Mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ ji ber şertên hewayî hate taloqkirin

  • 12:00 23 Çile 2026
  • Rojane
AMED - Mitînga “Hêvî û Azadiyê” ji ber şert û mercên hewayî hate taloqkirin. Di daxuyaniya têkildarî mijarê wiha hate gotin: “Têkoşîna me ya ji bo Rojava û azadiya birêz Abdullah Ocaaln dê bênavber bidome.” 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, plan dikir ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 25’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê bi dirûşma “Azadiya Rêbertiyê azadiya Rojava ye” mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Platformê, têkildarî mitîngê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê DEM Partiyê ya Amedê Abbas Şahîn di daxuyaniyê de îşaret bi pirsgirêka Kurd kir û got ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina pevçûnan gavekî dîrokî bû. Şahîn, anî ziman ku tevî di hiqûqa gerdûnî û destûra bingehîn de cih digire jî “mafê hêviyê” nayê cîbicîkirin û gel jî berteka xwe nîşan dide. 
 
Abbas Şahîn, da zanîn ku ji ewil xwestibûn mitînga xwe ya “Hêvî û Azadiyê” di 4’ê Çileyê de li dar bixin lê ji ber şertên hewayî taloqî 25’ê Çileyê kiribûn. Şahîn, da zanîn ku di vê pêvajoyê de êrişên ser Rojava û destkeftiyên gelê Kurd giran bûne, li taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê komkujî hatine kirin û bertekên li dijî van êrişan li çar aliyên cîhanê mezin bûne. 
 
Di berdewamê de Abbas Şahîn destnîşan kir ku di demeke êriş didomin de wan bi ruhê seferberiyê biryara mitîngê dan û got: “Lewma jî dê me mitînga xwe bi dirûşma ‘Azadiya birêz Ocaaln azadiya me ye. Azadiya birêz Ocalan azadiya Rojava ye’ li dar bixista. Di vê çarçoveyê de me li dijî êrişên ser Rojava û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan têkoşîneke topyekûn meşand. Ji ber şert û mercên neyînî yên hewa, me nexwest xetereyê li ser gelê me yê ji derveyî bajêr tê çêbikin û bi vê boneyê me biryar da ku mitîngê dîsa taloq bikin. Li hêla din em ê ji îro ve li hemû bajar, navçe û taxan piştevaniya bi Rojava re mezin bikin û têkoşîna azadiyê ya bi gelê xwe re mezin bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî Rojava û ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê bênavber bidome.”