Li Edeneyê êrîş hatin protestokirin

  • 22:25 22 Çile 2026
  • Rojane
EDENE - Li navçeya Yuregîr a Edeneyê  êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîtger yên ku Tirkiye piştgiriyê didê yên li dijî Rojava hatin protestokirin.
 
Bi banga Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li navçeya Yuregîr a Edeneyê li taxa 19 Mayis gelek kes haitn gel hev û êrîşên li dijî Rojava proteto kirin. Tevî astengî û dorpêça polîsan, girseyê pankarta ‘Rojava xeta me ya sor e’ vekirin û dirûşme berz kirin.
 
Rêveberê DEM Partî yê Yuregîrê Bayram Altindemîr daxuyanî xwend û komujiya li Rojava şermezar kir û got: “Têkoşîna jiyanek bi rumet û azadiyê rewaye. Divê komkujiyên li Rojava bên rawestandin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.