Lêçûna şer: Qetilkirina jin û zarokan, talana xwezayê û koçberî
- 09:03 25 Tebax 2022
- Ramyarî
Oznur Deger
ENQERE - Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Nîlgun Salmaner da zanîn ku siyaseta şerê ku desthilatdarî dimeşîne bandorê li ser jin û zarokan dike û got: “Bandora şer herî zêde li ser jin û zarokan dibe. Di şîdet û qetilkirina jinan de rêbazên cuda hene. Ev jî nîşan dide polîtîkayên şerê taybet li hember jinan pêk tê. Divê em ji şer re bêjin na.”
Desthilatdariya AKP-MHP’ê di demên dawî de êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Di 18’ê Tîrmehê de li gundê Şemokê yê li ser riya Tîl Temir û Hesekê bû li hember dibistanekê êrîş pêk hat 4 zarok hatin qetilkirin 11 zarok birîndar bûn. Di mehekê de 9 zarok , 8 jin bi giştî 39 kes hatin qetilkirin, 73 kes birîndar bûn. Ligel vê di serî de Kobanê li hember 45 gundan êrîş pêk hatin.
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Nîlgun Salmaner bandora şer a li ser jinan nirxand.
‘Li EfrÎnê jin tên revandin’
Nîlgunê diyar kir ku li her derê cîhanê şerê vesayetê didome, herî zêde jî li Rojhilata Navîn û çar parçeyê Kurdistanê şer didome û got: “Encamên şer gelek bi êşin. Di encama êrîşan de sivîl jiyana xwe ji dest didin. Şerê li Tirkiyeyê jî bandor li ser jinan dike. Li qadên şer tê meşandin tacîz, tecawiz û îşkence tê veşartin. Li Efrînê jin tên revandin û tecawzkirin. Di encama vê de jin întîxar dikin. Em polîtîkayek veguheriye îşkencê dibînin.”
‘Çawa bandor li jinan dibe’
Nîlgunê bi lêv kir êrîş li hember qadên wek nexweşxane, dibistan û yên ku mirov tên gel hev pêk tên û wiha daxuyand: “Zarok di encama van êrîşan de seqet dimînin. Dema wisa dibe bandora şer li Tirkiyeyê jî dibe. Butçeya parastina Tirkiyeyê di ser trîlyonekê re ye. Ev jî bandorek mezin a cidî ya wek xizaniyê li ser gelan û bi taybet li ser jinan dike.”
‘Butçe ji şer re tê veqetandin’
Nîlgunê da zanîn ku yek ji sedema xizaniya jinan butçeya ji şer re tê veqetandinê û ev tişt bi lêv kir: “Jinên li Tirkiyeyê di bin qirkirina zayendî de ne. Peymana Stenbolê hat rakirin. Her jin hewce bi parastinê dibîne. Lê stargeh kêmin. Ev jî nîşan dide ku butçe diçe ku derê.Wezareta polîtîkayên malbat û civakî di serdana esnafan de got ‘Niha li Bakurê Sûriyeyê dewletek Kurd tê avakirin. Em jî hewl didin ku neyê avakirin. Hêzên tirk ji bo ev neyê avakirin têdikoşin.’Ev nîşan dide ku deshilatdarî çawa dinêre. Bi vê dixwazin peyamê bidin Kurdan. Lê li Rojava têkoşînek mezin tê dayîn. Jin pêşengiya vê dikin. Divê em li dijî vê derkevin û ji vî şerî re bêjin na.”
‘Penaber wek alav tên bikaranîn’
Nîlgunê her wiha bi lêv kir ku yek ji bandora din ya şer a li ser jinan zêdebûna şîdet û kuştinên jina ye û wiha berdewam kir: “Bandora şer herî zêde li ser jin û zarokan e .Di şîdet û qetilkirina jinan de rêbazên cuda hene. Ev jî nîşan dide polîtîkayên şerê taybet li hember jinan pêk tê. Divê em ji şer re bêjin na. Aliyekê din yê şer jî penaberin. Di arenaya siyasî de penaber ji aliyê dewletan ve wek alav tên bikaranîn. Yên herî zêde koçber dibin jî jin û zarokin. Dîsa di vir de yên herî zêde bi bandor dibin penaberin. Her wiha dîsa xweza di encama şer de texrîbateke mezin dibîne.”
‘Jin seknek zelal nîşan didin’
Nîlgunê bal kişand ser sekna zelal a jinan ya li hemberî şer û got: “Li Efîn û Îdlîbê mexduriyetek mezin a şer tê jiyîn. Her carê muxalefet vê ji nedîtî ve tê. Her tezkereyê erê dike û tiştên tên jiyîn tune dihesibîne. Divê şer tê çi wateyê baş bê nîqaşkirin. Divê xeteke hevpar a ku ji şer re bêjin ‘na’ bê şopandin. Ji ber vê jî di parlamentoyê de divê bandora şer û şer tê çi wateyê baş bê nîqaşkirin.”