Nurdan Saltik: Ez piştre hînî kurdî bûm û min zarokên xwe hîn kirin!

  • 10:07 10 Sibat 2018
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
AMED - Jina bi navê Nurdan Saltik a ku 42 saliye û bi eslê xwe ji Bartinê ye piştî zewiciye û li Amedê bi cih bûye fêrî zimanê kurdî bûye û piştre zarokên xwe jî hînî kurdî kirine ji me re bahsa çîroka xwe kir û got ku ji bo hînkirina ziman erka mezin dikeve ser milê dayikan.
 
Jinên ku bi mêrên kurd re zewicîne gelek zêde ne. Ji van jinan yek jê jî Nurdan Satilik a ji Bartinê ye. Taybetmendiya Nurdanê ew e ku di serî de xwe hînî kurdî kiriye û piştre jî zarokên xwe hînî vî zimanî kiri ye. Nurdan a ku di 22 saliya xwe de piştî zewiciye hatiye Amedê niha 42 salî ye û jiyana xwe li Amedê berdewam dike. Li gel ku ji ber kurdbûna hevjînê wê malabata wê li dijî vê zewacê derketibe jî Nûrdan bi hewldana xwe ev pirsgirêk çareser kiriye.
 
Nurdan a ku behsa çîroka xwe kir diyar kir ku ew dema nû hatiye Amedê bi hin pirsgirêkan re rû bi rû maye lê niha ew hemû zahmetê derbas kirine. Nûrdanê diyar kir ku wê heta roja îro tu carî nexistiye navbera netew an jî olan û got ku ew ê ji îro û şûnde jî neke.
 
'Min zarokên xwe fêrî kurdî kirin'
 
Nurdan a ku bi eslê xwe tirk û piştî hatiye amadê fêrî kurdî bûye wiha behsa çîroka xwe dike: “Beriya ku ez fêrî zimanê kurdî bibim malbata hevjînê min bi kurdî diaxivîn lê min tiştek fam nedikir û min digot gelo bahsa min dikin? Lê ev ji bo min avantajek bû ji ber ku ew diaxivîn ez jî zû hînî kurdî bûm. Niha kurdiya min gelek baş e. Ez hemû têkiliyên xwe yên li mal û li derve bi kurdî datînim û bi kurdî diaxivim. Ji ber ku ez di malê de bi zarokên xwe re jî bi kurdî axivîme zarokên min jî kurdî dizanin û kurdî diaxivin. Lê ger ku ez neaxvîbûma êz ê hîn nebûma. Ji ber ku di warê fêrkirina ziman de dayik girîng e."
 
'5 sal in li bazarê dixebitim'
 
Nurdan a ku gelekî girêdayî jiyanê ye di heman demê de têkoşîna jiyanê jî dide û ji bo ku debara xwe bike li bazaran karê bazarvaniyê dike. Nurdan a ku niha masiyan difiroşe wiha bahsa xebata xwe kir:"Ev 5 sal in ez li Bazara Jiyanê ya ku Şaredariya Rezanê ya DBP'ê beriya qeyûm tayînî şaredariya Bajrê Mezin a Amedê bê kirin ji bo jinan vekiribû dixebitim. Beriya ku qeyûm bê em tenê jin li bazarê dixebitîn lê piştî ku qeyûm hat tayînkirin pazar hat giştîkirin û niha mêr jî lê vê bazarê dixebitin. Karê masivaniyê zahmet e. Lê ez ji Behra Reş im ji ber wê ji bo min ne zehmet e. Ez li Amedê jina yekem a masîvan im û ji karê xwe hez dikim."
 
'Ji bo gel ziman girîng e'
 
Nurdanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zimanê dayikê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ziman wekî nasname ye. Ji ber wê divê her kes bi zimanê xwe biaxive. Her ziman xwedî taybetmendî ye û zimanê kurdî jî wiha ye. Ez bi hatina xwe ya Amedê gelek kêfxweş im. Ez dibêjim ku jin çawa dixwazin bijîn bila wekî ku dixwazin bijîn. Ji ber ku ez wiha jiyam û gihaştim armanca xwe. Ez bi fêrbûna zimanê kurdî jî kêfxweş im."