Di vekirina Mala Piştevaniyê de berteka li dijî qeyûm
- 12:21 22 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA – Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun di vekirina Mala Piştevaniya Jinan a Wêranşarê de axivî û got, "Îradeya jinan ji aliyê qeyûman ve tê tunekirin."
Şaredariya Wêranşar a Rihayê li navenda navçeyê bi beşdariya hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ya bajêr Sema Aişeoglû, Mala Piştevaniya Jinan vekir. Di vekirinê de li ser avahiya Mala Hevgirtina Jinan bi Kurdî, Tirkî û Erebî pankarta "Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" hate daliqandin. Gelek jin bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vekirinê bûn.
Beriya vekirinê jinên bi cil û bergên neteweyî li gel stran û govendê govend gerandin.
'Têkoşîna jinan wê bidome'
Hevseroka bajêr a DEM Partiyê Sema Aişeoglû di vekirinê de axivî û bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û got, “Weke jin em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin. Em qebûl nakin ku destkeftiyên jinan bên paşguhkirin."
Hevşaredar Bedriye Yorgun diyar kir ku 25'ê Mijdarê roja ku jin bi têkoşînê bi ser ketine û got:"Em jin paşde gav navêjin."
'Em siyaseta qeyûm qebûl nakin'
Bedriye Yorgun da zanîn jin ji bo aştiyê li qadan e û der barê polîtîkaya qeyûman de ev peyam da: “Ji aliyê qeyûm ve tê xwestin îradeya jinan bê tinekirin. Ez polîtîkaya qeyûman şermezar dikim. Em bi hilbijartinan hatin, em ê bi qeyûman neçin. Ji bo xurtkirina hevgirtina jinan pêwîstiya me bi navendeke wiha hebû. Spas ji bo hewldanên her kesî.”
Piştî vekirinê jinan serdana Mala Mala Piştevaniya Jinan kirin.