Civîna hunerî û berxwedanê ya li dijî qeyûman a li Êlihê
- 12:15 22 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH – Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê ku ji bo bertek nîşanî tayînkirina qeyûman bidin li Êlihê, li dijî sansûr, qedexe û qeyûman banga hevgirtinê kirin.
Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê ku ji bo li dijî tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Êlihê, hatin bajêr, li Rêxistina bajarê Êlihê ya DEM Partiyê bi endamên partiyê re hatin cem hev. Hunermend û endamên partiyê li ber Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê der barê desteserkirina îradeyê de daxuyaniyek dan. Li vir Hevseroka Rêxistina Bajarê Êlihê ya DEM Partiyê Songul Korkmaz bertek nîşanî astengkirina polîsan da. Songul Korkmaz, diyar kir ku li bajarê ku ji sedî 65 deng girtiye, Rewşa Awarte hatiye îlankirin û wiha got: “Qeyûmê ku dengên gel îstismar kiriye, destûr nedaye ku mafê protestoyê bê bikaranîn."
'Em ê li ber xwe bidin'
Ji Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Sevînç Koçak berxwedana gelê bajêr silav kir û got, "Em berxwedana gelê Êlihê ku mafê xwe yê dengdayîn û hilbijartinê parastine silav dikin û bi rojan li berxwe didin. Em ê li ber xwe bidin."
'Berpirsiyariya me ya berxwedanê ye'
Li ser navê Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê Arzu Fîlîz Gungör metna hevpar xwend. Arzu Filiz Gungor bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got ew tayinkirina qeyûman qebûl nakin û ew ê li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.
'Çima dijminatiya qeyûm ya li hemberî kurdî ye?'
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê û Hevseroka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Cemîle Tûrhalli diyar kir ku êrîş li ser ziman, vîn û hunera Kurdan tê kirin û got “Ji bo bidestxistina hêza xwe êrîş dikin. Çima dijminatiya wan li hemberî kurdî ye? Hikûmetek heye ku zirarê dide hiqûqa xwişk û biratiyê."
'Felsefeya Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve'
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyûm li şûna wê hate bicihkirin, wiha got:“Heta ku em şaredariya xwe bi dest bixin wê têkoşîna me bidome. Felsefeya Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve."
Girseya gel bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, "Qeyûm wê biçin”, “Bijî berxwedana Êlihê” û “Berxwedan jiyan e” dirûşm û awazên berxwedanê berz kirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.