Li dijî tecrîdê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan
- 15:11 3 Cotmeh 2022
- Ramyarî
ENQERE - Ji bo balê bikişînin ser tecrîd û rewşa girtiyên nexweş, parlamenterên HDP’ê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan û li vir daxuyanî dan û gotin: "Hem di hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî de tecrîd, rêbazeke îşkenceyê û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin."
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç, bi rojeva girtiyên nexweş, şewitandina înfazên girtiyan û tecrîda li Îmraliyê li eywana civînên çapemeniyê ya meclisê civiyan. Parlamenterên HDP’ê bi dovîzên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Dawî li înfazên derhiqûqî bînin”, “Dawî li tecrîdê bînin” û “Li dijî tecrîdê bêdeng nemîne”, ji meclisê heta Deriyê Dîkmenê meşiyan. Di meşê de li gel parlamenterên HDP’ê, her wiha Hevserokê kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî amade bû. Parlamenter, li pêşiya Deriyê Dîkmenê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin lê piştî hevdîtinan, meşa xwe domandin.
Tevî astengiyan meşiyan
Dema meş didomiya de pêşiya parlamenteran cara duyemîn hat girtin. Piştî lihevkirinan jî parlamenteran dovîzên di destên xwe de bilind kirin û meşa xwe domandin.
Pêşiya parlamenteran cara sêyemîn li pêşiya wezareta karên hundir hat girtin. Parlamenteran bertek nîşan dan û polîsan jî hewl dan rojnamegeran ji qadê dûr bixin. Tevî astengkirinên polîsan jî parlamenteran meşa xwe domandin.
Koma parlamenteran ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç jî di nav de bûn, tevî hemû astengkirinan jî heta pêşiya wezareta dadê meşiyan.
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Alî Kenanoglû ji bo daxwaza hevdîtinê ketin wezaretê. Piştî hevdîtina bi wezareta edaletê re jî parlamenteran daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Meral Daniş Beştaş ve hat dayîn.
'AKP û MHP hevdîtinan red dikin'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Binpêkirinên li girtîgehan, îşkence û tecrîd li her devera Tirkiyeyê zêde dibin. Ji bo her parlamenterekê HDP’ê rojane bi dehan serlêdan tên kirin. Di serdanên me, di hevdîtinên parêzer, rêxistinên maf, hiqûq û baroyan de xuya dibe ku girantirîn binpêkirinên di dîroka Tirkiyeyê li girtîgehan hene. Em jî derheqê van binpêkirinan serî li komîsyona mafên mirovan a meclisê, wezareta edaletê, cîgirê serokomar, ombudsman û hemû mekanîzmayan didin. Lê belê bersiva pêşnûmepirsên me nayên dayîn û ji bo pêşnûmeyên me yên bo Lijneya Giştî jî tişta pêwîst nayê kirin. Daxwazên me yên hevdîtinê jî bi dengên AKP-MHP’ê tên redkirin. Ev tenê xebatên meclisê ne.
Ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin
Têkoşîna me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e. Her wiha mînaka tecrîda li Îmraliyê di cîhanê de nîne û ev tecrîd didome. Ev tecrîd roj bi roj bêhtir tê girankirin. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Malbat û parêzerên wan nizanin bê ka dijîn an na. Mînakeke pergala wiha di dinyayê de nîne û di tu rejîmên totalîter de jî nehatiye dîtin. Em baş pê dizanin ku encama polîtîkaya şer e. Lewma weke HDP’ê em têkoşîna aştiyê didin. Ev desthilatdarî hewl dide şer li 84 milyonan ferz bike. Ji bo domandina desthilatdariya xwe, tecrîdê weke ferz dibînin. Redkirina mafên bingehîn ên maf û azadiyê yên kurdan jî raste rast têkiliya xwe bi tecrîdê heye.
Girtîgeh bûne dadgehên nû
Serlêdanên me ên ji bo CPT, DMME, Ombudsmandan, serokatiya meclisê, cîgirê serokkomar, NY û saziyên têkildar ên neteweyî û navneteweyî heye. Li gorî peymanên we mohr kirine, tevbigerin. We statûya NY’yê nas kiriye û şertên pêşîlêgirtina PMME û CPT’yê îmze kirine lê li Tirkiyeyê îşkence û tecrîd heye. Hem di hiqûqa navxweyî û hem jî ya navneteweyî de tecrîd, rêbazeke îşkenceyê û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li Tirkiyeyê sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin. Gotinek heye ku her kes pê dizane, dibêjin ‘girtîgeh neynûka welêt e.’ Di vê neynûkê de xwîn, mirin, tecrîd, sirgun û zext hene. Di vê neynûkê de tiştekî baş nîne. Li girtiyên 30 salan di girtîgehan de poşmantî tê ferzkirin û înfazên wan tên şewitandin. Bi sedan girtiyên bi vî awayî înfaza wan tê şewitandin hene. Ev yek êdî veguheriye sûcekî. Girtîgeh êdî yên bûne dadgehên nû.
Divê tecrîd zûtirin bê bi dawî kirin
Di nava 9 mehên dawî de 62 cenaze ji girtîgehan derketin. Girtîgeh veguherîne cihên mirinê. Girtiyên nexweş tenê ji bo xatirxwestina ji malbatên xwe daxwaza azadiyê dikin. Her girtiyên nexweş ku me bo serlêdan kiriye, cenazeyên wan derkevin. Yên mirovan direvînin, tecawizkar, kujer, mafya û hwd. bi qanûna înfazê hatin berdan. Lê dayikên girtî bi pitikên xwe, girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên emrê wan ser 84 salan nayên berdan. Em qêrîna vî dengî ne. Em ê di demekî herî kin de bi wezîrê dadê re hevdîtineke rû bi rû bikin. Em ê vê rewşê ji wî re vebêjin. Êdî tehemûla me û malbatên girtiyan neme. Divê îşkence û tecrîd di zûtirin demê de bi dawî bibin û cenaze ji girtîgehan dernekevin. Di vê mijarê de em ê paşdegav neavêjin û têbikoşin.”