Pervîn Buldan: Di dijminatiya li hemberî kurdî de ketine pêşbirkê
- 14:32 17 Gulan 2022
- Ramyarî
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di komcivînê de bertek nîşanî êrişa li hemberî cenazeyê Aysel Dogan da. Her wiha Pervîn di civînê de wiha bal kişand li ser êrişên li hemberî ziman: "Ez ji hêza qedexekar, asîmîlasyonîst û înkarker re dibêjim; Gelê kurd çawa ku duh li hemberî zîhniyeta we xwedî li ziman, stran û dengbêjiyê derket, îro jî wê hîn bêhtir parastina ziman û çanda xwe bidomîne."
Vê îktidara ku dijminê kurdan e divê baş bizanibe, hûn ê bi zilma xwe negihîjin tu encamê. Wê ziman û çanda me her azad be.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe de li Meclisê têkildarî mijarên di rojevê de axivî.
Pervîn, ji hevserokê xwe Mîthat Sancar ku dayika wî rehmet kiribû sersaxî xwest û dest bi axaftina xwe kir. Pervîn cangoriyên meha gulanê bi bîr anî û destnîşan kir ku ew di şexsê ji pêşengiyên şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya û Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên li Zindana Amedê ku xwe şewitandibûn tevahiya cangoriyên li dijî zilmê canê xwe ji dest dane bi hurmetî bi bîr tînin.
Axaftina Pervînê ya li meclîsê wiha ye:
"Em bi boneya Hefteya Windayan a Navnetewî ye Dayikên Şemiyê silav dikin. Em ê her roj li aqûbeta windayan bipirsin û li edaletê bigerin. Heta ku bi heqîqetê re rûbirû bimînin û edaleta rasteqîn bi cih were. Hafizeya civakî û wîjdan wê qet destûrê nede ku ser windayan bê girtin û dê kujer neyên ji bîrkirin. Em ê nedin ji bîrkirin.
Ez ji xwedayê dilovan rehmetê bo hêja Aysel Dogan dixwazim. Bila serê malbata wê, heval û hogirên wê sax be. Jiyana Aysel Dogan li girtîgehan, sirgûnan derbas bû. Ew parêzvana aştiyê bû. Di sala 1999’an de ji Ewropayê di nava Koma Aştiyê ya 2'yemîn de hat Tirkiyeyê. Lê hat girtin. Di nava şert û mercên hefsê de penceşêrê ket. Piştî ku nexweşiya wê lê pîr bû hat berdan. Ji bo tedawiyê çû Ewropayê û li mişextiyê jiyana xwe ji dest da. Roja şemiya bihûrî li malbat, heval û xizmên wê xwestin wê li Dêrsimê bi merasîmekê veşêrin. Lê belê polîs û leşkeran destûr nedan ku cenaze biçe mala malbata wê û xatir ji malbatê wre xwestin. Asteng kirin, êriş kirin. Ev ne bes bû cenazeyê Aysel Dogan revandin. Bi maşîneyên zirxî derdora goristanê dorpêç kirin. Yên ku xwestin biçin tevli merasîmê bibin bi êrişa gaza îsotê û ava şid re rûbirû man.
Ez bi tundî yên ku vê eziyetê li cenaze kirin, yên ku ferman dan û berpirsiyarên siyasî yên li pey vê meseleyê şermazar dikim. Polîtîkaya durûtiyê ya îktidara AKP’ê ya, dijminatiya wê li hemberî Gelê Kurd carek din pir eşkere û vekirî derket holê. Zîhniyeta yên ku îşkenceyê li cenaze kirin, hurmetê nîşanî mirî nadin carek din xwe di nava laneta dîrokê de bi cih kir. Helbet em ê rêzgirtina ji bo mirî û edaletê bînin ser vê axa qedîm. Em ê tevî hemû astengî û qedexeyên AKP’ê viya bikin û bi serkevin.
Vê îktidara dijminê kurdan divê baş dizanibe ku êrişî cenazeyê Aysel Dogan kir, yê ku Aysel Tugluk dişîne mirinê baş dizanibe ku hûnê bi vê dijminatî û zilma xwe nehgihîjin tu encamê. Hûn ê nikaribin bi me û gelê me gavek jî paşve bidin avêtin. Ne ew mexseda we ya xerab dê li vî welatî aştiya ku bû xewna Ayselan zindî bibe. Ev ji bo Ayselan soza me ye.
Ev êrişa ku me li dijî merasîma cenaze dît, tirsa nava dilê îktidarê ye. Derûniya wan ji me û têkoşîna me xera bûye. Ev yek jî têkçûna wan dide xuyakirin û radixe ber çavan. Belê, ne çîrokek wan heye ku raya giştî razî bike û ne jî rûyê wan heye ku derkeve pêşberî gel. Her roj bi bêhiqûqiyeke nû, bi planeke nû û xerabiyeke nû derdikevin pêşberî civakê, ji bo ku rûxandina aborî, krîza aborî û kedê veşêrin. Pirsgirêkên welat qet nakevin rojeva wan. Derdê wan tenê cihê wan e, qoltixê wan e. Hûn dibînin, siyasetmedarekî muxalîf tê cezakirin. Hûn dibînin, hewl didin qanûna astengkirina medyaya civakî bixin rojeva civakê.
Binêrin ev têr nake, vê carê jî radibin mîna ku tiştekî baş be, tiştek din dikin. Her roj qeyd û bendek nû datînin pêşiya kurdan û li zimanê kurdî dixin. Her ku diçe êrişa li ser ziman, çand û hebûna kurdan zêdetir dikin. Di dijminatiya li hemberî kurdî de ketine pêşbirkê. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bû. Hewl dan pêşî li çalakiyên ku li Amed û Stenbolê bên lidarxistin bibin asteng. Ev ne bes e, Şaredariya Derînceyê ya Kocaeliyê ya AKP’ê konsera hunermenda kurd birêz Aynur Dogan qedexe kir. Ev qedexeya konserê ne bes bû, vê carê jî Şaredariya Çayirova ya Kocaelî ya AKP'ê lîstika 'Don Kixot' a Şanoya Bajêr a Amedê asteng kir. Waliyê Mûşê jî konsera birêz Metîn û Kemal Kahraman asteng kir. Konser qedexe ye, şano qedexe ye, huner qedexe ye, meş û mitîng qedexe ye.
Ew di pratîkê de rewşa awarte ya defakto pêk tînin. Bi derewa têkoşîna li dijî qedexeyan derketin rê û bûn îktîdara herî qedexekar a di dîrokê de. Ez ji hêza qedexekar, asîmîlasyonîst û înkarker re dibêjim; Gelê kurd çawa ku duh li hemberî zîhniyeta we xwedî li ziman, stran û dengbêjiyê derket, îro jî wê hîn bêhtir parastina ziman û çanda xwe bidomîne."
Pervîn di berdewamiya axaftina xwe de jî bal kişand ser mijarên din ên di rojevê û amadekariyên li dar xistina kongreya mezin a partiya xwe.