Jinên Botanê ji bo mîtînga Amedê bang kirin
- 09:02 17 Hezîran 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên Botanê ji bo mîtînga ku wê di 28’ê Hezîranê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Bi Serokatiya azad ber bi civaka demokratîk" pêk tê banga tevlibûnê kirin.
Ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve wê di 28’ê Hezîranê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Bi Serokatiya azad ber bi civaka demokratîk" mîtîng pêk bê.
Tê payîn ku ji her derê Tirkiye û Kurdistanê tevlibûn pêk bê. Jinên Botanê banga tevlibûnê li jinan kirin.
‘Em ji bo azadiyê destê xwe bidin hev’
Hevseroka DBP’a Şirnexê Pinar Akil da zanîn ku ev salek û nîve pêvajoyeke bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirinê heye û got: “Em jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan, gelê Kurd mîtîngê pêk tînin. Em hemû gelê Botanê vexwendiyê mîtînga Amedê dikin. Em ji bo aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan destên xwe bidin hev.”
‘Ji bo aştiye tevlî mîtîngê bibin’
Hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Taybet Bîlgî jî da zanîn ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke mayîn de di 27’ê Sibatê de bang kiriye û got: “Bi vê bangê re pêvajoyê dest pê kir û divê gelê me ji bo serkeftina vê têbikoşe. Ji bo pêşketina pêvajoyê wê 28’ê Hezîranê de mîtîngek pêk bê. Em banga tevlibûnê li hemû gelê Botanê dikin. Ji bo aştiyeke mayîn de divê gelê me tevli mîtîngê bibe.”
‘Wê têkoşîn bidome’
Hevseroka DBP’a Cizîrê Aynûr Elçîoglu jî wiha anî ziman: “Wek jneke Botanê dixwazim ku bi mîtînga ku wê 28’ê Hezîranê de li Amedê pêk tê gava aştî û wekheviyê bê avêtin. Em bi vê sedemê banga tevlibûna mîtîngê il hemû kesî dikin. Divê em xwedî li pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin derkevin. Ev du sale hîna gavek nehatiye avêtin. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Heta ku azadiya wî pêk neyê têkoşîna me wê bidome.”







