Êrîşên li Helebê li Qilabanê hatinşermezarkirin

  • 14:13 11 Çile 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Êrişên komên paramîlîter ên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê, li Qilebanê hatin protestokirin. Welatiyan banga yekitiya Kurdan kir.
 
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li navçeya Qileban a Şirnexê hatin protestokirin. Li pêşiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin û gelek kes tev li bûn. Hevserokê TUHAD-DER a Botanê Aydin Denîz di daxuyaniyê de got: “Dema mesele dibe Kurd, hemû dinya kor û kerr dibe. Em vê şermezar dikin. Heke Kurd bibin yek dê bi ser kevin.”
 
Hevserokê DBP’a Qilebanê Ahmet Tonga jî got: “Kurdan her tim daxwaza aştiyê kir. Lê hêzên li hember her tim hebûna xwe li ser tunebûna Kurdan ava kir. Kengî behsa aştiyê kiribin, her tim pratîkên wan cuda bûn. Tiştên li Helebê hatin kirin, dermirovî ne û dinya li dijî van komkujiyan bêdeng e. Ev, ji bo dinyayê rojeke reş e. Kurdan çawa hemû mirovahî parastibe, divê hemû mirovahî jî li Kurdan xwedî derkeve. NY, li ku ye? Dê ev êriş û komkujî bidomin. Ya ku van êrişan dike DAIŞ e. Em ê heta dawiyê bi gelê xwe re bin. Bila çav û guhê her kesî li Rojava be.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.