Rretrospektîfa eko-kapîtalîzm û ji bo têkoşîna ekolojîk alternatîf

  • 09:03 21 Çile 2022
  • Nîqaşên Jineolojiyê
“Kî Dikare biryara nirxa çemekê bide? Kî dikare cesareta ku bihayê dar û çiyan diyar bike? Lêçûna şopandina kulîlkên biharê vedikin çiye? Bihayê piyasaya çûkên sibehê dikin wiqe wiq çiye? Kî dikare nirxa rast ya tîrêjên rojê fêm dike? Nirxên jiyana mirovan çawa dikare bê diyarkirin? Û ya herî girîng, çawa dibe ku em tevlî biryarên mirin-mayîn ya ku wek nifûsa global bandor li qedera me dike, nakin?”
 
Moyohuani D 
 
Eko kapîtalîzm bi berdewama kara ku aliyê piyasayên serbest tê bidestxistin re der barê rizandina ekosîstema global de, çalakiyan ferz dike û di encama vê de jî bandorên li ser jiyana zindiyan du daxwazên bi naqok dertîne holê. Mifteya xwegîhandina hedefên başkirina hawirdorê, taybetkirina esasên xwezayê û bi riya bazirganiyê veguhertina sermaya xwezayî. Ev ji bo mêtîngerî û neoblîberalîzmê derfete û  kapîtalîzm çareseriya pirsgirêkên global  heyî dihesibîne û ev jî hemû jî dibin sedema van tiştan. Bi pere sûc û berpirsyariya tunekirina gerdunê tê zivikirin. Têgehên aktîfbûn, berdewamkirin û teknolojîk bi propangadayê bi gel tê erêkirin.
 
Krîzên dedorê jî karê pêk tîne. Parêzvan, hikûmet, sazî, şîrket, saziyên xêran, STK, banka, saziyên fînansî yên navneteweyî û yên din. Bi îfadeyên naqok û daneyên şaş ev pêk tên. Hestiyarî, şopandin, lêkolînkirina têkiliyan, dikare pêşî li kemînê bigire.
 
Her hêmaya xwezayê wek çavkaniyeke nirxa wê ya aborî heyet ê dîtin û ev venasîna sermaya xwezayî ye. Lê kesek di şertên fînansî de hebûna wê çawa dikare îfade bike? Kî dikare biryara nirxa çemekê bide? Kî dikare cesareta ku bihayê dar û çiyan diyar bike? Lêçûna şopandina kulîlkên biharê vedikin çiye? Bihayê piyasaya çûkên sibehê dikin wiqe wiq çiye? Kî dikare nirxa rast ya tîrêjên rojê fêm dike? Nirxên jiyana mirovan çawa dikare bê diyarkirin? Û ya herî girîng, çawa dibe ku em tevlî biryarên mirin-mayîn ya ku wek nifûsa global bandor li qedera me dike, nakin?
 
Li cihê hêvî heye derfeta tevgerê jî heye
 
Lê her tişt winda nebûye. Li cihê hêvî hebe derfeta tevgerê jî heye. Ev berdewama karê ne mijara lêgerîna enerjiya keske. Ji bo hemû civakên ekolojîk, avakirina belavkirinek wekhev, hevsengi û aramiya ekolojîke.
 
Mirovên tên binpêkirin wê xwezayê binpê bikin. Di encamê de xwe bixwe binpê dike. Ji bo têkoşîneke ekolojîk ya xweser û hişmend, divê ewil mirov ji xwe destpê bikin. Em li ku disekinn, em çi hedef dikin, divê em şexsî û civakî vê diyar bikin. Ev pêngava ewile. Divê em di riya ziman û perwerdê xwe xurt bikin.
 
Bi riya rêveberiyên xweser divê em ji bo xwe û kesên din bikevin tevgerê û pirsgirêkên hawirdorê yên global raste rast bigirin dest, alternatîfan biafirînin û li dijî pirsgirêkan di asta navneteweyî de bibin xwedî hişmend û piştevaniyê bikin. Ev gelek girîng e. Ji ber ku bi polîtîkayên dewletê bawerkirin zêde ne raste. Mînakên li jêr dikarin bibin mînakên ku cesaretê didin lêgerîna têkoşîna ekolojîk ya kesan.
 
Li gorî bankaya cîhanê, civakên herêmî ji sedî 80 curebûna biyolojîk a cîhanê diparêze. Bi civakên herêmî re jî derfeta ji bo têkiliya bi xwezayê re fêr bikin, hevkariyê, tê afirandin. Di heman demê de têgehên rêveberiyên xweser jî ji nûve vedinasîne. Di civakên herêmî de berxwedanên aktîf yên jinan gelek girîng e û xwe rêxistinkirin ji bo hemû jinan dibe mînak. 
 
Perwerde mifteya derfeta guherînê ye. Naskirina erdnîgarî û qada em lê dijîn, pêkanînên aydê pirsgirêkên derdorê û civakî dikarin cesaretê bidin me; pirgirêkên lezgîn yên derdorê dkarin bê destgirtin û ji bo afirangina guherînan hêz dikare bê qezenckirin. Li dijî kapîtalîzmê parastina xwezayê, ji bo vê  bidestxistina agahiyan, dikare organîzasyonek saxlem û kolektîf biafirîne. 
 
Xweserbûna jiyanê di rihê hebûnê de ye
 
Fêmkirina ku her hêmaya di jiyanê de parçeyeke hevgiya pir aliye, di alî civakên ekolojîk de dikare piştgiriyê bide pêşketina me. Li şûna rêbazên zirarê didin derdor û bedena me, divê em rêbazên perwerdê yên nû kîfş bikin û berhemên xwezayî bikar bînin. mînak em dikarin bermahiyên mutbexa xwe bikin zibil û ev jî parçeyeke biçûk yê guherînê ye. Divê em li gorî hewcedarî û erdnîgariya xwe tevbigerin.
 
Qadên ji ber hişkesalî, şer, şewitandina darizandan û kîmyasalê zirar dîtine dikare bê nûkirin û ev rastiyeke globale. Projeyên ekolojiyê esas digirin dikare axên dewlemend biafirîne. Armanc eve ku xebateke kolektîf bê meşandin.
 
Berxwedan û têkoşîn ancax divê ji dil de ji kûrahî bê hîskirin. Ev di rihê hebûna xweser a jiyanê de radizê. Di avakirina serdema nû de, divê em xwe guhdar bikin ku mirova dibe parçeyeke çawa. Beyî ku em cih bidin çavbirçîbûn û nefretê; hestên empatî, hezkirinê dikarin bibin çeka me ya herî xurt. Di esasên xwezayê de xwe naskirin parçeyeke herî mezin yê vê berxwedanê. Tiştên em bikin bêdawî ye.Parastina ekolojîk, parastina her tiştî eleqeder dike. Ev berpirsyariya me ye.