Li Kolombiyayê çalakiya hevgirtina ji bo YPJ’ê
- 18:28 1 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Cali ya Kolombiyayê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) çalakî hat lidarxistin. Çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat li ser Girê Cross ê dîrokî hat lidarxistin û bi peyama “Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne" mandala hat çêkirin.
Li bajarê Cali ya Kolombiyayê, ji bo nîşandana hevgirtina bi YPJ’ê re çalakiyeke balkêş hat lidarxistin. Çalakî li Girê Cross ku yek ji deverên dîrokî û geştiyariyê yê bajêr e hat lidarxistin. Çalakî rastî eleqeyek mezin şêniyên bajêr hat.
Di çarçoveya çalakiyê de bi peyama “Em ji Abya Yala hêviya xwe diparêzin, em hemû YPJ ne" mandala hat çêkirin. Mandala ku di çanda gelên xwecihî de cihekî girîng digire wekî afirandinên pîroz ku hêmanên xwezayê temsîl dikin têne zanîn û ji bo nîşandana spasdariya ji kozmosê re û bangkirina enerjiya erênî tê bikaranîn.
Di çêkirina mandalayê de banga parastin û piştgiriya YPJ’ê hat kirin. Gelek kesên ku di rê de derbas dibûn eleqeya xwe nîşanî xebatê dan û li ser YPJ û kampanyayê pirs kirin. Organîzatoran destnîşan kirin ku mandala bêyî ku xirab bibe heta roja din jî ma û gelek kesan bi berhema hunerî re wêne kişandin.
Çalakî di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya "Em hemû YPJ ne" de hat lidarxistin. Çalakvanên ji Abya Yala (parzemîna Emerîkayê) yên ku beşdarî kampanyayê bûn anîn ziman ku YPJ ji jinên li herêmên cuda yên cîhanê re mînakek girîng a xweparastin û rêxistinkirinê ye.







