Ebrû Gunay: Em ê nehêlin ku rastî were veşartin
- 13:40 25 Tebax 2022
- Ramyarî
AMED - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay diyar kir ku di nava hefteyê de 2 qezayên weke qetlîamê rû dane û got: "Ne Gelê Dêrikê û ne jî em destûrê nadin ku rastî bên veşartin."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li ser geşedanên di rojevê de nirxandinan kir.
Ebrû di civîna çapemeniyê de wiha axivî:
"Li Dîlokê 16, li Dêrikê jî 21 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Bê guman, qezayên ku pêk hatî şopên kûr hiştin ku nayên telafîkirin. Birînên ku tu carî nayên jibîrkirin û qet nayên dermankirin hiştin. Di destpêkê de sersaxiyê ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, hezkiriyên wan, dost û hemû gelê me re dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Em hemû baş dizanin ku ev qeza ne qeza ne, ne tesadufî ne, di encama xemsariyê de pêk hatin. Çend rojan em li herêmê bûn û ji kêliya yekem a bûyerê me nêz ve guhdar kir. Piştre em bi hevserok û şandeyên xwe re beşdarî şînê bûn. Em li kêleka gelê xwe bûn.
Tedbîrên pêwist nehatin girtin
Li hember van qezayan dikarin tedbîrên hêsan bihata girtin. Di her du qezayan de jî sedema sereke ya karesatê ew bû ku piştî qezaya ewil tedbîr nehatin girtin. Li Dêrikê tam 20 deqîqe ferqa demê heye. Di hemû çalakiyên demokratîk de hêzên hiqûqî yên ku rêyan digrin û ji bo ku di qezayekê de karesatên mezintir çênebin, her derê dorpêç dikin û nahêlin çivîk bifirin. Heke ji bo qezeyê wisa bikirina felaketên mezintir çênedibûn. Heger piştî qezaya ewil rê li trafîkê bihata girtin, qezaya duyemîn çênedibû. Dîsa ji ber çavbirçîtiya alîgiran a qezençkirinê, qamyonên ku tonajê wan serbixwe nayên kontrolkirin. Her kes baş dizane ku di kamyonan de gubreya fosfatê ya Cengîz Holdîng a ku ji Fabrîkeya Etî Bakir kirî hildigirin. Li her derê cîhanê madeyeke şewat û maddeyên şewat û xeternak nahêlin li bajêr derbas bibin. Tedbîrên pêwîst tên girtin. Tevî daxwazên gelê Dêrikê jî tedbîrên pêwîst nehatin girtin.
Xwestin rastiyê veşêrin
Derdê hikûmeta AKP'ê ewlehiya gel e, xizanî ye, ne tenduristiya gel e. Derdê wî parastina alîgirên xwe, ewlekariya alîgirên wî ye. Her kes dizane ku ji bo ewlehiya TIR'ên Etî Bakir di navbera Dêrik, Şemrex, Mêrdîn û Amedê de xetên trênê yên taybet hatine çêkirin. Gelek mînakên ku em dikarin bidin nehen. Sedema qezayê Cengîz Holdîng e û îqtîdar e. Hikûmeta AKP'ê t bi qedexekirina weşanê hewl da rastiyê veşêre. Ev qedexeya weşanê ne ji bo parastina mexdûran ji bo parastina Cengîz Holdîngê bû.
Ji bo heqîqet derkeve dê têbikoşin
Lê ne gelê Dêrikê û ne jî em ê destûrê nedin ku rastî bê veşartin. Heta ku berpirsyarên rastî yên vê qetlîamê bên darizandin em têkoşîna xwe didomînin. Hevgirtina me ya bi wan re helbet wê bidome. Çawa ku em di dema qezayê de li kêleka hev bûn, wan jî êşa xwe parve kirin, ji niha û pê ve jî em ê ji bo ku heqîqet derkeve holê têbikoşin. Rastî çiqasî were nixumandin jî her rastî derdikeve holê. Civakê ronî dike.”
Qesr û çete windakirin
Êrişên hikûmetê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û em geşedanên li Sûriyê ji nêz ve dişopînin. Hikûmeta ku ji sala 2011’an û vir ve bênavber destekê dide şerê li Sûriyeyê. Cara yekem e ku behsa hevdîtin û diyaloga bi Esad re dike. Helbet em wek partî li gel wê yekê ne ku hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin. Lê em jî dizanin ku armanca hikûmetê bi rastî ne muzakere û diyalog e. Ji xeynî sedemên vê pêşniyara diyalogê, ji nû ve behsa Esed tê wateya ku Qesr û çeteyên wî di şerê Sûriyê de winda kirine.
Polîtîkayên bazar û şantajê...
Tirkiye li Sûriyeyê xwedî perspektîfeke çareseriyê nîne. Armanca wê tenê ew e ku dijminatiya kurdan bike û kurdan bê statu bihêle. Şertê sereke yê ku ew ê ji bo vekişîna ji hemû herêmên ku dagir kiriye û hêzên xwe bi cih kirine, bîne pêş, vekişîna mafên kurdan e. Ev ne polîtîkaya çareseriyê ye, polîtîkaya bazar û şantajê ye. Beriya her tiştî ji aliyê rejîmê ve Tirkiye welatekî ku li gelek herêmên Sûriyeyê xwedî hêzên dagirker e. Di rastiyê de li gorî rejîma Sûriyê hemû komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike terorîst in. Tevî vê yekê jî Wezîrê Derve Mevlût Çavûşoglû behsa lihevkirina van komên ku ew weke muxalefet dibîne, lê li herêmên ku di destê wan de ye, gelek sûcên li dijî mirovahiyê kirine, bi rêveberiya Şamê re dike, bêyî ku diyar bike ka ew ê ji herêmên ku derketine vekişin yan na.
Ji statubûnê bêpar dihêlin
Ji bo ku kurdan ji statûya xwe bêpar bihêle, karê pêşiya tirkiya bi rejimê re pêşxistina têkiliyan e. Ji ber vê yekê ew dikarin bi rehetî komên girêdayî xwe biterikînin, lê dê pirsgirêkên ku ev yek çêbike hebin. Armanceke din jî avakirina herêmeke tampon a ku bi rejîmê re hatiye lihevkirin û bicihkirina hin penaberan li wir e. Ji ber vê çendê behsa aştiyê bike jî, polîtîkaya sereke ya Tirkiyeyê têkbirina aramiya Sûriye û Rojava, amadekirina zemînê ji bo dagirkerî û êrişên nû ye.
Hêviyên vî welatî dixe bin siyê
Weke HDP’ê me ji bo çareseriya siyasî û mayînde ya li Sûriyeyê bêyî destwerdana hêzên derve, di navbera xwe de hevdîtinên rasterast diparêzin. Li aliyê din çeteyên sûcê şer dikin demildest li welatên xwe bên darizandin û rêxistinên wan bên rakirin û rê li ber bêçekkirina li herêmê bê vekirin. Lihevhatina muxalefetê ya ku AKP-MHP’ê jê re dibêje “terorîst” an jî “dijmin”, hêviyên vî welatî yên aştî û îstiqrarê dixe bin siya xwe. Çawa ku em li Tirkiyeyê li ser esasê çareseriya siyasî nêzîkî pirsgirêka kurd dibin, ji bo Sûriyeyê jî heman tiştî difikirin.
Em ne di heman keştiyê de ne!
Dîsa Erdogan ji her kesî xwest ku wekî yê ku hemû welat xeranekiriye dibêje 'Em di heman keştiyê de ne'. Em bi we re ne di heman keştiyê de ne. Em bi gelê xwe re di heman keştiyê de ne. Em dipirsin: Kê ev 20 sal in vî welatî îdare kiriye? Kî hemû siyaseta xwe ji bo parçekirina civakê bi kar tîne? Yên ku îhaleyên bi milyaran dolar û ewro kirîn ji xezîneyê bi pereyên biyanî hatine garantîkirin û gundiyên belengaz ên ku ji bo çandiniya erdê xwe timî deyndar in û ji ber bihaya tov, gubre û elektrîkê perçiqîne?
Banga Mîtînga 1'ê Îlonê
Em ê bi gelê xwe re dîsa li qadan têkolînê bidin, li dijî polîtîkayên şer bi milyonan di nava çalakiyan de bin. Li dijî şer û tecrîdê em ê di 1'ê Îlonê de li qadan bin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi mer e tevli çalakiyên me yên ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhan ên ku em ê b bi dirjûşma 'Şer winda dike, aştî qezenc dike' li dar bixin bibin. di 1'ê Îlonê de li Wanê bi Hevserokên xwe yên Giştî Pervîn Buldan re û li Mîthat Sancar re jî li Şirnexê mîtîngan li dar bixin. Li her derê jî em ê bi hêzên ked û demokrasiyê re li qadan bin, li dijî şer em ê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku em dibêjin şer winda dike aştî qezenc dike."