Salîha Aydenîz: Hemû beşên civakê ji tecrîdê bi bandor dibin

  • 09:06 10 Îlon 2022
  • Ramyarî
Medya Uren - Derya Ren  
 
AMED - Hevseroka Giştî a DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku tekanê rê ya li dijî êrişan yekitî ye û got: "Pêwîste  Gelê Kurd li hemberî van êrişan yekitiyan xwe pêkbîne û destkeftiyên xwe biparêze."
 
Bi tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê qeyranên civakî, siyasî, aborî derketiye asta herî jor. Polîtîkayên îqtîdarê jî bêtir pirsgirêka heyî kûr dike. Têkildarê pêvajoyê û rojeva Kurdistanê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji ajansa me re axivî. 
 
Salîha, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser tifaqa AKP û MHP: "AKP û MHP, bi tifaqê hatin îqtîdarê. Îqtidara xwe li ser tundî, sîstemek dagirker û faşîzane avakir. Ev tifaqa faşîst jî her tim li gorî vê rêveberiyê tundiyê li pêş xist. Gele Kurd li hemberî vê rêveberiya faşîzane têkoşînê dide. Ji ber ku armanca wê tunekirina Gelê Kurd bixwe ye. Ger em qala îqtidara heyî bikin divê em nirxandinên xwe weke beriya salên 2015’an û piştî wan salan bigrin dest. Her îqtidara ku hatiye ji bo bişaftin û çewisandina kurdan di nava hewildanan de bûne. Polîtîkayên ku dane meşandin her çiqasî di aliyê rêbaz de cuda be jî ji bo heman armancê tê kirin. Lewra iştî 2015’an jî îqtidara heyî li ser ne çareserkirina pirsgirêka kurd xwestin sîstemek faşist sazbikin. Tecrîda 24 sal in bê navber berdewam dike bi awayek hîn girantir re derxistin pêşiya me. Ev weke şêweyek ya rêveberiyê derxistin pêş. Pirsa em bikin jî ew e, ka di nava 7 salan de çi li Tirkiyê zêdebû? Em çi dibinin? Em sedsalek paşve çûn.”
 
‘Hemû beşên civakê ji tecrîdê bandor dibin’
 
Salîha bandorên tecrîdê bi van gotinan şîrovekir: “Li dijî pêşniyarên birêz Abdullah Ocalan ya çareseriyê, tecrîdê giran kirin, dest bi şer kirin û komkujiyan pêk anîn. Her ku tecrîd girankir qetlîamên jinan, rêbazên mafyayî, xizanî, çete û weke vê bi sedan bûyerên neyînî pêşxist. Ji van qetlîaman heta qeyranên aborî bi tecrîdê  ve girêdayî ye. Çareseriyên şênber yên birêz Abdullah Ocalan berçav nehatin girtin. Xwestin gel di bin zilm û zordariyê de bihêlin û civakê manûpûle bikin. Armanc qelskirina civakê bû. Ew tecrîda li Îmraliyê dane destpêkirin li her deverî bibandor kirine. Ne tenê jinên kurd, kedkarên kurd, siyasetmendarên kurd di bin bandora vê de ne. Jinên Tirkiyeyê, kedkarên Tirkiyeyê, siyasetmendarên muhalîf jî di vê bandorê de ne. Ji ber vê sedemê jî ne pêkane ku em tecrîdê ji van yekan qut bifikirin.”
 
‘Sedem netew dewlet e’
 
Salîha qeyran û şerê li Rojhilata Navîn a ku bênavber berdewam dike jî wiha nirxand: "Em dikarin bêjin 100 beriya niha li Rojhilata Navîn pergala netew-dewlet hate xêzkirin. Ev pergal ji bo Rojhilata Navîn û civaka wê himbêz bike nîn bû. Ji ber vê sedemê ev sed sal in Rojhilata Navîn ji van qeyranan û şer xilas nebûye. Li hemberî vê jî ev 40 sal in li Kurdistanê sîstemekî pêşket. Ev ji bo hemû civaka Rojhilata Navîn jî sîstemek girîng e. Li hemberî pergala netew-dewletê ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn sîstemek bijêre bû. Weke mînak em bêjin, di pêvajoya bihara ereba de çi çêbû? Bi vê re xwestin rêveberiyek xweser ava bikin. Ji bo ne dewletên herêmî ne ji yên navnetewî ser gelê Rojhilata Navîn desthilatdariyê nekin. Ev sîstem jî li Rojava deng da û belavbû. Xwediyê vê felsefeya xweseriyê jî birêz Ocalan bi xwe bû. Em dibînin ku şikandina tecrîdê ji bo Rojhilata Navîn jî çiqas pêdiviyeke. Lewra ji bo pêşî li hember felsefeya birêz Ocalan bigirin jî komploya navnetewî pêkhat. Ji ber ku nehat xwestin di Rojhilata Navîn de rêveberiyek xweser ava bibe. Gel xwe bi xwe bi rêve bibe. Xwestin hêviya gelan bişkînin.”
 
‘Xwestin hêviya gelan bişkînin’
 
Salîha da zanîn ku li hember tecrîdê bêdengiyek heye û got: "Em dibînin mînaka tecrîda li ser birêz Ocalan li tu deverî nîne lê bêdengiyek ji heye li beramberê wê. Bêdengiya heyî jî di eslê xwe de ji me re gelek tiştan qêr dike. Çawa xwestin bi komployê re hêviya gelan bişkînin bi tecrîdê re jî vê derdixin astek jor. Ji aliyê dewletên navnetewî, dewletên hegomonîk NATO ve rolek danê Tirkiyeyê. Li ser vê rolê jî Tirkiye li her çar parçeyê Kurdistanê şerek da destpêkirin. Li kîjan deverî destkeftiyek kurdan hebe li wir ji êrişê pêk tînin. Operasyonên siyasî, qirkirinên jinan û kurdan li her deverî têne meşandin. Pêwîste bi zanabûn Gelê Kurd li hemberî van êrişan yekitiyan xwe pêkbîne û destkeftiyên xwe biparêze. Divê Rojhilata Navîn jî ji bo vê gav baje. Divê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Hebûn û nebûna Gelê Kurd...' 
 
Salîh, destnîşan kir ku li hemberî kurdan her êrişek hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Raste di 40 salên dawî de li hember têkoşîna Gelê Kurd êriş hîn bêhtir hişkbûne. Ev polîtîkaya ku tê meşandin polîtîkaya tune hesibandina hebûna kurda ye. Weke me di serî de jî diyar kir tu îqtidar, tu desthilatdar bi şerê çekdarî encamek negirtin. Ji ber ku ev pirsgirêka beka yê nîne. Ev mijar mijara hebûn û nebûna Gelê Kurd e. Bi navên cûda heta niha gelek operasyon pêk anîn. Sûcên şer pêktînin. Yek ji van sûcan jî çekên kîmyewî ne. Di salên 90’î de jî hatin bikaranîn lê tucar weke van salên dawiyê bi eşkera nehatin bikaranîn. Îqtidara AKP’ê MHP’ê qirêjiyên xwe nanixûmînin jî. Her ku ji êrişên derveyî sînor re encamê nagirin serî li êrişên qirêj didin. Ev êrişên tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e. Di demen dawî da asta bikaranîna madeyên hişbir, fuhuş, tecawuzê her ku çû zêdetir bû. Ev bi zanebûn hatin belavkirin. Li Colemêrgê û Şirnexê jî xwestin fuhuşê pêşbixin lê gel demlidest pêşî li hember girt. Gelê me ketiye ferqa vê ku îro li cihên weke Qoserê li dijî van kiryaran nobedariyê dikin. Divê bajarên me yên din jî bi vê rêxistinbûyînê xwedî li ciwanên xwe û pêşeroja xwe derkevin.”
 
‘Kes ji me serî netewand’
 
Salîha rojeva jinê ya li Tirkiyê nirxand û got: “Em qala sîstemek a mêrê desthilatdar dikin. Divê em bi vî rengî binirxînin. Nûnerên vê hişmendiyê jî AKP e û MHP ya ku dijminatiya kurdan û jinan dike ye. Yê ku pêşkêşiya wan dike jî Wezîrê Karê Hindir e. Ger hûn bala xwe bidin di demên dawî de wêneyên wezîr bi tecawizkar û kujer re derket. Di vî alî de daneyên wê yên  şênber derketin holê. Ji bo van qirêjiyên xwe binixûmînin ji divê rojevek nû derbixin. Yên ku herî zêde dikarin bersiva wan bidin siyasetmendarên kurd û jinên kurd in û ev jî hedef tên girtin. Her êrişên wan bêçaretiya wan nîşa dide. Ji bo xwe li ser lingan bigire kurd û jinan hedef digire. Teşîrkirinê di medayaya dîjîtal û nûçeyan de hatine kirin asta bê exlaqiya wan nîşa dide."
 
'Em xwedî mîraseke kevnar in'
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê di dawiya axaftina xwe de bal kişad ser Semra Guzel û got: "Her wiha nêzîkatiya wan ya serîtewandina Semra Guzel re xwestin peyamek bidin Gelê Kurd. Tu jinek û tu kurdek wê li hemberî zilmê serî netewînin. Em xwedî mîrasek kevnar in. Wê rêxistinbûyîna jina kurd dawiya wan bîne. Bêtehmiliya wan jî wê dide nîşadan.”