Azadiya Welat bi berga ‘Deriyekî nû vedibe’ hat weşandin

  • 09:26 10 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Hejmara 31'ê ya Rojnameya Azadiya Welat bi bi berga ‘Deriyekî nû vedibe’ derket pêşberî xwînerên xwe.
 
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara xwe ya 31'ê de bal kişand ser Qanûna Çarçoveyî ku ji Komîsyona Dadê derbas bû û manşeta ‘Deriyekî nû vedibe’ derxist pêş. Rojnameyê gotara Rojnameger Mehmet Şahîn a balê dikişîne ser pêngava 15ê Tebaxê ku bû destpêka şerê çekdarî û heta îro, derxist pêş. Her wiha dîsa gotara Rojnameger Felemez Ulug ku balê dikişîne ser Qanûna Çarçoveyî ku hat rojevê û wekî deriyekî nû û gaveke nû pênase dike. Felemez vê qanûnê wekî ‘Qanûna Hevgirtina Civakî’ pênase dike û bi taybetî destnîşan dike ku ji bo gavên din bên avêtin rola çapemeniya azad û hêzên demokratîk gelek girîng e.
 
Rojnameyê di rûpela Hevpeyvînê de jî cih da nirxandinên Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ên der barê qanûna ku hatiye rojeva meclisê û pêvajoyê.
 
Nivîskar Cahît Kirkazak jî bi sernavê ‘Gav bi gav ber bi Civaka Demokratîk ve’ balê dikişîne ser girîngiya vê Qanûnê û aliyê wê yên kêm. Rojnameyê dîsa di rûpela Jin de cih da gotara Nivîskar Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê ‘Jin û Civakîkirina Aştiyê’, di rûpelên din de jî cih da gotara nivîskar Rifat Ronî ya bi sernavê ‘Ji bo mafê azad û wekhev’, gotara nivîskar Gelawêj Ewrîn a bi sernavê ‘Hunermendê Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ û gotara nivîskar Adar Jiyan a bi sernavê ‘Jiyana Wêjeyê.’