Hilweşîna şer û talanê ya nayê veşartin

  • 09:01 28 Cotmeh 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî daristan tên tunekirin, ev jî rastiyeke bi xeternak a li pêş me ye. Bêguman li van daristanan bi mîlyonan zindî, dar, nebat dimirin. Piştî şeran, dewlet gelek pirsgirêkên wek aborî-civakî dijîn û ji ber vê sedemê dewlet girîngiyê nadin polîtîkayên derdorê û zêdetir serî li hilweşîna ekolojîk didin. 
 
Îlden Kîbar
 
Bandora şer a li ser mirovan, encamên wê yên bi xof, tên belgekirin, lêkolînkirin û dikevin bin qeydan. Lê em mirov ji bandora vê ya li ser gerdûnê yan jî daneyên vê agahdar nînin. Şer tenê mirovan nakujin û ekosîstemê bi giştî tune dike û veguhestina wê jî asteng dike. Em dizanin ku şer ji bo berjewendiyên dewletan e. Aşkera ye ku tu berjewendiya gelan û xwezayê ji vê talanê tune ye. Ji destpêka dîrokê heta niha û di gelek mînakên şer de jî ku hatiye dîtin, yên winda dikin gel û gerdûn e.
 
Têkiliya şer raste raste bi krîza avheweyê re ku li hemû cîhanê ji aliyê gelek welatan ve behsa wê tê kirin, heye. Di demên şer de belavbûna karbonê li her derê belav dibe lê tu welat vê nake mijar. Di şerê Rûsya-Ukrayna ku hîna jî didome û di şerên din ên pêk hatine de hedefên ewil depoyên petrolê ne, cihên hilberandina gaza xwezayî û xetên boriyan e. Li van xeta dixin û bi vê re jî gaza jehrî belav dibe û bi şewatê re gaza sera belav dibe. Her wiha şewitandina daristanan, tunekirina nebatên xwezayî jî mînakek din a hilweşîna ekolojiyê ye. 
 
Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî daristan tên tunekirin, ev jî rastiyeke bi xeternak a li pêş me ye. Bêguman li van daristanan bi mîlyonan zindî, dar, nebat dimirin. Piştî şeran, dewlet gelek pirsgirêkên wek aborî-civakî dijîn û ji ber vê sedemê dewlet girîngiyê nadin polîtîkayên derdorê û zêdetir serî li hilweşîna ekolojîk didin. Her wiha piştî şerên tên jiyîn avakirina bajarên ku hatine hilweşadin jî ji nû ve encamên qirêj derdixe holê. Roj bi roj bi teknolojiyên nû re sanayiya şer mezin dibe û ev endustriya herî mezin a zirarê dide gerdunê derdikeve pêşberî me. 
 
Li gorî gelek daneyan, gelek welat dibin sedema belavbûna karbonê. Emîsyonên ku artêşa Qiraltiya Yekbûyî dibe sedem, ji emîsyona 60 welatî zêdetir e. Dîsa emîsyona karbona ku artêşa DYA’yê dibe sedem ji welatên din pir zêdetir e. Li cihên ku tesîsên leşkerî lê hene ax û av bi kîmyasalê qirêj dibe. Ev bi qasî ji bo mirova mirovan bi zirare ji bo hemû zindiyên xwezayê bi zirar e û dibe sedema mirinê. Wek gelek welatî li Tirkiyeyê jî di encama faliyetên Wezareta Parastinê de  der barê belavbûna karbonê de tu dane em nikarin xwe bigihînê ne. Hemû xebatên di qada leşkerî de tên kirin, ji rêziknameyên di vê çarçoveyê de tên kirin de bêpar tên hiştin. Bi vê jî sînor namînin û bi taybet çekên kîmyewî yên qedexe ne, li erdnîgariya Kurdistanê li ber çavê hemû cîhan, rayagiştî ya navneteweyî û rêxistinên di vê mijarê de hatine avakirin, tên bikaranîn û bêdengiyek mezin bêbertekiyek mezin wek şerma mirovahiyê di hişê me de bicih dikin. 
 
Li aliyê din jî çekêm kîmyewî, bi qasî li ser mirovan zirarek mezin dikin li ser hemû cîhanê texrîbateke ku vegera wê tune ye dike. Peymana Neteweyên Yekbûyî (OPCW) ku Tirkiye jî di nav de ye û 180 welatî îmze kiriye, der barê welatên ku madeyên kîmyewî bi kar tîne de berpirs e ku lêkolînê bike lê divê em ji bîr nekin ku yên çekên kîmyewî hildiberînin, firotina wan dikin û bi kar tînin ên vê peymanê pêk tîne ne. Ji ber vê ye ku ji Vîetnamê heta Helebçeyê, ji Japonyayê heta Kurdistanê bikaranîna çekên kîmyewî hatiye bikaranîn û tê bikaranîn. Li Kurdistanê  tevî ku gelek daneyên şênber ên der barê ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn de, hene jî OPCW tu hewldana wê tune. Li dijî vê talanê ker, lal û kwîr dimînin.
 
Şer di seranserê dîrokê de bûye êşa hilweşînkar a ku ekosîstemê diguherîne. Ev ne tenê bi pevçûnên raste rast, beriya vê  amadekarî, hilberîna çekên şer, çekên nukelerê, qirêjiyên çavkaniya leşkerî û perwerdeyê dertên pêşberî me. Modernîteya kapîtalîst xwezayê wek mulk dibîne; netew dewlet ji bo berjewendiyên xwe hemû mirovahî, xweza, sewalan wek alavên ku dikarin tune bikin dibînin.  Ji bo zirarê bidin aliyê hember kuştin, şewitandina daristanan, kuştina sewalan, tunekirinê wek stratejiya şer derdixin pêşberî me. Di demên borî de dema çek dihatin bikaranîn, gelê dijmin dihat tercîhkirin û îro jî li ser sewalan diceribînin, heta hedefa zindî tê bikaranîn. Di cerebandinên çekên nuklerê de em dizanin ku bi mîlyonan sewal hatine qetilkirin. Di bin behrê de bi pergala radarê test hat kirin û gelek sewalên behrê ji ber pirsgirêkên jiyan mirin û li peravê xistin. Kamerayên li ser masiyên Yunus hatin bicihkirin jî bû sedema qetilkirina wan ya ku gumana wan heye.
 
Teknolojiya şerê nû, roj bi roj pêş dikeve û li aliyê din jî ceribandinên van teknolojiyan tên kirin. Li Okyanusa Atlas, DYA ji bo keştiyên balafirê test bike 18 ton teqemenî bi kar anî. Yên ku dixwazin berteka keştiyê li dijî bombeyê bicerebînin,  zindiyên wir ne xema wan e. Teqîn gelek xurt e û bi qasî erdhejekê mezinahiya wê 4 tê vegotin. Di lêkolînên hatine kirin de di zindiyên behrê de radyoaktîf heye. Hemû welatên xebatên nuklerê dikin, cerebandinên xwe di okyanusan de dikin.