.
 
Em ji bo ku bi partiya xwe ya ku jinan wek vîna rêveberî û biryardanê dibîne re ber bi wekheviyê bimeşin, tên. Ji bo siyaseta demokratîk pêş bikeve, dîsa jin, dîsa jiyan. Qeyranên ku mêr, dewlet û sermayeyê afirandine bêyî jinên ku kiryarên damezirîner ên siyasetê ne nayên çareserkirin. Ji bo ku siyaset bibe malê civakê em têkoşîneke azadîparêz dikin. Em ê bikin ku jin di siyasetê û tevahiya mekanîzmayên biryardanê de zêdetir cih bigirin. Li hemberî siyaseta talanê û nelirêtiyan, ji bo ku siyaseta demokratîk di tevahiya qadan de bê sepandin, em ê Meclîsê jî, siyasetê jî biguherînin. Em tên ku em Wezareta Jinan a ku tevahiya pirsgirêkên têkildarî jinan rasterast ji aliyê jinan û rêxistinên jinan ve bên çareser damezirînin!
 
Destûra Bingehîn a ku jin tê de tune ne; em qebûl nakin!
 
Em ji Destûra Bingehîn a ku jin û diyarkeriya jinê tê de tune ye re dibêjin ‘Na’. Em ê bi hev re ji bo destûreke bingehîn a demokratîk a ku tevahiya nasnameyan, zimanan, baweriyan tê de tên naskirin û parastin bixebitin. Li ser bingeha hemwelatiya wekhev, ji bo jiyaneke azad, em ê destûreke bingehîn a demokratîk bi jinan re, bi jiyanên jinan, bi daxwaz û xeyalên wan amade bikin. Ji bo vê yekê em tên.
 
Ji bo edaleta rasteqîn, dîsa jin, dîsa jiyan. Cezayên mêrên ku jin qetil kirine bi hincetên tehrîk û ‘halê baş’ tên kêmkirin.
 
Kujerên jinan li kuçe û kolanan bi serbestî digerin lê jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin tên hebskirin.
 
Aştiyeke bi rûmet bi meşa mezin a jinan re tê!
 
Ji bo têgihîştineke nû ya darêzgeriyê ya ku pêdivî û heqîqetên jinan ji xwe re dike bingeh, em ê hemû gavên pêwîst bavêjin.
 
Em ê sererastkirinên pêwîst bikin û kedkar û Akademîsyenên Aştiyê yên ku bi KHK’yan ji kar hatin avêtin vegerînin ser karên wan, girtiyên siyasî yên jin azad bikin, mişextiyên ku bi tundiya dadweriyê ya di binê bandora siyasetê de ye ji welêt hatine sirgûnkirin vegerînin.
 
Ji bo parastina mafên jinan û tevahiya civakê, ji bo darêzgeriya serbixwe û bê alî û dadweriya rasteqîn, em tên! Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ê ku bi sedsalan e li ser vê xakê tê înkarkirin, bi polîtîkayên bişaftinê ziman û çanda wî tune tên hesibandin û bi ked û berdêlên bêhempa hatiye roja îroyîn, heye. Her wekî ku polîtîkayên şer û tundiyê nikarin rê li têkoşîna gelê Kurd bigirin, ji bo kêşeya Kurd nabin çareserî jî. Şer jiyanên me, hezkiriyên me, xwezaya me didize. Ji ber ku em hem berxwedêr û hem jî mexdûrên vî şerê ku bi dehan salan e didome ne, wek jin, herî zêde em dizanin aştî çi ye. Em her û her dibêjin kêşeya Kurd encax li ser maseyê, bi dan û stendinên ku bi muxatabên wê re bên kirin dikare bê çareserkirin. Li ser maseyeke çareseriyê ya demokratîk a ku mafên me tên nasîn û bi zagonan tên parastin, em tên ku wek jin, wek kiryarên damezirîner ji bo ku aştiyeke bi rûmet bi meşa mezin a jinan li vî welatî pêk bînin!
 
Di polîtîkaya derveyî de em aştiyê diparêzin!
 
Em têkoşîna xwe ya jinê li ser bingeha pêkvejiyana gelan dihonin. Di polîtîkaya derveyî de em li hemberî mîlîtarîzmê, jihevdûrxistinê, polîtîkayên şer û dagirkeriyê derdikevin û dibêjin divê ku pirsgirêk bi muzakereyan bên çareserkirin. Ji bo em ji şerên ku ji aliyê desthilatdariyên mêrsalar ve tên derxistin re bibêjin “êdî bes e” û ji bo ku di navbera tevahiya gelan de têkiliyên bi her awayî yên aştiyane bên danîn, em tên! Em ê butçeyê li gor wekheviya zayendî çêbikin! Ligel ku gelên Tirkiyeyê roj bi roj xizantir dibin, desthilatdarî çêkirina serayan û dewlemendkirina xwe û hevalbendên xwe didomîne. Xizanî û bêparî jî herî zêde para jinan dikeve, bandorê li jiyana wan dike! Yên ku herî zêde bêkar dimînin û ji jiyana xwe xwebexşiyê dikin, em in. Êdî bes e! Em ê nehêlin ku çend mêr mêtingeriya keda me bikin û dewlemend bibin. Ji bo ku em îroya xwe û dahatûya xwe bi awayekî wekhev û azad bijîn, em ê biguherînin. Em dibêjin butçe bila ji jiyanê re be, ne ji şer re be. Em tên ku em li ser bingeha pêdivî û daxwazên jinan, butçeyên wekhevîparêziya zayenda civakî çêbikin. Bi jinên ciwan re; ber bi jiyana hêvîdar, wekhev û azad ve! Partiya me, partiya jinên ciwan e û ew hêza damezirîner a îro û siberojên azad in.
 
Ji bo civaka xwezaparêz em tên!
 
Em ê rewşeke ku di civakeke demokratîk de jinên ciwan bi awayekî azad, wekhev, bi dad bijîn û ewlehiya mafê jiyînê ya wan hebe, biafirînin. Ji bo jiyaneke civakî ya ji hemû cureyên tundiyê dûr a ku jiyana wan ne di xetereyê de be, em ê gavên pêwîst bavêjin.
 
Ji bo azadiya jinên ciwan û perwerdehiya wesfdar, mafên tenduristî, star û veguhastinê, bi hêz û dînamîzma meşa wan, em tên! Kapîtalîzma mêrsalar ji bo kar û rantê li hembeîr xwezayê şer dike. Parastina jiyanên me û xwezaya me îro ji her tim girîngtir e.
 
Li hemberî wan kesên ku li Çiyayê Cûdî ji bo bekaya dewletê daristanan tune dikin, ji bo rantê dixwazin Baxçeyên Hewselê desteser bikin, li Egeyê ji bo karê kankeriyê baxçeyên zeytûnan tune dikin, bi kepçe û kamyonan dikevin çaviyên Mûnzûrê, bi qirêja qirş û qalên pîşesaziyê li Trakyayê çem û rûbaran qirêjî dikin, li Behra Reş bi SHE (HES) yan çem û rûbaran ziwa dikin, ji bo ku em qadên xwe yên jiyanê biparêzin, em jin, em ê li eniya pêşîn têbikoşin.
 
Ji bo ku em civakeke xwezaparêz biparêzin û li ser vê bingehê Komara Demokratîk ava bikin, em tên!
 
Ji bo ku em dawî li tundiya mêr-dewletê bînin, em tên! Jin li vî welatî tên qetilkirin, destdirêjî û destavêtin li hemberî wan pêk tên. Ji bo ku dibêjin “em pergala mêrsalar napejirînin” rûberî êrîşên zayendî dibin, tên binçavkirin, girtin û armancgirin! Desthilatdariya AKP û MHP’yê jî mêran bi bêcezatiyê xelat dikin, Peymana Stenbolê xesp dikin. Dixwazin jiyanên me bikin binê hukumraniya xwe. Lê li hemberî vê rejîmê em jin, em ê têkoşîna xwe û hêza xwe ya rêxistinbûyî mezintir bikin. Em dixwazin zêdetir bibin, jiyanên xwe bi destên xwe ava bikin û bi hev re biguherînin. Ji bo vê yekê em tên! Em ê nehêlin ku vê biharê yek keseke din jî li kuştinên jinan zêde bibe. Di karesatên xwezayî yên wek erdhejê yên ku vediguherin felaketan de em ê nebin wan kesên pêşîn ên ku pêşiyê rûberî tundiyê dibin! Ji bo ku em hişmendiya rêveberiyên mêrsalar ên ku bi desthilatdarî, darêzgerî, çapemenî û tevahiya sazî û dezgehên xwe tundî û pêkûtiyê dispêrin hilweşînin. Dîsa jin jiyan azadî.
 
Em ê Peymana Stenbolê ya ku ewlayiya me ye, paş ve bînin û em ê bikin ku ligel zagona bi hejmara 6284’an bi awayekî bandorker bê sepandin. Em ê bi rêxistinên jinan re çavdêriya vê yekê bikin. Em ê Xetên ALO Tundiyê yên ku jinên rûberî tundiyê dibin her tim (7/24) dikarin lê bigerin ku dê xebatkarên pispor bên peywirdarkirin û bi awayekî pirzimanî xizmetê bidin ji nû ve vekin. Em ê di mekanîzmayên ku dê jinên rûberî tundiyê bûne serî lê bidin de, ji bo ku bikaribin xwe îfade bikin, xizmeta bi zimanê dayikê bikin. Em ê pêşengiyê bidin wê yekê ku jinên rûberî tundiyê bûne. Em ê di mekanîzmayên ku dê jinên rûberî tundiyê bûne serî lê bidin de, ji bo ku bikaribin xwe îfade bikin, xizmeta bi zimanê dayikê bikin. Bi awayekî bê pere ji pergalên piştgiriya civakî û tenduristiyê sûdê wergirin.
 
* Ji dema ku jin rûberî tundiyê bûye ve em ê beyana jinê esas bigirin. Venêrîna tibî jî di nav de, di tevahiya pêvajoyan de ji bo ku xebatkarên pispor bixebitin, em ê sererastkirinên pêwîst çêbikin.
 
* Dê armanca me ew be ku di pêvajoyên serlêdan, lêpirsîn û darizandinê de hêzên ewlehiyê yên jin ên ku di qada tundiyê de pispor in û dadger û dozgerên jin bên peywirdarkirin.
 
* Ji bo tevahiya xebatkarên giştî yên ku di qada tundiya li hemberî jinê de dixebitin, em ê bi awayekî bi pergal perwerdehiyên wekheviya zayenda civakî bidin.
 
* Em ê girîngiyê bidin wê yekê ku nasname, dibistan, belgeyên SGK’yê jî di nav de, tevahiya agahiyên der barê jin û zarokên di binê parastinê de veşarî bên hiştin.
 
* Em ê li tevahiya bajaran stargehên jinan ên ku ji aliyê saziyên jinan ên serbixwe ve tên sehtîkirin ên bi ser rêveberiyên xwecihî û Wezareta Jinan ve ne vekin.
 
* Em ê di Zagona Cezayê ya Tirkan (TCK) de mafê parastina cewherî ya jinên ku li hemberî tundiya mêr jiyana xwe diparêzin, bi awayekî hiqûqî zelal bikin.
 
* Ji bo em ewlehiya jinên ku rûberî tundiyê bûne pêk bînin û bi hev re bi awayekî hêvîdar li dahatûyê binihêrin, em ê qadên jiyanê yên azad ava bikin.
 
* Em ê qadên jiyanê yên azad bi piştgiriya butçeya navendî ava bikin û xebatên wan jî bi rêveberiyên xwecihî û saziyên jinan re bi awayekî hevpar bimeşînin.
 
* Em ê di Destûra Bingehîn û zagonên din de tundiya li hemberî jinê bi awayekî zelal pênase bikin û em ê destûrê nedin ku di van tawanan de kêmkirina cezayan a bi hincetên tehrîka neheq û rewşa baş bên sepandin.
 
* Ji bo ku rê li pêşiya zewacên di temenên biçûk de bê girtin em ê tedbîrên zagonî bibînin. Em ê bikin ku kesên ku van zewacan dipejirînin bên cezakirin.
 
* Di pêvajoyên karesatên xwezayî yên ku desthilatdariyê veguherandine felaketê de, ji bo ku em rê li tundiya piralî ya li hemberî jinan û mexdûriyetê bigirin, em ê butçeya giştî seferber bikin.
 
Ji bo ku em dawiyê li xizaniya jinê bînin, dîsa jin dîsa jiyan
 
Bi desthilatdariya AKP û MHP’yê qeyrana aborî girantir dibe, civak xizan dibe, xizanî jî herî zêde bandorê li jinan dike. Dewlet û civak keda xwedîkirinê wek ‘peywir’a jinan dibîne. Li malê kar û barên malê, li kargehan xebata giran, bêyî ewlehî, bi destheqên kêm, tevahiya barê cîhanê li ser pişta jinan e. Karbeşiya zayendparêz li ser jinan tê ferzkirin. Jinên ku li derveyî malê, dixwazin bi destheqê xwe bixebitin an kar nabînin an jî bi destheqên kêm û bi awayekî ku ji mafê malnişînî û tenduristiyê bêpar bin û di karên dertomarî de bi awayekî bê ewlehî dixebitin.
 
Jinên ku bi destheqê dixebitin li cihên karên xwe li hemberî mêtingerî, cudakarî, tundî û destdirêjiyan têdikoşin. Ligel vê yekê jî, destheqê wan bi qasî yê mêran nîn e. Beşa herî xizan jin in. Avaniya mêrsalar û hiyerarşîk a sendîkayan rê li ber rêxistinbûna jinan digire. Di rêveberiyan de nayên temsîlkirin û di peymanên tomerî de pirsgirêkên wan ên xwereng tên paşguhkirin. Di nava karkerên çandiniyê yên demsalî de yên herî bê ewlehî dîsa jin in. Jin penaber ligel ku di jiyana civakî de rûberî hemû cureyên tundiyê jî dibin, bi destheqên kêm, bi awayê herî erzan û bê ewlehî tên xebitandin. Em; li zeviyan, li kargehan, li malan, kurt û kurmancî li her derê, ji bo ku rê li ber mêtina keda jinê û qeyranên aborî bê girtin, ji bo ku jin zêdetir xizan nebin, em tên! Li hemberî karbeşiya zayendparêz a ku keda jinê nabîne dîsa jin dîsa jiyan. Li herêmên karesatan û di pêvajoyên qeyranan de ji bo ku pêdiviyên xweser ên jinan bên bên qedandin, em ê butçeya giştî seferber bikin. Em ê dawiyê li karbeşiya mêrsalar û zayendparêz, cudakariya li kargehan, mobîng û newekheviyan bînin. Em ê temenê malnişîniyê kêm bikin û xebatên pêwîst bikin da ku di malnişîniyê de ji bo jinan cudakariya erênî bê kirin.
 
*Em ê bikin ku jin bikaribin xwe bigihînin perwerdehiyê, em ê di wergirtina kar de wekheviya zayendî pêk bînin û em ê qadên xebatê yên jinan berfirehtir bikin.
 
*Em ê ferqa destheqan a ji ber zayendê ji holê rakin û em ê sepana “ji bo heman karî, heman destheq”ê li tevahiya qadên jiyanê bisepînin.
 
* Her wekî ku di rêveberiyên xwecihî de jî cara pêşîn me sepand, di dema herî kin de, li tevahiya welêt em ê Peymana Tundî û Destdirêjiyê ya bi hejmara 190 a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Biryara Pêşniyazê ya bi hejmara 206’an mor bikin û bisepînin.
 
* Ji bo ku bêkariya jinan û xizaniya jinan kêm bibe û jin bêhtir di pêvajoya hilberînê de cih bigirin em ê piştgiriyê bidin hilberîner û kooperatîfên jinan.
 
* Ji bo ku di sendîkayan de prensîba nûneriya wekhev bê sepandin em ê sererastkirinan bikin, em ê bikin ku di hevdîtinên Peymanên Giştî yên Kar de, jin di çarçoveya nûneriya wekhev de beşdar bibin.
 
* Em ê sererastkirinên zagonî çêbikin da ku di 8’ê Adarê de, tevahiya jinên xebatkar wekî bi destûra bi destheq bên hesibandin.
 
*Ji bo cudarkariya li hemberî jin, LGBTÎ+ û penaberên ku li kargehan xwediyê zimanên dayikê, nasname, bawerî yan jî çandên cuda ne ji holê bê rakirin, em ê tedbîrên pêwîst bibînin.
 
* Em ê edaleta civakî û wekheviya zayendî li ber çavan bigirin û xebatên piştgiriya civakî yên ji bo jinan bisepînin.
 
*Em ê şert û mercên jiyanê yên jinên ku kedkarên çandiniyê yên demsalî ne sererast bikin û bikin ku bi awayekî ewle/bi ewlayî bixebitin.
 
*Ji bo ku bêkariya jinan û xizaniya jinan kêm bibe û jin bêhtir di pêvajoya hilberînê de cih bigirin em ê piştgiriyê bidin hilberîner û kooperatîfên jinan.
 
Ji bo ku em dawiyê li polîtîkayên şerê taybet bînin, em tên!
 
Polîtîkayên şerê taybet ên li hemberî jinên Kurd bi destê dewleta mêrsalar û hêzên wê yên ewlehiyê didomin. Jin ji tevahiya pêkûtî û tundiya ku bi destê hêzên ewlehiyê tên kirin re dibe armanc. Polîtîkayên şerê taybet ê li hemberî jinên ciwan ên ku bi polîtîkayên bişaftin û înkarê nehatin tunekirin jî bi taybetî bi metakirina bedena jinê tên sepandin. Em jin, em ê li hemberî rê û rêbazên wek sîxurkirin, xistina tora tiryakkêşiyê, destdirêjiya dîjîtal ên ku hewl didin bi wan vîna jinê bişikênin, dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji bo ku em dawî li polîtîkayên şerê taybet bînin, dîsa jin dîsa jiyan. Em ê der barê tevahiya endamên hêzên ewlehiyê yên ku tawanên têkildarî polîtîkayên şerê taybet pêk anîne de pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin. Em ê Dadgehên Îhtîsasê yên Jinan damezirînin, hemû kesên ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê hatine serbestberdan di van dadgehan de darizînin.
 
Di binê banê navendên jinan ên rêveberiyên xwecihî û Wezareta Jinan de em ê xebatên der barê parastina cewherî ya li hemberî polîtîkayên şerê taybet de bimeşînin. Li hemberî tiryakêşiyê, em ê toreke çavdêrî û astengkirinê ya çalak a ku tê de gelek kesên pispor hebin, ava bikin. Em ê der barê rêbazên şerê taybet de xebatên hişmendiyê bikin û bi hev re qadên ku jin bikaribin xwe tê de bi rêxistin bikin biafirînin. Em ê bikin ku der barê kesên ku xwestine bi xebatên sîxurkirinê jinan bêvîn bihêlin de, lêpirsînên encamgir bên vekirin.
 
Em ê der barê tevahiya endamên hêzên ewlehiyê yên ku tawanên têkildarî polîtîkayên serê taybet pêk anîne de pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin
 
Ji bo em dawiyê li sûcên nefretê bînin, dîsa jin dîsa jiyan
 
Desthilatdarî tevahiya kesên ku li dij wê derdikevin wek neyar dibîne. Zagon û dadgehî jî mexdûran na, kesên ku tundiyê pêk tînin û çeteyan diparêzin. Tundî êdî li kuçeyan, malan, siwareyên veguhestinê, dibistanan, televîzyonan, herêmên karestan, stadyûman û bi kurtasî ku mirov bibêje li tevahiya qadên jiyana me belav bûye. Li girtîgehan jin rastî binpêkirinên mafan ên giran tên. Bi sedan zarok jî bi dayikên xwe re di van şert û mercên giran de dijîn. Tu rojeke ku nûçeyên îşkenceyê, tundiya fîzîkî, pêkûtî, zordestiya lêgerîna tazî, astengkirina mafên hevdîtin û tenduristiyê, şewitandina înfazê, heta mirinê neyên tune ye. Di serdemên karesatan de jin, nasnameyên zayendî, elewî rastî cudakariyê tên, penaber jî bi tirsa lînçbûnê dijîn. Bi Torosên Spî û tetikkêşên dijminên gel ên ku sembolên tundiya di salên 90’î de û kuştinên kujernediyar in gef li Kurdan tên xwarin.
 
Li hemberî rejîma tundî û polîtîkayên cihêkariyê, dîsa jin dîsa jiyan!
 
Li hemberî hemû cureyên şer û tundiyê, wek jin, em ê pirên aştî û piştevaniyê ava bikin û bi cihêrengiyên xwe em ê jiyana nû ava bikin.
 
Em ê zagonên ku kuştinên nefretê û tundiyê teşwîq dikin û bêcezahiştinê diafirînin biguherînin, ji bo parastina jinên ku rastî tundiyê tên jî em ê bergiriyên zagonî yên pêwîst çêbikin. Em ê dawiyê li binpêkirinên mafên mirovan ên bingehîn ên wek îşkence, tecrîd, şewitandina înfazê, lêgerîna tazî, qedexeyên hevdîtinan, sirgûnê bînin. Di qada civakî, çandî û siyasî de, di serî de kuştinên nefretê, em ê tevahiya newekhevî û cudakariyên li hemberî LGBTÎ+’yan ji holê rakin. Li hemberî hemû cureyên şer û tundiyê, wek jin, em ê pirên aştî û pistevaniyê ava bikin û bi cihêrengiyên xwe em ê jiyana nû ava bikin. Ji bo dawî li zimanê ku dijminatiyê xurt dike, jihevdûrbûnê pêk tîne, cudakariyê derdixe holê û ciyawaziyê derdixe pêş ê û ji bo ku bername û dîziyên vê yekê pêk tînin bi dawî bibin em ê gavên pêwîst bavêjin.
 
Ji bo ku em rê li tawanên nefretê yên di çarçoveya nîjad, ol, ziman, bawerî, bêbawerîtî, meyldariya zayendî û nasnameya zayendî de bigirin, em ê di ZCT’yê (TCK) de sererastkirinên nû çêbikin. Ji bo ku em zarokan ji tundiyê dûr mezin bikin, em ê mufredata perwerdehiyê û pirtûkên dersê yên ku tê de mijar û gotinên nijadperest, zayendparêz ên ku gel û çandên din ciyawaz dikin, biguherînin.
 
Ji bo laîkiya azadîparêz em tên
 
Desthilatdariya AKP’ê bi hişmendiya “jina meqbûl” a ku li ser me ferz dike, dixwaze jiyana jinan bixe nava gerînekekê. Hewl dide ku biryarê bide ka em ê çi li xwe bikin, çawa bijîn, biçin kîjan dibistanan, kîjan pîşeyê hilbijêrin, di çend saliya xwe de bi zewicin û çend zarokan bînin, baweriya xwe bi kîjan olê bînin. Lê em jin, der barê jiyana xwe de, em dixwazin biryarê bidin. Ji bo em li welatekî ku azadiya me nayê sînorkirin bijîn û jiyana azad ava bikin dîsa jin dîsa jiyan. Em ê destûrê nedin ku me li gor rewşa zewacê, cil û berg, temen, bawerî, ol, nijad û siysaeta şer wek jinên meqbûl û ne meqbûl ji hev cuda bikin. Em ê li ser bedena xwe, keda xwe, nasnameya xwe, cil û bergên xwe, li hemberî hukumraniya tu ‘reîsekî’, tu desthilatdariyekê, tu terîqet û cemaetekê serî daneynin. Em ê bi xwe biryara xwe bidin ka em ê çawa bijîn, biçin ku derê, çend kîlometreyan biçin, çi li xwe bikin, çi bavêjin serê xwe yan jî dawikê me dê çiqasî kin be. Em ê li ser bedena xwe, keda xwe, nasnameya xwe, cil û bergên xwe, li hemberî hukumraniya tu ‘reîsekî’, tu desthilatdariyekê, tu terîqet û cemaetekê serî daneynin
 
Li hemberî pêkutiya sê zarokan bînin, pênc zarokan bînin, em çend heban bixwazin, em ê ew qas zarokan bînin dinê. Heke em nexwazin bînin jî, em ê neynin. Em dawiyê li wê yekê bînin ku bawerî di binê nîrê dewletê de bin. Em ê hişmendiya laîkiya azadîparêz bisepînin.
 
Em ê têkiliyên ol û dewletê ji nû ve sererast bikin û Serokatiya Xizmetên Baweriyan a ku dê wek Lijneya Bilind a Xizmetên Baweriyan bixebite damezirînin. Di lijneyê de dê li her baweriyê jin jî hebin. Bêyî ku em cudakariya baweriya olî, mezheb û ramanên cuda bikin, em ê mafê ku tevahiya jinan xwe û baweriyên xwe bi awayekî azad vebêjin û bi zimanê xwe yê dayikê îbadetên xwe bikin biparêzin. Em ê destûrê nedin ku zarok bi dê û bavên xwe re û bi xizmên xwe re yan jî bêyî wan di karesatên xwezayî yên ku desthilatdariyê veguherandine felaketan de mehkûmî saziyên cemaet û terîqetan bibin. Em ê destûrê nedin ku terîqet û cemaet olê wek amûreke pêkûtiyê li ser jin û zarokên keç bi kar bîne, destwerdanê di tevahiya qadên jiyanê de pêk bîne û fetwayan di mijarên wek zewicandina zarokên keçîn a di temenê biçûk de bide.
 
Li hemberî jiyaneke bê astengî dîsa jin dîsa jiyan
 
Astengdarên jin hem ji ber astengiyên xwe û hem jî ji ber newekheviyên zayenda civakî rûberî cudakariyên piralî dibin. Di pêvajoyên qeyranê yên wek karesatan de jî astengdar beşeke civakê ya ku herî zêde rastî tundî û cudakariyê dibe ye. Nikarin xwe bigihînin mafên mirovan ên bingehîn ên wek tenduristî, karkirin, perwerdehî, beşdariya jiyana civakî; mehkûmî jiyaneke ku di malê de girtî ne dibin.
 
Ji bo di jiyana civakî û siyasetê de bîrdoziya xurtbûnê were avakirin dîsa jin dîsa jiyan
 
Pirsgirêkên jinên astengdar û jinên ku zarokên wan ên astengdar hene yên ku du caran rûberî cudakariyê dibin, em ê her tim wek parçeyekî têkoşîna jinê ya ku berfireh dibe, bibînin. Em ê têkoşîna xwe ya li hemberî kodên bedenê yên ku mêrsalariyê afirandine û cudakarî, destdirêjî, destavêtin, îhmal û îstîsmara ku jinên astengdar ên ku rolên van kodan li bedenan bar kirine nikarin bi cih bînin dijîn, mezin bikin. Em ê polîtîkayên ku hebûna jinên astengdar a di qadên perwerdehî, kar, siyaset, civakî û çandî de didin pêş û maf û azadiyên wan dikin binê ewlehiyê bisepînin. Em ê stargehên ku jinên ji ber astengiyên xwe yan jî bi zarokên xwe yên astengdar re li malê rûberî tundiyê dibin bi hêsanî bikaribin xwe bigihîninê ava bikin. Em ê bikin ku di wergirtina kar a astengdaran de kotaya ji sedî pêncî ya jinên astengdar pêk bê û ji bo bicihanîna vê sepanê jî em ê mekanîzmayên venêrînê ava bikin. Em ê bikin ku jinên astengdar beriya her kesî sûdê ji piştigriyên ku di dema karesatên xwezayî yên ku veguherîne felaketan de tên dayîn wergirin. Em ê sererastkirinan bikin ku “Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan” a ku dê di binê banê “Wezareta Rakirina Astengiyan” de xebatên xwe bimeşîne bi pirsgirêkên jinên astengdar re eleqedar bibe û polîtîkayên çareseriyê bi pêş bixe.
 
Ji bo mafên xwe yên civakî em tên!
 
Gelek berpirsiyariyên wek kar û barên malê, xwedîkirina zarok û extiyaran û nêrîna li astengdaran li ser milên jinan in. Jin ji ber karê xwedîkirinê nikare beşdarî jiyana xebatê bibe. Ligel vê yekê jî, jinên ku alîkariya civakî digirin, di îstatîstîkên dewletê de wek xebatkar dixuyên. Em ê polîtîkayên ku hebûna jinên astengdar a di qadên perwerdehî, kar, siyaset, civakî û çandî de didin pêş û maf û azadiyên wan dikin binê ewlehiyê bisepînin. Em jin cîhanê bi keda xwe digerînin. Ji bo ku em bigihîjin azadiyê, em dê heqê xwe ji desthilatdaran bigirin, dîsa jin dîsa jiyan!
 
Em ê bajaran veguherînin qadên ku jin dê bi hêsanî bikaribin beşdarî civakê bibin, pêdiviyên xwe bi cih bînin û xwe di ewlehiyê de hîs bikin. Em ê pirsgirêkên stirînê yên jinên ciwan çareser bikin û ji bo ku perwerdehiya xwe û jiyana xwe bi tena serê xwe bikaribin bidomînin, em ê hewl bidin. Em ê butçeya jiyana bi ewleyî bikin meriyetê. Tu ciwan û jin dê tirsa debarê nejîn! Ji bo jinên ku hevjînên wan di girtîgehan de ne yan jî hev berdane jî ji piştgiriyên ku ji bo jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane tên dayîn sûdê wergirin, em ê guherînên pêwîst çêbikin. Ji bo ku barê jinan ên xwedîkirina astengdar û extiyaran sivik bibe, em ê malên astengdar û extiyaran ava bikin û li van deran xizmeta bê pere bidin. Em ê pêdiviyên bingehîn ên wek stirîn û dîtina kar ên bi milyonan jinên ku ji ber karesatê bê mal, bê kar û bê ewlayî mane ji butçeya giştî bînin cih.
 
Ji bo hilweşandina desthilatdariya felaketê ya sedsalê em tên
 
Desthilatdariya mêrsalar ji bo rant û talanê jiyanên me dizî. Bi efûyên avahîsaziyê ji sermayedaran re qad vekir. Her wekî ku di erdheja dawîn de jî hat dîtin, bû sedema mirina bi hezaran mirovan. Butçeya ku diviyabû ji bo rewşên lezgîn û karesatan serf bikira ji bo şer û rantê bi kar anî. Bacên me ji bo ku rê li karesatan bê girtin nehatin bikaranîn, ji bo dewlemendkirina hevalbendên wan hatin bikaranîn. Em ê butçeya jiyana bi ewlayî bikin meriyetê. Tu ciwan û jin dê tirsa debarê nejîn!
 
Tam jî ji ber vê sedemê; wendakirina bi hezaran a jiyana xwe, malbata xwe, mala xwe, xizm û dostên xwe, bîranînên xwe, bajarên xwe polîtîk e! Desthilatdariya mêrsalar a ku beriya karesatan amadekariyên zanistî û teknîk nekiribûn, piştî karesatê jî nikaribû organîzasyon, koordînasyon û rêveberiya pêwîst bike, dikuje. Encamên herî giran ên karesatan jî em jin dijîn. Jin, astengdar, penaber, LGBTÎ+ rûberî cudakarî û tundiyê dibin û mekanîzmayên parastinê yên dewletê jî naxebitin. Bi modela rêveberiya xwecihî ya demokratîk a ku mafên bajêr û jiyanê datîne navenda xwe, ji bo ku em vê pergala rantê ya ku karesat veguherand felaketê biguherînin, em amade ne!
Ji bo ku em pêşî li desthilatdariya felaketê bigirin dîsa jin dîsa jiyan!
 
Li tevahiya bajarên xwe, em ê planên rêveberiya karesatan a bi hişmendiya bi beşdarî û zayenda civakî amade bikin û bisepînin. Em ê tevahiya wargehan bi pêşengiya meclîsên jin, ciwan, zarok û astengdaran bi rêxistin bikin û ji bo ku pêdiviyên ku dê piştî karesatan çêbibin bi cih bînin amadekariyên pêwîst bikin. Em ê beşdariya çalak a jinan a di pêvajoyên rêvebirina karesatan de û xebatên der barê kêmkirina xetereyên karesatan de teşwîq bikin. Ji bo ku jin ji rewşên karesatan re amade bin û beşdariya wan a xebatên rizgarkirin û koordînekirina di afatan de zêdetir bibe, em ê perwerdehiyan bidin. Ji bo ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi awayekî pirzimanî û di çarçoveya zayenda civakî de çêbibin, em ê gavên pêwîst bavêjin. Dema ku piştî karesatan qadên hatina gel hev tên sererastkirin ji bo jinên ku bi tenê dijîn em ê yekeyên jiyanê yên cuda çêbikin. Li tevahiya bajarên xwe, em ê planên rêveberiya karesatan a bi hişmendiya bi beşdarî û zayenda civakî amade bikin û bisepînin. Ji bo ku jin piştgiriya derûnî û civakî wergirin em ê polîtîkayên diyarker bisepînin. Bi plansaziyên demkurt û demdirêj ji bo ku jin careke din beşdarî jiyanê bibin, em ê qadên jiyanê yên xemrî bi hev re ava bikin. Em ê polîtîkayên ku dê jiyanên zarokên di karesatan de wenda bûne yan jî bêkes mane biparêzin bi hev re bi pêş bixin.
 
Ji bo ku em dawiyê li polîtîkayên ku dijminên xwezayê ne bînin, em tên!
 
Têkoşîna li dijî talankirina xwezayê di heman demê de têkoşîna li dijî desthilatdariya mêrsalar e jî. Vê têkoşîna ku jin pêşengiya wê dikin; têkoşîneke li dijî gefa wendakirina qadên jiyanê, binpêkirina mafê stirînê, kêmasiya xwarin û avê, vederbûna ji hilberîna aborî, karkerkirina bi darê zorê ya bê ewleyî, dûrbûna ji mekanîzmayên hevgirtina civakî û jiyana civakî, binpêkirina mafên jiyanê û tenduristiyê ye. Qeyrana avhewayê ya ku yek ji qeyranên piralî ya kapîtalîzmê ye newekheviya jinan girantir dike û ji ber ku dibe sedema koçên avhewayê yên komî, civakan ji hev qut dike. Ji bo ku em li hemberî polîtîkayên desthilatdariyê yên ku dijminatiya xwezayê û jinan dikin jiyana nû bihonin, em amade ne!
 
Li hemberî polîtîkayên rant û talanê yên ku dijminatiya xwezayê dikin dîsa jin dîsa jiyan!
 
Dema ku em mafên xwezayê diparêzin, em ê têkoşîna xwezaparêziyê her û her ligel têkoşîna li dijî zayendparêziyê binirxînin. Dema ku em ji bo parastina xwezayê têdikoşin, em ê torên piştevaniyê yên li dijî tundiyên derûnî û fîzîkî yên ku jin rûberî wan dibin xurtir bikin. Di rêveberiyên xwecihî de ji bo hilberîna çandiniyê em ê piştgiriyê bidin xebatên ku jinê û xwezaparêziyê datînin navenda xwe, avakirina kooperatîfan û gundên xwezaparêz ên ku bi hişmendiya afirandina nirxê tev digerin. Di sûna bajarên beton ên ku desthilatdariya felaketê bi veguherîna rantî ava kirine de em ê beşdariya li cih û veguherîna li cih esas bigirin û “bajarên xwezaparêz ên jinê” ava bikin.
 
Em ê bajar û tevahiya qadên jiyanê yên ku jin û zarokên keçîn dê bi hev re azad bibin, bi hev re ava bikin. Di meclîsên xwecihî yên ku modela herî xurt a demokrasiya xwecihî ye de, di mijarên qeyrana avhewayê, karesatên xwezayî û parastina biyocihêrengiyê de wek jin em ê bi awayekî çalak bixebitin. Di şûna bajarên beton ên ku desthilatdariya felaketê bi veguherîna rantî ava kirine de em ê beşdariya li cih û veguherîna li cih esas bigirin û “bajarên xwezaparêz ên jinê” ava bikin. Em ê heyînên xwezayî, avan, qadên avî, çeman, zeryayan, golan, daristanan, merayan, zozanan, germiyanan, qadên çandiniyê û mafên ajalan û tevahiya giyaneweran bê şert û merc biparêzin.
 
Ji bo perwerdehiyeke azadîparêz em tên!
 
Desthilatdariya AKP’ê ji bo ku ‘nifşên oldar û kîndar’ bigihîne, perwerdehiya demokratîk û laîk a zanistî, bê pere û giştî ji xwe re kir armanc. Sepanên ku xwendekar û malbatên wan wek muşterî dibînin bi lezgînî kirin meriyetê. Bi armancên bîrdozî dibistan ji hev hatin cudakirin, bi sepana 4+4+4’ê rêjeya çûyîna dibistanê ya zarokên keçîn daket. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê tune hat hesibandin. Ji ber vê yekê bi sedan, hezaran zarok ji mafên xwe yên perwerdehiyê bêpar man. Em ê xwediyê perspektîfeke perwerdehiyê ya ku bi heman awayî nêzî her kesî dibin bin. Em bi heman awayî nêzî ziman, bawerî, bêbawerî, zayend, meyldariyên zayendî, awayên jiyanê û nêrîna li cîhanê ya tevahiya jin û zarokên keçîn dibin. Ji bo ku tevahiya jinan bi awayekî wekhev ji mafê perwerdehiyê sûdê wergirin em ê têbikoşin, dîsa jin dîsa jiyan! Em ê perwerdehiya demokratîk û zanistî ya bê pere, wekhevîparêziya zayendî, ji wekheviya gelan û baweriyan bawer dike ya bi zimanê dayikê pêk bînin.
 
Em ê perwerdehiya demokratîk û zanistî ya bê pere, wekhevîparêziya zayendî, ji wekheviya gelan û baweriyan bawer dike ya bi zimanê dayikê pêk bînin. Em ê pirtûkên waneyan û materyalên din ji naverokên zayendperest, mêrsalar, yekparêz, navendparêz, mezhebparêz, mîlîtarîst, nijadperest û şoven paqij bikin. Em waneyên wek ol, ehlaq û perwerdehiya rûmetan a ku desthilatdariya AKP’ê veguherandine amûran rakin, di warê perwerdehiyê de hevkariyên ku bi weqf û komeleyên olî re hatine çêkirin bi dawî bikin. Em ê sepana 4+4+4 a ku li pêşiya domandina perwerdehiyê ya zarokên keçîn asteng e bi dawî bikin û perwerdehiya pêk ve bi ewleyiya zagonî biparêzin. Em ê bikin ku xwendekarên keçîn li gund û taxên ku lê dijîn perwerde bibin. Li cihê ku veguhestin divê hebe jî, em ê veguhestinê bê pere bikin. Em ê pergala perwerdehiyê li gor hişmendiya laîkiya azadîparêz ji nû ve sererast bikin; em ê waneya Wekheviya Zayenda Civakî wek derseke jêneger li mufredatê zêde bikin. Ji bo ku em nehêlin jinên xwendekar li wargehên terîqetan bimînin, em ê wargehên bê pere yên ku înternet û xwarinê didin ava bikin û alîkariyê bidin kesên ku pêdiviya wan pê hebe. Em ê bi jinan re, ji bo jinan bernameyên akademîk, çandî, hunerî, civakî, aborî, perwerdehî û tenduristiyê yên ku pêdiviyên xwecihî esas digirin diyar bikin û pêk bînin. Ji bo ku em xwedî li mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê derkevin, em ê ji bo jinan kûrsên xwendin û nivîsandinê vekin û der barê zimanê dayikê de bernameyên perwerdehiyê çêbikin. Em ê bikin ku jin li navendên ku em ê biafirînin der barê mijarên wek xwezaparêzî, aştî, demokrasî, mafên mirovan, rewşên lezgîn û karesat, pisporiya pîşeyî û teknîk, kompîtir, çandinî û kooperatîfvaniyê de perwerde bibin.
 
Ji bo mafê tenduristiyê yê wekhev, bê ciyawazî û bê îmtiyaz, em tên!
 
Bi desthilatdariya AKP’ê taybetmendiya ji bo raya giştî ya xizmetên tenduristiyê wenda bû, veguherî rewşeke bazirganiyê. Sepanên ku di binê navê “Bernameya Veguherînê” de hatin bipêşxistin, xizmeta tenduristiyê di her gavê de kir bi pere. Kêmkirina çavkaniyên ku ji bo tenduristiyê tên veqetandin, kir ku pêdiviyên tenduristiyê yên jin û zarokên keçîn bibin pêdiviyên talî. Bi Nexweşxaneyên Bajêr ên ji qadên jiyanê dûr, tenduristî ji bo jinan hinekî din dûr bû. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo xwegihandina xizmetên tenduristiyê, jin dê zêdetir pere û demê veqetînin an jî dê tedawiya xwe taloq bikin û di nîvî de bihêlin. Desthilatdariya mêrsalar, ligel tenduristiya laşî ya jinan, tenduristiya derûnî jî xera dike. Hem di pêvajoyên qeyranên aborî û civakî de, hem jî di pêvajoyên karesatên xwezayî yên ku desthilatdarî vediguherîn felaketê de, kesên ku pêşiyê tenduristiya wan ji dest diçe jî, em jin in.
 
Li hemberî polîtîkayên tenduristiyê yên zayendparêz û biha dîsa jin dîsa jiyan!
 
Ji bo ku xizmetên tenduristiyê bên plankirin, sepandin û venêrîn, em ê pergaleke demokratîk a tenduristiyê ya ku jin der barê tenduristiya xwe de xwedîgotin bin, çêbikin. Ji bo ku li hemû taxan “Navendên Tenduristiya Jinan” ên ku jin bikaribin bi hêsanî xwe bigihîninê bên avakirin, em ê bi rêveberiyên xwecihî re hevkariyan bikin. Em ê bikin ku jin pêvajoyên ducanîtî, anîna zarok û piştî çêbûna zarok bêyî tirsa xizanbûnê û pêkûtiya rolên zayendî, di rîtma xwe ya xwezayî de bijîn. Li dijî pençesêra devê malzarokê, em ê parzaya HPV’yê bikin nava pergala parzayên rûtîn. Em ê parastina tenduristiya jinan û pitikên wan û xweykirina wan teqez bikin. Em ê xwegihandina xizmetên tenduristiya zêdebûnê, rêbazên kontrola zarokanînê û xizmetên jibergirtina zarok hêsan û bê pere bikin. Em ê biryara jinê ya jiberxwegirtina zarok û beyana wê esas bigirin. Em ê bikin ku lêçûnên tenduristiyê yên bi armanca pêdiviyan a nasnameyên zayendî bê pere be. Li dijî pençeşêra devê malzarokê, em ê parzaya HPV’yê bikin nava pergala parzayên rûtîn. Em ê piştgiriyê bidin ku parza ji bo zarokan bêyî dubendiyê bikin nava zayendên wan di temenê 11-12 saliyê de, ji bo mezinan bê pere bê kirin. Em ê bikin ku xizmetên bê pere yên piştgiriya derûnî û fîzîkî ji bo jinên ku li astengdar û extiyaran dinihêrin bên dayîn. Ji bo ku jinên koçber û penaber bêyî hejmara nasnameyê bikaribin ji xizmetên tenduristiyê sûdê wergirin, em ê şert û mercên pêwîst biafirînin. Di karesetên xwezayî yên wek erdhej, lehî û agir de, ji bo ku jin ji nexweşîyan bên parastin, butçeya Wezareta Rewşa Lezgîn û Karesatan jî di nav de, em ê tevahiya butçeya giştî seferber bikin.
 
Ji bo jiyaneke bê şer û bê sînor, dîsa jin dîsa jiyan!
 
Şerên ku bê navber didomin, rejîmên otorîter, têkçûnên aborî û xwezayî her roj hinekî din zêdetir mirovan ji cih û warên wan dûr dixin. Di serî de jin û zarok, koçber û penaberên ku keda wan bi awayekî dermirovî tê mêtin, ji bo ku statuyeke hiqûqî bi dest nexin û ji mafên têkildarî vê statuyê sûdê wernegirin tên astengkirin, êdî rastiyeke vê erdnîgariyê ne.
 
Li hemberî penaberî, koçberî; cudakariya çandî, çînî û etnîkî, dîsa jin dîsa jiyan!
 
Em ê piştgiriya stirînê ya bi tendurist, ewle û ku bikaribin xwe bigihîninê bidin jinên penaber û koçber. Em ê ji bo jinên koçber ên karker qadên kar ên ewle ava bikin. Em ê piştgiriya civakî bidin jinên koçber ên bêkar ên ku temenê wan û rewşa wan destûr nade bixebitin. Em ê sererastkirinên hiqûqî yên ku li hemberî hemû cure êrîş û tundiya li hemberî jinên koçber bên pêkanîn, cezayên giran bên dayîn, çêbikin. Di çarçoveya daxwazên jinên koçber ên ku bi darê zorê hatine zewicandin de, em ê pêvajoya telaqavêtinê hêsan bikin û hemû cure piştgiriyên madî û manewî bidin jinên ku telaq avêtine. Ji bo ku rê li pêşiya tundiya li hemberî jin û zarokên penaber û koçber ên ku ji ber şer ji neçarî dev ji mal û warên xwe berdane bê girtin, em ê ewleyiya zagonî bikin meriyetê. Di pêvajoyên karesatan de, em ê ji bo jin, zarokên keçîn û LGBTÎ+’yan, şert û mercên jiyaneke bi rûmet, ewle, wekhev û tendurist, biafirînin. Ji bo ku rê li pêşiya tundiya li hemberî jin û zarokên penaber û koçber ên ku ji ber ser ji neçarî dev ji mal û warên xwe berdane bê girtin, em ê ewleyiya zagonî bikin meriyetê.
 
Li hemberî desthilatdariya mêrsalar, kapîtalîzm, tundiya mêr-dewletê, kedxwariyê, jinbûna xizaniyê, qirkirina xwezayê ya ku qadên me yên jiyanê tune dike, em jin li tevahiya cîhanê dahatûya xwe ava dikin. Bi birêxistinkirina torên piştevaniyê; bi avakirina pirên piştevaniyê yên di navbera welatan de, gund û bajarokan de, şar û bajaran de, em xurtir dibin. Li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku erdhej veguherand karesatê, em jin li tevahiya welêt dibêjin “Em bi tenê nînin, bi hev re ne!” û ji bo bi hev re avakirina jiyanê me da ser rêyan.
 
Li hemberî desthilatdariya navendparêz a ku dikuje, bi piştevaniyeke hêzdar a civakî, di tevahiya qadên jiyanê de, ji bo ku em rê li karesatan bigirin, em hemû bi hev re dixebitin. Bi dengên xew, bi rengên xwe, bi piranîparêziya xwe û bi cudahiyên xwe, li hemberî şer, tundî, qirkirina jinan, karesatên xwezayî, ji bo ku em cîhaneke azad ava bikin, em li vir in. Em xwedî li destkeftiyên xwe û têkoşîna jinan a li erdnîgariya ku em lê dijîn û tevahiya cîhanê derdikevin, ezmûnên xwe parve dikin. Bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya li kuçeyan, li qadan, li kargehan, li malan û li tevahiya qadên jiyanê yên ku em kedê didin hêzdar dibe, em ê dawiyê li rejîmên mêrsalar û otorîter bînin!
 
Em sînoran nas nakin û bi zêdetir jinan re, em torên piştevaniyê yên jinan ên navneteweyî ava dikin û tên!
 
Dem dema mezinkirina têkoşîna jinê; parastina azadî, wekhevî û jiyana nû ya ku me bi destê xwe, bi biryar û vîna xwe ava kiriye ye!
 
Dem Dema Piştevaniyê ye!
 
Dem Dema Azadkirina Jiyanê ya bi hev re ye !
 
Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye!
 
Em li Vir in!
 
Di Bihara 2023’yan de Ber Bi Komara Demokratîk ve
 
Em Bi Jinan Re Dimeşin!
 
Bi Gotina Xwe, Bi Lîlandina Xwe,
 
Bi Hêviya Xwe, Bi Kenê Xwe
 
Ji Bo Avakirina Jiyana Azad Em Dibêjin
 
Dîsa Jin Dîsa Jiyan!
 
Jinên Partiya Çep a Kesk."