ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2026'AN
- 09:00 17 Hezîran 2026
- Rojev
* Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, diyar kir ku şertê bingehîn ê demokratîkbûnê xurtkirina rêveberiyên herêmî û misogerkirina beşdariya gel a di pêvajoyên biryardayînê de ye. Neslîhan Şedal bi lêv kir ku modela xweseriya herêmî ya xurtkirî bingeha aştiya civakî û çareseriyeke demokratîk e. BI DÎMEN
* Jinên Botanê ji bo mîtînga ku wê di 28’ê Hezîranê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Bi Serokatiya azad ber bi civaka demokratîk" pêk tê banga tevlibûnê kirin. BI DÎMEN
* Feyza Akinerdem da zanîn ku ji bo siyaseta aştiyê, civakî bibe divê jiyana rojane a mirovan bê dest girtin û heta ku daxwazên jinan yên welatibûna wekhev, ewlehî û tevlibûna demokratîk pêk neyê wê bi pêşeroja hevpar a civakê jî bawerî tune be. BI DÎMEN
* Bi derketina kapîtalîzmê re, dewletê kontrola xwe li ser civakê berfireh kir, modela netew-dewletê wekî modela serdest saz kir. Ev nîqaş, li ser bingeha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku vedikole modernîteya kapîtalîst çawa civakê bi rêya netewperestî, zanistperestî, olperestî û zayendperestiyê bi teşe dike. DOSYA







