Li dijî girtîgeha Eqtanê ku DAIŞ’ê lê girtîne dikin
- 22:00 20 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku HTŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi çekên giran û obusan êrişî Girtîgeha Eqtanê ya ku DAIŞ'î lê girtî ne, dikin.
Hat ragihandinnku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi çekên giran û obusan êrişî Girtîgeha Eqtanê ya li Reqqayê kirin ku endamên DAIŞ'ê lê girtî ne. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tîmên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser ên ku ji ewlehiya girtîgehê berpirsiyar in, berxwedana xwe ya li dijî êrişan didomînin.







