Sevgî Talay bi pitika xwe ya sê mehî re hat binçavkirin
- 22:16 21 Çile 2026
- Rojane
RIHA - Sevgî Talay ku li navçeya Wêranşarê hatibû binçavkirin hat hînbûn ku pitika wê ya 3 mehî ji bo şîr bimejê birine qereqolê.
Li navçeya Wêranşar a Rihayê yek jê jin û 8 kes di çalakiya li dijî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava hat lidarxistin de hatin binçavkirin. Di nav kesên hatinê binçavkirin de zarok û jin hene. Hat hînbûn ku Sevgî Talay ku hat binçavkirin, ji bo pitika wê şîr bimejê birine qereqolê.







