Ayşe Acar Başaran: Bi milyonan kes bi yek dengî azadiya Birêz Ocalan anîn ziman

  • 09:07 30 Adar 2022
  • Ramyarî
 
Dilan Babat
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku bi mîlyonan kes di Newrozê de daketin qadan û bi yek dengî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn ziman.
 
Di Newroza 2022’yan de ku bi mîlyonan kes daketin qadan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin û peyama yekitiya neteweyî hat dayîn.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran Newroza 2022’yan ya bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin bibîr xist.
 
* Îradeya di 8’ê Adarê de jinan birin qadên Newrozê. Jin û ciwanan mohra xwe li Newrozê dan. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?
 
8’ê Adarê wek dîrokî tê dest girtin lê ji bo jinan her roj roja berxwedanê ye. Di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de wêneyên hepar yê têkoşînê tê dayîn. Li Tirkiye û Kurdistanê 8’ê Adarê bi biryar derbas dibin. Îsal li Kurdistanê Tevgera Jinên Azad (TJA) 8’ê Adarê organîze kir û bi jinên eniya Tirkiyeyê re çalakî pêk anin. Li Kerboranê di 25’ê Sibatê de starga 8’ê Adarê hat dayîn. Kerboran cihê ku hevala me Garîbe Gezer lê hatibû dinê ye. Bi vê startê me xwest em peyamê bidin pergala êrîşakar û îşkencekar a li dijî girtiyên siyasî pêk tê. Me wek Meclîsa Jinan li Îzmîrê jî starta 8’ê Adarê da.  Du start hatin dayîn.
 
Dirûşmeya 8’ê Adarê "Dem dema jinê ye" bû. Em Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya ‘Em ê bi hevre biguherin’ daketin kolanan. Pergala serdest ku hewl dide jinan serdest bike ji bo rejîma xwe bidomînin êrîşê jinan dikin. AKP 20 sale bi tu awayî bi perspektîfa azadiya jinê nêz nebû. Her tim hewl da jinan sînor bikin. Bi qedexeya qurtajê û xespkirina gelek mafên jinan hewl dan jinan biçewisînin. Polîtîkayên wan yên demên dawî şîdeta li ser jinan xwedî dike. Ev jî perspektîfeke ji bo pêşî li têkoşîna jinê bê girtinê ye. Di pêvajoya 20 salan de şîdeta li ser jinan pir zêde bûye. Şîdet we ji sedî 12 zêde tê dîtin lê ev hîn bêtir zêde ye. Di salekê de bi hezaran jin rastî şîdetê tên.  Tên tecawizkirin û qetilkirin. Dewlet bixwe mekanîzma pêkanîna şîdeta li hember jinê ye. Ev dema AKP’ê de hîn bêtir zêde bû. Me jinên kurd li dijî van êrîşan her tim têkoşîna xwe meşand û em xwedî li destkeftiyan derketin. 
 
Yek ji rojevên sereke tecrîd bû. Jin ji ber di ferqa vê şîdet û êrîşê de bûn 8’ê Adarê gelek xurt derbas bû.  Em bi êrîşan re hatin rû hev, li Stenbolê meşa femînîst a şevê hat astengkirin. Bi rojan beriya meşê hat gotin hatiye qedexekirin. Stenbol bû bajarê awarte. Serî gavê polîs hatibûn bicihkirin. Jin hatin astengkirin û binçavkirin. Tevî hemû astengiyan jinan meşa xwe pêk anîn. Heman dîmen li Amedê jî hatin dîtin. Jin tevî hemû astengiyan barîkat rakirin û ketin qadê.
 
* Piştî 8’ê Adarê hûn tevlî Komxebata Jinan a Kurd ya li Silêmaniyê pêk hatin bûn. Gelek jin ji her çar parçeyê Kurdistanê tevli bûn. Girîngiya vê hevdîtinê çibû? Çi hatin axaftin û nîqaşkirin?
 
Êrîşek li hember azadiya jinê heye. Erdnîgariya Kurdistanê bûye wek qada şer û bedena jinê vediguherin qada şer û tecawizê dikin alav. Têkoşîna jinan û têkoşîna kurdan hedef tê girtin. Di vî alî de pêkhatina komxebatê girîng bû. Ji her çar alî jin tevli bibûn. Pirsgirêk ji hev ne cuda bûn. Jinên ji Rojava hatibûn, ji Şengalê, aliyê din hatibûn heman pirsgirêk dijiyan. Li wir carek di derket holê ku; armanca hedef girtina jinên kurd ji ber pêşengtiya wan ya ji bo civakê ye. Netew dewlet hewl didin têkoşînê beralî bikin.  Derbarê vê de nirxandin hatin kirin. Hema piştî wê encamname hat deklerekirin. Şîdeta li ser jinê dikare çawa pêşî lê bê girtin. Êrîşên li hember destkeftiyên jinan dikarin çawa bên rakirin. Azadiya jinê çawa dikare pêkan be. Rê û rêbazên hewcedarî pê hene hatin nîqaşkirin.
 
Ji bo vê jî derket holê ku konferansa netewî û jinên kurd hewcedariye û di encamnameyê de jî wek biryar derbas bû. Jinên kurd nîqaş kirin ku di ve rê û rêbazên çareseriye bên nîqaşkirin. Ji Rojava jin hatibûn. Rojava di vî alî de model û perspektîfeke hêviyê dide me ye. Em bi hêvî vegeriyan. Piştevaniyek pir xurt hebû li wir. Di vê navberê de tevlibûn û tespît jî gelek bi nirx bû.
 
* Di 21’ê Adarê de tevlî provakasyon û muxalefeta hewayê li Amedê gel daket qada Newrozê. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin? 
 
Me 8’ê Adarê bi coşek mezin derbas kir. Vê bandor li Newrozê jî kir. Qadên Newrozê bi jin û ciwanan tije bûn. Ev gelek girîng bû. Di vê pêvajoyê de li hember partiya me êrîşek mezin pêk tê. Di Newroza îsal de tabloyek wisa derket holê. Desthilatdariye ku 7 sale bi polîtîka şîdetê hewl dide bi rêve bibe heye. Bi girtin, binçavkirin, wêrankirina bajaran, qirkirina jinan, ferzkirina sîxurî, polîtîkayên fuhuş û hişbirê yên li hember ciwanan û jinan. Li dijî van êrîşan gelê kurd bûn yek. Ji eniyeke mezin a têkoşîna hevpar a Gelê Kurd tevlibûnek hebû. Peyama wan girîg bû. ‘HDP li vir e’. HDP li qadê bi daxwazên xwe hebû.
 
Ez tevli Newroza Şirnexê bû. Şirnex cihekî girîng e. Bi taybet dema rêveberiyên xweser de êrîşên li wir pêk hatin û serhildanên gel yên hatin jiyîn. Li Sîlopî û Cizîrê gel qad tije kiri û rastiyeke ku gelê Botanê qdan terk nakin derket holê. Li Êlih û Amedê jî heman konsept hebû. Li Amedê tevî hemû êrîşan mîlyonan qad tije kirin. Ev rewşek xwesere. Yek ji Newrozên herî xwirt a dîroka me bû. Gelan nexşerêya di nameya 2013’yan de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye xwendin dan. Gelan mutabakata Dolmabahçeyê bibîr xistine.
 
* Di Newrozê de yek peyama herî girîng azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Hûn vê peyamê çawa dinirxînin?
 
Ez di wê baweriyê de me ku desthilatdarî vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Desthilatdariyê di 2015’an de hevdîtina fermî ya dawî bi Birêz Ocalan re kir. Piştî wê pêngav bi pêngav plana têkibirinê kir dewrê. Li qada Newrozê ev rastî pir zelal derket holê; plana têkbirinê têk çû. Di destê desthilatdariyê de têk çû. Biser neket.  Derket holê ku pirsgirêka kurd bi vê rêbazê çareser nabe. Li her derê şopên fermî hene. Lê li Amedê ji bo dîmena girseyî dernekeve holê çi ji destê wan hat kir û zemîna provkasyonê ava kirin. Hewl didin pirsgirêka kurd bi înkar û îmhayê çareser bikin. Lê kurd her diçin xurt dibin. Daxwazên xwe zelaltir tînin ziman. Peyama wan ya herî girîng ev bû ‘Em li vir in, em bi ziman, reng, cil û berg û drûşmeyên xwe li vir in’. Ev Newroz jî yek ji Newrozên xwedî derketina nasnameyê bû. Hemû dirûşme der barê sala 2013’yan bû. Dema navê Birêz Ocalan derbas dibû ji derve bi muzîkê asteng dikirin. Lê me carek din bi zelalî dît ku gel xwedî li fikrên Birêz Ocalan derdikevin. Yên tevlî Newrozê bûn mutabakata Dolmabahçeyê bibîr xistin. Çareseriya pirsgirêka Kurd ev e. Muxatab diyar in. Peyama herî mezin ya hat dayîn azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan bû. Yek deng ji Newrozê bilind dibû.
 
* Rojeva Newrozê yek ji mijarên di civîna partiya we de hat axaftinê bû. Gel bi aşkera Abdullah Ocalan nîşan da. Di civakê de ev peyam hat dest girtin? Wê di vê ijarê de çi xebat derkevin holê?
 
Yek ji rojevên sereke ya partiya me tecrîd bû. Tecrîd bandoreke mezin li ser civaka Tirkiyeyê, li ser gelên Rojhilata Navîn, li ser jinan û hemû kesî dike.  Her wiha krîzên li Tirkiyeyê jî ji ber tecrîdê pêk tên. Ev yek ji mijarên esas ya rojeva me bû. Tecrîd di destpêkê de wek xelekekê dikare bê nirxandin. Lê krîza niha gel dijîn, qirkirina jinan, şûndeketina demokrasiyê, alî dîplomatîk de ketina Tirkiyeyê. Ev hemû girêdayê tecrîdê ne. Ev rojeva sereke ya partiya me ye. Daxwaza di Newrozê de derketiye pêş jî der barê vê de ye û di rojên pêş de hewcedarî bi nexşerêyek xurt heye. 
 
Peyama spasiyê
 
Ez ji bo hemû kesên bi biryareke mezin li qada Newrozê bûn spas dikim. Ji ber ev moral û hêz dan me, em spas dikin. Gelek binçavkirin çêbûn lê tevî vê rastiyeke gel hebû. Ji ber em parçeyeke vê têkoşînê ne û pêşengiya gel dikin, em serbilindin û ev rumetiyeke mezin e. Em ji bo hemû gelê xwe spas dikin.