Ebrû Gunay: Salîh Aydenîz îradeya gel e
- 14:52 23 Hezîran 2022
- Ramyarî
ENQERE - Ebrû Gunay di civîna çapemeniyê de bal kişand ser hewldana betalkirina parlamenteriya Hevseroka giştî DBP'ê Salîha Aydenîz û got: "Salîha îradeya gelê Amedê ye ku bi dengê gel hatiye hilbijartin. Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Salîhayê darbeya li îradeya gel e."
diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku pirsgirêka Kurd çareser nekiriye veguheriye enqazekî û got, bi dervehiştina Kurdan a li qada siyasetê, pirsgirêk çareser nabe.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de heyî nirxand.
Ebrû di civînê de wiha axivî:
"Derfet hene pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk were çareserkirin. Yekane çareseriya vê pirsgirêkê rê û rêbazên demokratîk e. Ji bo vê jî ya pêwîst guhertina mejî ye. Feraseta rêveberiya tekperest a ku gelan û bawaeriyan li derve dihêle wê ti carî nikaribe pirsgirêka kurd çareser bike. Ya ku sed sal e tê kirin ev neçareserkirin e.
Di rewşa heyî de Tirkiye ya ku ev pirsgirêk çareser nekiriye, bi hemû saziyên xwe veguheriye enqazekî. Eger di sedsala duyemîn de wê Tirkiye bibe komareke demokratîk û aştî misoger bibe, mifteya herî mezin a vê yekê jî çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Divê ev yek tavilê bê pêkanîn. Bi dervehiştina kurdan a li qada siyasetê pirsgirêka kurd çareser nabe, ji xwe çareser nebûye.
Berdêla xwe çi dibe bila bibe HDP'ê tu carî dest ji xwestina aştiyê û têkoşîna ji bo aştiyê berneda. Şertê destpêkê yê misogeriya aştiyê, bidawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan e û avakirina rêyên diyalogê ye.
Salîha Aydenîz îradeya gelê Amedê ye ku bi dengê gel hatiye hilbijartin. Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Salîhayê darbeya li îradeya gel e. Û zexta li ser îradeya kurdan û HDP'ê, bêdengiya li hemberî vê faşîzmê, encameke rûbirûnebûna li rastiya pirsgirêka kurd e. Yên ku rû bi rûyê vê rastiyê nebin wê winda bikin.
Eger hûn dixwazin vê rastiyê fêhm bikin, bala xwe bidin ser Srî Lankayê ku we ji xwe re kiribûn mînak. Dema ku hewl da plana têkbirinê bimeşîn, ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve bi xwe têk diçe. Gel dest danî ser qesran. Wezîrê dewletê yê ku zilm li gelê Tamîlê kir, neçar ma ku ji welêt bireve. Lewma jî çareserî ne bi zext, girtin, şer û êrişê ye. Dest ji vê siyasetê berdin. Bi vê siyasetê, bi zext, girtin û şer hûn ê nikaribin encamê bi dest bixin."