‘Rewşa dayika min gelek xerabe’

  • 09:02 22 Gulan 2022
  • Jiyan
 
Zelal Tunç
 
WAN - Makbuleya jiyana xwe bi zextên dewlet û malbatê derbas kir tevî temenê xwe yê mezin girtiye. Keça wê Naîme Ozer da zanîn ku rewşa dayika wê her diçe xera dibe û got: “Ez nizanim ku wê dayika min heta 10 rojan bijî an na.”
 
Zextên li ser kurdan roj bi roj giran dibe û ji ber polîtîkayên şerê taybet bi hezaran kes di salên dawî de hatin girtin û bi hezaran rastî lêpirsînan hatn. Yek ji van girtiyan jî Makbule Ozer ya 80 salî û hevjînê wê Hadî Ozer yê 79 salî ye.
 
Makbule û Hadî ku li Artemît a Wanê dijiyan di 9’ê gulanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 2 sal û 2 meh cezayê wan heye hatin girtin. Tevî temenê wan hatin girtin û nikarin tu hewcedariyên xwe pêk bînin.
 
Di temenê zarokatiyê de hat zewicandin
 
Makbule, temenê biçûk de bi zextan re tê rû hev, di 13 salî de tê zewicandin û 4 zarokên wê çêdibin. Hevjînê wê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide û du sal derbas dibe malbata wê Makbuleyê dîsa bi zor dizewicîne. Malbata hevjînê wê destûr nadin û wê bi birayê hevjînê wê Hadî Ozer re dizewicînin. Hadî bertek nîşan dide û du salan li gundan şivaniyê dike û nayê malê.
 
Piştî du salan şûnde tê malê û 10 zarokên Hadî û Makbuleyê çêdibibn. Hadî di 1986’an de qezaya trafîkê derbas dibe û nikare bixebite. Makbule û Hadî ji Zozanên Norduz koçî Artemît a Wanê dikin. Li vir li bax û baxçeyan dinêrin û jiyana wan ya zehmet ji nû ve dest pê dike.
 
Keça wê Naîme Ozer ji ber xebatên li dijî şîdeta li hember jinê tê girtin û 3 sal girtî dimîne piştre tê tahliyekirin.
 
Zext û cudakarî
 
Naîmeyê da zanîn ku dê û bavê wê niha 13 roj in girtîne û wiha vegot: “Dê û bavê min sibehê heta êvarê li bax û baxçeyên kesên dewlemend û Tirk mêze dikirin, paqij dikirin ji wan re xizmet dikirin. Wan jî bi pariyek nanê didan me em serdest dikirin û cudakarî dikirin. Ez di xebatên jinan de bûm. Ji ber vê hatim girtin sê salan girtî mam. Ne tenê naqokiyên min yên hemû malbatê hebûn.”
 
Riya wan li girtîgehê bû yek
 
Naîmeyê dsetnîşan kir ku ji ber zextên dewletê xwişk bira û biraziyên min hatin girtin û wiha vegot: “Birayê min Medenî salekê hat girtin hat berdan. Biraziyê min Nacî jî 6 sale girtiye û 36 sal ceza danê. Herdem Acar du salan di girtîgehê de ma. Nebahat salek û nîvê di girtîgehê de ma. Ez sê salan girtî mam. Niha ji malbatê çar kes di girtîgehên cuda de ne. Birayê min, birayê min, dê û bavê min girtîne. Bavê min û birayê min li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, dayika min li girtîgeha Tîpa T ya Wanê, Nacî li girtîgeha Tîpa H ya Erziromê ye.”
 
‘Dayika min hekîme û rojê bi dehan kesî derman dike’
 
Naîmeyê ev tişt bi lêv kir: “Dayika min rêbazên tipa alternatîf dide jiyîn. Dayika min ji pîra xwe ev rêbaz fêr kirine. Li taxa em dijiyan her kesî dayika min nas dikir. Rojê 10 kes dihatin ber derê me. Dayika min bi dildarî li wan mêze dikir, derman dikirin. Jinên zarokên wan tunebûn derman dikir û zarokên wan çêdibun.  Hemû kes jî şahidê vê ye.”
 
‘Yekane sedem nasnameya me ye’
 
Naîmeyê daxuyakirin ku deriyê dê û bavê wê ji her kesî re vekiribûye û ji bo her kesî dibûn alîkar û got: “Ji ber hekîmtiya dayika min niha du sal û du meh ceza lê hatine birîn. Yekane sedema girtina wan nasnameya kurd e. Ez du roj berê çûm sedana dayika xwe. Ez banga hestiyariyê dikim. Bi kursiya teker hat hevdîtinê. Dest û lingên wê dilerizîn. Got ‘ez nikarim di ranzayê re de razêm.’ Hemû hewcedariyên wê hevalên wê dikin. Dayika min 80 saliye nikare girtî bimîne. Li malê me hewcedariyên wê dikir. Niha nav çar dîwaran de ye. Dayika min ne başe. Em nizanin wê heta 10 rojan bijî an na. Rewşa wê qet nebaşe.”
 
Naîmeyê balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û wiha dawî lê anî: “Ez yekser bûme şahidê pêvajoya girtîgehê. Girtiyên 90 salî hene. Hevalên me têkoşînek watedar didin. Lê demên dawî de hevalên me yên ku xwedî hêvî ne jî jiyana xwe ji dest didin. Girtîgeh ne cihên ku mirov lê bikaribin bijîne. Ez yekser şahidê wan pêkanînim. Gelo mirovên 80 salî wê zirarek çawa bide dewletê. Ez matmayî me.”