Şaxên ÎHD'ê: Xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin
- 15:11 24 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên HD'ê, li gelek bajaran li dijî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan û gotin: “ Em raya giştî ya Tirkiyeyê û cihanê vedixwînin ku deng bidin aştiyê û xwedî li mirovahiyê derkevin.”
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniya hevpar dan. Şaxên ÎHDê yên Amed, Wan, Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Riha, Stenbol, Îzmîrê daxuyanî dan û nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Rojava dan.
Amed
Şaxa ÎHD'a Amedê li avahiya daxuyanî da û endam û rêveberên ÎHDê, Baroya Amedê, Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiye (OHD), Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Serokê ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz daxuyanî xwend.
Êlih
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê daxuyanî da. Nûner û rêveberên gelek saziyên demokratîk tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo aştiyê banga bi lez, Sûcên li Rojava hatin kirin bila demildest werin lêpirsînkirin” hat vekirin. Hevserokê ÎHD'a Êlihê Ahmet Şîray metna daxuyaniyê xwend û êrişên li ser Rojava şermezar kir.
Riha
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê jî li dijî êrişên çeteyên qirkirinê li ser Rojava li avahiya xwe daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser, “Banga lêzgîn ji aştiyê re, bila êrişên li ser Rojava rawestin û sûcên hatine kirin bên lêpirsînkirin” hat vêkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHD'a Rihayê Songul Arpa ve hat xwendin.
Mêrdîn
Li Mêrdînê jî ÎHD, derbarê êrîşên li ser Rojava de civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî civîna çapemeniyê ya li ber ofîsa şaxê bûn. Di civîna çapemeniyê de pankartek bi nivîsa "Bangeke lezgîn ji bo aştiyê, êrîşên li ser Rojava rawestînin, sûcên hatine kirin lêkolîn bikin" hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ji hêla hevseroka ÎHD'ê ya Mêrdînê Halîme Tunç Dag ve hat xwendin.
Wan
Şaxa ÎHD'a Wanê li ber ofîsa xwe ya şaxê civîneke çapemeniyê li dar xist û êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li dijî Rojava şermezar kir. Di civîna çapemeniyê de gelek kes, tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajêr, amade bûn. Pankartek bi nivîsa "Banga lezgîn ji bo aştiyê! Êrîşên li ser Rojava rawestînin, sûcên hatine kirin lêkolîn bikin" hat vekirin û girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana YPJ" qîr kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla hevserokê şaxê Mehmet Salîh Coşkun ve hat xwendin.
Colemêrg
Şaxa ÎHD ya Colemêrgê li ber Navenda Karsaziya Zagros a li Geverê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartek bi nivîsa "Êrîşên li ser Rojava rawestînin, sûcên hatine kirin lêkolîn bikin" hat vekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan jî beşdar bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD ya Colemêrgê Sibel Çapraz ve hate xwendin.
Îzmîr
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê têkidlarî êrişên li ser Rojava daxuyanî da û şermezar kir. Daxuyanî li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê hate dayîn. Rêveberên ÎHD'ê û nûner û rêveberên saziyên demokratîk tev i daxuyaniyê bûn. Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya ÎHD'ê Zîlan Gumuş daxuyanî xwend.
Daxuyaniya hevpar ku ji aliyê şaxên ÎHD'ê ve hate xwendin bi vî rengî ye:
“Pêvajoya ku li Sûriyê bi êrîşên komên çekdar ên girêdayî Rêveberiya Demkî ya ku ji aliyê HTŞê ve hatiye destpêkirin, bi êrişên li dijî Elewî û Durziyan dest pê kir; di 6ê Çileya 2026an de bi êrîşên li dijî Kurd û komên din ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê dijîn, berdewam kir. Di encama êrîşên ku hatin kirin de, dîmenên îşkence û înfazkirina gelek mirovan di raya giştî de belav bûn û dîsa bi hezaran kes bi darê zorê hatin koçberkirin. Di qonaxa heyî de, tevî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Dêr Hafir, Meskene, Reqa û Dêrazorê vekişiyane jî, êrîşên li dijî sivîlan zêde dibin û didomin. Bi taybetî bajarên Hesekê û Kobanê ku piranî Kurd lê dijîn tên hedefgirtin. Li gorî agahiyên dawî yên gihiştine destê me û di raya giştî de belav bûne li bajarê Kobanê gihîştina înternetê hatiye qutkirin her wiha gihîştina ceyran, av û xwarina bingehîn tê astengkirin. Mirovên li bajarên Kobanê û Hesekê dijîn, bi gefeke mezin a êrîşê re rû bi rû mane.
Wezareta Karên Olî û Weqfan a Sûriyeyê jî, bi şandina giştînameyekê ji mizgeftên Sûriyê re ku bi ‘Sûreta Enfalê’ parve kiriye û li dijî Kurdan gefên komkujiyên hatiye xwarin. Mafên mirovan hatiye binpêkirin. Giştînameya Wezareta Karên Olî û Weqfan a Suriyeyê ya bi navê ‘Sureta Enfalê’ nav û sembola komkujiyên Seddam Huseyîn ên sala 1988an a li dijî Kurdan dest pê dike, êrişên li dijî Rojavayê wekî ‘fetîh’ hatiye binavkirin û zemîn ji êriş û komkujiyan re amade kiriye û ev yek meşrû kirine. Her wiha di dîmenên ku li raya giştî belav bûne de tê dîtin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî ya ku ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye avakirin, kesên gumanbarên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de serbest hatine berdan, êrîşên li dijî sivîlan û bi taybetî jinan zêde bûne û kiryarên îşkence û înfazê bûne rewşeke sîstematîk. Ev nûçe û dîmenên ku di raya giştî ya cîhanê de belav bûne, radixin ber çavan ku Hiqûqa Navneteweyî û Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Êrîşên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên; di mijara parastina rûmeta mirovahiyê de berpirsiyariyeke mezin li ser milê raya giştî ya herêmî û navneteweyî bar dike.
Di çalakiyan de êrişên li dijî gel û rojnamegeran tên kirin binpêkirina mafên mirovan e. Êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek deverên Tirkiyê tên protestokirin. Di dema van çalakiyên protestoyî de, agahî û dîmen di raya giştî de belav bûne ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan kiryarên ku digihîjin asta îşkenceyê pêk anîne û gelek kes hatine binçavkirin û dest danîne ser alavên gelek rojnamevanên ku şopandina nûçeyan dikirin û ew binçav kirine. Her wiha em şahidiya propagandaya nîjadperestiyê, banga şîdetê dikin. Ev nêzîkatî binpêkirina mafên mirovan e.
Em bang li hemû dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî, bi taybetî li Tirkiyê dikin; divê li dijî komkujî û qirkirina li Sûriyê bêdeng nemînin, êrîşên li dijî Kurdan demildest bên rawestandin û rêz li mafê biryardayîna paşeroja xwe ya gelên niştecih ên wekî Kurd, Suryanî, Elewî, Durzî û hemû civakên din bê girtin û ev mafê meşrû bi awayekî xurt bê piştgirîkirin. Divê rêveberiyeke demokratîk li Sûriyeyê bê avakirin, dê bibe wesîleyê hem aştiya navxweyî ya Tirkiyê û hem jî aştiya herêmî. Di vê çarçoveyê de Tirkiye divê dûr bisekine ji piştgirîkirina pêkhateyên ku li Sûriyê yekparêziyê dikin hedef û ji bilî xwe mafê jiyanê nadin tu kesî, û divê piştgiriyê bide polîtîkayên ku jiyana wekhev û azad a hemû gel û baweriyan.
Em wekî rêxistinên civaka sivîl yên li Amedê ji bo avakirina jiyaneke hevpar a li ser esasê nirxên demokrasî û mafên mirovan, li ser bingehên wekhevî, azadî û aştiyê li cîhanê û erdnîgariya me, bang li herkesî dikin ku li dijî şer û şîdetê bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin."







