Çand û ciwan

  • 09:07 17 Kanûn 2021
  • Nîqaşên Jineolojiyê

Ciwan dînamîk û enerjiya esas a guherîna civakê ye. Ev taybetî, girêdayê xwezabûn û jîrbûna lêpirsîna wan e. Beriya ciwaniyê, zarokatî dema xwe ji jiyanê re amade dikin, pirsan dipirsin, hewl didin fêm bikin, nas bikin û venasînin. Di her mijarê de bê tirs pirsan dipirsin û heta bersivên bi mantik bibînin lêgerînê didomînin. Ev rastî xwe di ciwantiya wan de jî dide der. 

Kîbar Suvar
 
Çand jî yek ji rojeva sereke ya ciwanan e. Ligel vê ji derveyê bandor û guherînên çandî yên di dîrokê de, rewşên empozekirina çandek cuda, ji çandê qutkirin tên jiyîn. Ji klanên ewil heta îro pergala dibistanê encamên wisa derketine holê. Ev pêkanînên ji dema zarokatiyê tên destpêkirin, neteweyên serdest li zarokên çanda xwe jî vê didin hîskirin û kesên ne ji entîka xwe jî dişibînin xwe û ji nirxên mirovahî dûr dixin, ji nirxên civakî dûr dixin.
 
Zarok di vê pêvajoyê de derbas dibin û dema dikevin ciwaniyê jî  bernameyên perwerde û mufredata tê diyarkirin di astekê de wan ji çanda wan biyanî dihêle. Hele ku perwerde ne bi zimanê dayikê be, ji çanda xwe biyanîbûn û heta  bi giştî ji çanda xwe qutbûnê tîne. Dema ji çand û jiyana civakî tê qutkirin jî  li gorî netew a serdest bi teşe dibe. Ev bi tabîrek hêsan, asîmîlasyon e, qirkirina çandî ye. Gelo dewlet çima vê dikin? Mirovan çima ji çanda wan re biyanî dihêlin. Asîmîlasyon, qirkirin û heta koletî ewil li ku dest pê kir? Pirsên wek vê dikarin bên zêdekirin.
 
Di dîrokê de civakîbûna ewil bi klanan dest pê kiriye û klanan kabîle ava kirine. Di navbera klan-kabileyan de pevçûn û nakokî derketine û encamên neyînî derketine holê û aliyên têk çûne malên wan hemû hatine desteserkirin, zarok, jin, ciwan û kal û pîrên wan hatine kuştin. Li gorî hinek dîroknasan ev hewldan ji bo hinek tiştan bikin bin kontrola xwe hatine kirin. Ji ber di nav de binpêkirin, xesp, kolekirin tunebûn, wek refleksek jiyanî hatiye nirxandin. Bi çandiniyê re barê kar zêde dibe û kesên ji klan-kabîleyên din dibin kole. Di seranserê dîrokê de neteweyên serdest koletî giran kirine, bi polîtîkayên qirkirin û çandiniyê avabûnên civakî kirine yek û tune kirine. Civakên çînî û dewletan ev koledarkirin kirine wek tabakayeke civakî û koletîn li seranserê jiyanê meşandine, daxistine qederê. Kole nanoziko û ji çand û ziman bêpar hatine hiştin. Di rewşa daxwazkirina van mafan de jî ceza hatine dayîn.
 
Saziya koletiyê ji dema dewletên serdema ewil hatine û dema derebeylikan de hinek hatiye nermkirin û hinek koleyan bi hinek sererastkirinan hinek maf girtine û ji bo derebeyî hatine xebitandin û di esasa ku zêdetir bixebitin de dîsa seranserê jiyanê neçarî xebatê kirine. Vê rewşê heta împaratorî û piştre netew dewletan berdewam kiriye. Di dewletên serdest de di polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê de di asteke diyarkirî de lihevkirin anîne, lê mixabin gelek çand û aliyên civakî qir kirine yan jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê wek hêza kar a erzan dane xebitandin. Ev herî zêde li ser dînamîka herî mezin a civaka jin û ciwanan hatiye kirin.
 
Di roja îro de cihê jinê zêde neguheriye û ligel vê rewşa ciwanan jî daxistine asta ku li saziyên perwerdeyê serê xwe ji ser dersan ranakin. Sedema vê jî ev e ku ciwanan lêpirsîn nekin. Ev rewş dikare çawa bê berovajîkirin. Der barê vê de dikare çi bê kirin? Yên tên kirin çi ne?Beriya her tiştî divê ev tiştên tên kirin, bê fêmkirin ku polîtîkaya qirkirina çandî ye û di vê esasê de nêz bibin. Ciwan; wek lokomotîfa herî sereke ya çandî hatiye nirxandin. Di heman demê de pêşeroja civakê ne. Ciwan di vî alî de li dijî vê nêrîna li hember wan di nava hewldaneke cidî de ne. Hewldanên ciwanan ên di alî ku nasnameya dîrokî lêkolîn dikin, çanda winda bûye derdixin holê, berheman derxin holê de, gelek zêde ye. Di alî çandî de, govend, klam, stran, dengbêjî, her wiha mutbex, nexşên ser xaliyan, mîmariyê derdixin holê.
 
Ciwanan di hawireke ku li wan hatiye tengkirin de û hatine krîmînalîzekirin de, mirin, birçîbûn, surgun, îşkence û gelek tiştên din dane ber çavên xwe. Ciwan zimanê xwe lêkolîn dikin, derdikevin hişmendiya nasnameyê, rastiya dîrokê, çanda qedîm, cihên erdnigarî û kodên çandî bi dest xistine. Bi rêya komeleyan jî di STK’yan de bi aktîvîteyên sportîk turnuvayan pêk tînin, bi rêxistinên ciwanan û meclîsan di partiyên siyasî de aktîviteyên cuda yên hunerê pêk tên.