Gelê Hesekê nobeda xwe ya li dijî êrişan didomîne
- 21:09 23 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Hesekê ku beşdarî seferberiya li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bûn, li kuçe û kolanên bajarê xwe li dijî êrişên gengaz nobedariya xwe didomînin.
Li Rojavayê ku ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve êriş li ser hene, gel beşdarî seferberiya giştî dibe. Ji biçûkan bigire heta mezinan, gel bi coşeke mezin ji bo parastina bajarê xwe berxwedana xwe didomîne. Ji aliyekî ve li dijî êrişên ji derve di hişyariyeke mezin de ne, ji aliyê din ve jî li dijî şaneyên ku HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin da ku di bajêr de kaosê biafirînin, di hişyariyê de ne. Xelk, çekdar û nobedar, kolan bi kolan nobedariya xwe didomînin. Welatiyên nobedar pirî caran dirûşmeya "Bijî berxwedana Hesekê" berz dikin.







