Teşeyên nû yên şer, serdestiyê û kapîtalîzma berê xwe daye bedena jinê

  • 09:04 31 Kanûn 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Lê tevî her tiştî têkoşîna azadiyê jinê bi her awayî didome. Têkoşîna jinan a piralî li dijî pergalê didome. Jin ku li aliyekî li dijî polîtîkayên neolîberal ên hovane yên kapîtalîzm û serdestiya mêr têdikoşin, li aliyê din jî  têkoşîna azadiyê didin. Ji bo jin dawî li şîdeta li ser jinan bînin stratejiyên  berxwedanê yên nû derdixin holê
 
Derya Aydin
 
Her kes ji binpêkirin û şîdeta krîza kapîtalîzmê heta astekê para xwe digire. Her cureyê rêbaza demokratîk bi zextê re tê rû hev, xizanî giran dibe, şîdet zêde dibe, atomosfer her diçe jehrî dibe û jiyana ligel hev, piştevanî tê kişandin û bandorê li ser jiyana her kesî dike. Lê yên herî zêde her tim dibin hedef heman kom in; yên îtîrazê binpêkirina nû ya Neolîberalîzmê dikin e, yên jiyana wekhev daxwaz dike ne. Ji van koman îro piranî bi dengekî bilind li eniya pêş cih negirtin jî piraniya serjimarê ew ava dikin. Lê yên herî zêde bi şîdet û binpêkirina krîza kapîtalîzmê re tên rû hev jin in. Ev krîz herî zêde bandorê di bedena jinê de dide hîskirin.
 
Bi hevkariya neolîberalîzmê fînans û globalbûna kapîtalîzmê şîdet, şer û binpêkirin li ser jiyanê raste rast bandorê bike jî  ji ber sedemên cuda komên diyarkirî bi teşeyên cuda bi bandor dibin. Lê ya zelal ev e ku dema cudahî li ber çavan bên girtin dîsa yên herî zêde şîdetê dibînin jin in. Ji ber teşeyên sermayeya nû şîdeta li hember jinê sor dikin.
 
Di roja îro de ku kapîtalîzm di krîzek mezin de ye, têkoşîn jî di hedefa êrîşên kapîtalîst de ye. Ji ber vê li gelek welatî jiyan ji bo jinan zehmet derbas dibe. Ji Emerîqayê heta Ewropayê, ji Rojhilata Navîn heta Asyayê îdeolojîstên kapîtalîst li hember destkeftiyên jinan, wekheviya zayenda civakî, mafan û jiyana LGBT’iyan şer daye destpêkirin. Li gelek deverên cîhanê rêveberiyên ji yekparêzî û nîjadperestiyê xwedî dibin, bi polîtîkayên faşîst li hember civakan şer dane destpêkirin û ji bo têkoşîna jinan biçewisînin, destkeftiyên wan bigirin dest, îradeya jinan bişkînin jiyan û keda wan di bin kontrolê de bigirin, lez dane polîtîkayên xwe yên zayendperest.
 
Nîşaneya pêla şîdeta nû ya li hember jinê pêk tê, tenê zêdebûna  îstîsmar û kuştinên jinan pêk nayê. Li gelek welatî di bûyerên pêk tên de şîdet êdî bi aşkera pêk tê. Gelek femînîst diyar dikin ku êrîş û dijminahiya li hember jinan li gorî berê cudatir in. Akademîsyen  Agnieszka Graf û  Elzbieta Korolczuk’un di nivîsa ‘Zayenda civakî: Ebolya ji Brukselê Hatiye’ de wiha dibêjin: “Ev pêvajo naşibe pêvajoyên din. Berovajî vê femonenek netew-jor ya lingên wê yên Rojhilat-Rojava  ya konfîgurasyona wê ya îdeolojîk û polîtîk, heye ye.” (Sarıoğlu, 2019. 41).
 
Şîdeta li hember bedena jinê ne tesaduf e. Hedefgirtina jinê bi raste rast têkiliya wê bi krîza kapîtalîzmê heye. Ji ber vê jî bêyî ku şîdeta jinê bi dîrokê ve bê girêdan, fêmkirina wê pêkan e. Ji paşerojê heta îro sedemên esas ên di bin şîdeta li ser jinê de hebûn. Di dîrokê de di pêvajoyên ku krîzên pergalî giran bûn de şîdeta mêr berê xwe da beden û destkeftiyên jinan. Sîlvîa Federîcî ji bo çavkaniya şîdeta li hember jinê fêm bike îdia dike ku ‘nêçîra pîrebokan û têkiliya aborî-polîtîk a van nêçîran’ yên di sedsala 16-17’an de li Ewropayê hatiye jiyîn bi şîdeta îro re girêdayî ye. Federîkî diyar dike ku di pêvajoya avabûna kapîtalîzmê de jin wek ‘pîrebok’ hatine binavkirin û jiholêrakirina wan ne tesaduf bûye.
 
Kapîtalîzmê ku ji nû ve xwest bi polîtîkayên neoliberal li Efrîka, Hîndîstan, Nepal û Papua Yenî Gîne ‘neçîra nû ya pîrebokan’ derdixe holê, nîşan dide ku berdewamiya krîzê hebe. 
 
Her wiha xizanî, koçberî, tunebûn û gelek hilweşînên din li gelek erdnîgariyan bi awayekî hevdem dibe sedema şîdet û binpêkirinê. Newekheviya di navbera parvekirinê de jî di navbera gelan de newekheviyek mezin derdixe holê. Ev hawira bê ewle bêguman di heman rêjeyê de bandor li ser xizan û dewlemendan nake. ‘Polîtîkaya mîkro ya yekane, polîtîkaya makro ya sazîbûnê teqlîd bike jî’ li hemû deveran pêkanînên newekheviya zayenda civakî û şîdeta li ser jinan her tim hebûye. Kapîtalîzmê bi heman awayî berê xwe daye jin û mêrên ku têdikoşin. Her wiha jinên ku dike hedef jî, bi heman awayî û heman şîdetê berê xwe nadin wan. Kapîtalîzm li erdnîgariyên cuda, li hember civak û jinan rêbazên cuda tesîs dike û dike meriyetê. Ev êrîş carinan li Efrîka, Hîndistan, Nepal û Papua Yenî Gîne wek ‘pîrebok’ dertên pêşberî me û jin bi hawekî hovane tên qetilkirin. Carna li Rojhilata Navîn û Latîn Emerîka bi hevkariya hêzên paramîlîter bi qirkirina jinê pêk tê.
 
Hêz û şikestina kirdeya li berxwe dide
 
Vîrusa Korona ya li hemû cîhanê rû da, nîşan da ku qedera hemû mriovan girêdayê hev e û di heman demê de krîza ku kapîtalîzm tê de ye jî bi aşkera nîşan da. Vê pêvajoyê nîşan da ku newekheviya ku şer û binpêkirin diafirînin, jiyanê çawa serobino dike. Hilweşîna ku polîtîkayên neolîberal bi hêrsa kara bê sînor bikin, hat kirin, bandor li ser hemû cîhanê kir. Ji ber krîza hat jiyîn, bû sedema ku karker karên xwe winda bikin, karker pereyên xwe negirin, reşeyên rêveberiya otorîter rewa bibin, demokrasî bi giştî bê rakirin û lêçûna krîza vîrusê li jin û komên bindest hat birîn.
 
Di encama vîrusê de encamên derketin holê, nîşan dide ku polîtîkayên neolîberal ên fînansî ya kapîtalîzmê îflas kiriye. Dîsa di vê pêvajoyê de em hemû bûn şahid ku bi pratîka rêya desthilatdariyan ev pêvajo veguhertine derfetê. Hiyerarşiya ku xwe dispêre newekheviya serdestiyê kirin meriyetê. Derket holê ku jiyana kê zêdetir bi nirx e,  jiyana kê dikare bê berdewamkirin a kê dikare bê hebakirin.Ev pratîkên wisa li her welatî derketin holê.
 
Li aliyê din jî di pêvajoya vîrusê de polîtîkayên newekhev û zextxwir ên desthilatdariyan nîşan dan ku hewldana avakirina jiyaneke nû çiqas girîng e. Di vê demê de dîsa me rewabûna têkoşîna jinê, mafdarbûna jinê bi awayekî herî berbiçav dît. Di vê pêvajoyê de mixabin ên herî zêde bê ewle hatin hiştin, barê giran li ser milê wan hat barkirin, xizan, jin, penaber bûn. Di pêvajoya vîrusê de dîsa li hemû welatan şîdeta li hember jinê bi awayekî dramatîk zêde bû.
 
Lê tevî her tiştî têkoşîna azadiyê jinê bi her awayî didome. Têkoşîna jinan a piralî li dijî pergalê didome. Jin ku li aliyekî li dijî polîtîkayên neolîberal ên hovane yên kapîtalîzm û serdestiya mêr têdikoşin, li aliyê din jî  têkoşîna azadiyê didin. Ji bo jin dawî li şîdeta li ser jinan bînin stratejiyên  berxwedanê yên nû derdixin holê. Jin bi rêbazên parastina cewherî hewl didin bedenên xwe biparêzin. Li dijî êrîşên topyekun jî têkiliya di navbera jinan de xurt dibe. Dema jin vê dikin jî, têkoşîneke hevdem a li dijî nîjadperestî, mêtîngerî, kapîtalîst dimeşîne.