Pervîn Buldan: HDP hêza demokrasiya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye
- 15:21 18 Cotmeh 2022
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser geşedanên girîng ên di rojevê de û got:" HDP, hêza demokrasiya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di Civîna Koma Meclisê ya heftane de rojevên heyî nirxand. Pervîn, di serî de bal kişand ser karesata li Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û wiha got: “Êşa me bi rastî jî gelek mezin e. Xwedê rehma xwe li kesên jiyana xwe ji dest dayîn bike, ji bo malbatên wan sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê dixwazim. Ev karesat, teqez qeza nîne. Cînayete ku bi aşkerayî pêk hat.”
'Di nava salekê de 359 karkeran jiyana xwe ji dest dan'
Bi domdarî Pervîn diyar kir ku Bartin, berdewamiya Soma, Ermenek, Zonguldak, Elbistan, Sêrt û Şirnexê ye û ev tişt anî ziman: "Sedema van mirinan; polîtîkaya necezakirinê, nevenihêrtin, zexta hilberînê, çavbirçîtiya kar û negirtina tevdîran e. Em tevek şahidin bê ka zîhniyeta desthilatdariya AKP-MHP’ê ev welat çawa veguherand goristana karkeran. Tenê di nava salekê de 359 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Serokê Giştî yê AKP’ê dibêje; ‘qeder e.’ Bi vî awayî jî hewl dide negirtina tevdîran û komkujiyê rewa bike. Ev ne qeder lê cînayet e. Di venihêrînên Dîwana Çavdêriya Darayî de tespîtên girîng dike û hişyarî dide. Lê kesekî guh nedayê. Anku dibêjin bila karker kêm bibin lê kar qet kêm nebe. Zîhniyeta AKP’ê ev e. Dema ku malbatan êşeke ewqas giran dikişand, Serokê Giştî yê AKP’ê digot; ‘şukir ku hêj bi ser re 24 saet derbas nebûn ku me 41 şehîdên xwe derxistin.’ Erê rast e, we di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da. Her ku diaxivin xwe têxin binê erdê. "
'Bila sermaye winda bike lê zarokên me nemirin'
Weke HDP’ê em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin û em ê bi tu awayî destûrê nedin ku bi ser bê girtin. Hevjîna madenvanekî got; ‘bi ser vê bûyerê negirin ji ber ku cînayet e.’ Em jî soz didin ku dê Amasrayê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û nehêlin bi ser doza wê bê girtin. Weke HDP’ê em hêj ji destpêka bûyerê re çûn Bartinê û me bi karker û sendîkayan re hevdîtin kirin. Dê di demekî herî nêz de rapora xwe aşkera bikin. Ji bo ku sermayedar bêhtir qezenc bikin em ê nehêlin zarokên me bibin qurbanî. Bila sermaye winda bike lê zarokên me nemirin. Ji bo vê jî divê em piştevanî û birêxistiniya xwe xurtir bikin. Ev, erkekî dîrokî ye.
'Ji bo lêçûnên Qesrê hene ku rojane 5 milyon TL pere xerc dikin'
Sedema xizanî, hejarî, mirin û bêdaletiya li welêt; pergala rant û talanê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Her devera vê pergala rantê diteqe. Êdî qirêjiya wan nema dikare bê nixûmandin. Raporên Dîwana Çavdêriya Darayî vê rizîbûnê baş radixe ber çavan. Ji bo kar û tenduristiya Bartinê çavkanî nayên veqetandin lê ji bo deverên din pir in. Ji bo ekîptmen û teçhîzatên ewlekariya kar ên Bartinê çavkanî tune ne lê ji bo lêçûnên Qesrê hene ku rojane 5 milyon TL pere xerc dikin. Ma em qala kîjan rizîbûnê bikin, qala kîjanê nekin. Li pêşiya me qesrek heye ku hemû çavkaniyên gel dadiqurtîne. Dê hevalên me di hevdîtinên bûdçeyê de van rizîbûnan yek bi yek derhî bikin û hesabê ji desthilatdariyê bipirsin.
'Ji polîtîkaya şer re 468,7 milyar TL’ hatin veqetandin'
Duh, teklîfa bûdçeya sala 2023’yan aşkera kirin. Di bin navê parastinê de ji polîtîkaya şer re 468,7 milyar TL’ hatin veqetandin. Anku li gorî sala 2022’yan ev rêjeye du qat hatiye zêdekirin. Ji bo lêçûnên faîzê jî 565,6 milyar lîre hatine veqetandin. Desthilatdariya ku dibêje li dijî faîzê ye, veguheriye lobiyeke faîzê. Di bûdçeya wan de lobiya faîzê heye, lobiya şer heye lê gel tune ye, kedkar tune ne, karker tune ne. Ev rewş wiha nadome. Em ê wan ji desthilatdariyê bixin. Ji bilî vê tu rêyeke din li ber me nîne.
'Ditirsin ku rastî derkevin holê'
Ji bo ku nelirêtî û hejariya gel neyê axaftin, niha jî ‘qanûna sansûrê’ derxistin. Lê dê ev polîtîkaya wan bi ser nekeve. Qanûna sansûrê, hewldana parastin û domandina desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Tekane bingeheke dezenformasyonê heye ku ew jî desthilatdarî bi xwe ye. Anku qesr e. Qaşo dê rê li ber nûçeyên derew bigirin ku di nava gel de aloziyê derdixîne. Ev yek derew e. Ji ber ku di metna qanûnê bi xwe de jî gelek derew hene. Ya ku rê li ber tirs, fikar û geromaliyê vedike, desthilatdarî bi xwe ye. Ditirsin ku rastî derkevin holê. Ji ber ku ew jî dizanin ku dê winda bikin. Ji bo ku nelirêtî û bertîlên wan beriya hilbijartinê neyên aşkerakirin, li gorî xwe hinek tevdîran digirin. Lê kîjan qanûnan derdixînin bila derxînin, dê nekarin pêşî li ber têkçûna xwe bigirin. Dê nekarin çapemeniya azad, gel û raya giştî ya demokratîk bêdeng bikin.
'Israra wan a di bêhiqûqtiyê de bênavber didome'
Tiştên ku hefteyek berê di danişîna Doza Denîz Poyraz de hatine jiyîn, rastiya vî welatî dîsa raxist ber çavan. Xaza îsotê kete eywana danişînê ku edaletê nekaribû bikevê. Hêzên ewlekariyê êrişî parêzer, malbat û beşdaran kir. Hêzên ewlekariyê li dijî birayê Denîz Poyraz tundî bi kar anî. Ji bo pêşîlêgirtina xwedîderketinê jî doz revandin Şakranê. Israra wan a di bêhiqûqtiyê de bênavber didome. Em baş pê dizanin ku bi vê yekê xwestin peyamê bidin û bibêjin ku kujer û hêzên li pişt wî bihêz in. Kujer, xwest ku doza girtinê ya HDP’ê li dosyaya wî were zêdekirin. Bi vê yekê nîşan da bê ka hêza xwe ji ku digire û bi kê re hevkarî kiriye. Bi vê yekê li xwe mikûr hat ku bi tenê nîne. Weke me berê jî got, şirîk û xwediyên wî yên li Enqereyê hene.
'Bi milyonan kes hene ku bi tu awayî li hemberî we serî natewînin'
Kesên komkujiya Îzmîrê organîze kirin û yên doza kompasê ya girtinê HDP’ê vekirin heman hêz in. Tiliyeke vî destî li Îzmîrê Denîz qetil kir û tiliya din jî doza girtinê organîze kir. Em vî destî li Silêmaniyeyê ji qetilkirina rojnamegera kurd Nagihan Akarsel nas dikin. Em vî destî ji dîwarên li pêşiya daxwaza edaletê ya Emîne Şenyaşar hatin lêkirin nas dikin. Em vî destî ji komkujiyên Roboskê, Pirsûsê û Gara Enqereyê nas dikin. Em vî destî ji cînayetên kiryarnediyar ên salên 90’î, ji torosên spî û cînayetên siyasî nas dikin. Lê divê xwediyên vî destî baş bizanin ku bi milyonan kes hene ku bi tu awayî li hemberî we serî natewînin.
'Divê em bi hev re têbikoşin'
Duh, 11 sal û 7 meh cezayê tolhildanê dan Leyla Guven a hêja. Hinceta vê jî weke propaganda nîşan dan. Tekane tişta ku hevala me ya Leylayê kirî, parastina mafê siyaseta demokratîk û aştî ye. Heke li holê propagandayek hebe, ew jî propagandaya faşîzmê ye. Li dijî vê tifaqa li dijî me, hewceye em di têkoşîna edalet û heqîqetê de, di têkoşîna demokrasî, aştî û kedê de bibin yek. Divê em bi hev re têbikoşin.
Me serî li ber faşîzmê netewand û rê neda faşîzmê
Ji heft salî heta heftê salî, HDP bûye hêviya hemû kesî. Me serî li ber faşîzmê netewand û rê neda faşîzmê. Dê ji vir û şûnde jî nedin. Me her tim di siyaseta demokratîk de israr kir û ji xeta xwe ya diyalog û muzakereyan tawîz neda. Dê ji vir û şûnde jî nedin. Me nehişt ku hêviya ji aştî û pêşerojê bê têkbirin. Me hewayê tirsê belav kir û cisaret û hêviya civakê hêj mezintir kir.
HDP, hêza demokrasiya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye
HDP’ê nîşan da ku kurd, tirk, elewî, ermen, suryan, laz, çerkes, roman û hemû nasname û baweriyên din dikarin bi awayeke wekhev û azad bi hev re bijîn. HDP, hêza demokrasiya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Em ê Tifaqa Ked û Azadiyê ku me li gel hêzên demokrasiyê ava kiribû, hêj berfirehtir û xurttir bikin. Nifteya çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê, partiya me ye. Em xwedî îdia ne û bibiryar in. Bi meşa rêya sêyemîn re em ê bi saya hêza tifaq û gelê xwe Tirkiyeyê biguherînin û pirsgirêkan çareser bikin.
Banga min ji bo hemû gelên me, bindest û kesên keda wan tê xwarin e, hûn bê alternatîf nînin. Werin em ji bo aştî, edalet, ked, wekhevî û jiyaneke azad yekitiya demokratîk a mezin ava bikin. Werin em bi hev re biguherînin, bi hev re bi ser kevin.”