Çeteleya tundiyê ya Wanê: di 12 mehan de 16 mirinên biguman, 150 serlêdan
- 09:07 7 Çile 2026
- Rojane
Oznur Deger
WAN - Di 2025’an de 150 jinî ji ber tundiyê serî li Komeleya Jinan a Star da û li Wanê di 12 mehan de herî kêm 16 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Li Wanê ku bi qeyûm tê bi rêvebirin û bûye wek navenda polîtîkayên şerê taybet, piştî Rojîn Kabaîş ku di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û bi guman jiyana xwe ji dset da şûnde, mirinên biguman yên jinan li bajar zêde dibin. Rêxistinên jinan yên Wanê bi torên ava kirine li dijî mirinên biguman û qetilkirina jinan têbikoşin ji ber ku mekanîzmayên dewletê jinan naparêzin, polîtîkayên bêcezahiştinê jinan ji jiyanê dikin.
Di Salekê de 150 serlêdan
Li gorî Komeleya Jinan a Star ku ji 2020’an het aniha faliyetên xwe dimeşîne, di 2025’an de 150 jinî serlêdan kiriye. Li gorî daneyên ji komeleyê hatine girtin, ji sedî 70’ê serlêdanan ji bo piştigriya hiqûqî û psîkolojîk bûne.
Jin ji ber tundiyê serlêdanê dikin
Hate diyarkirin ku piranî jinên ji bo piştgiriya hiqûqî serlêdanê dikin, yên zewicandîne û li malê tundiyê dibînin e. Ligel vê piranî jinên serî li komeleyê didin jî di çarçoveya ‘tundiya dîjîtal’ de serlêdan kirine. Hat diyarkirin ku jinên ciwan yên li kargeriyan mobîngê dibînin an jî ji aliyê partronan ve peyamên tacîz û tehdîdan digirin.
Der barê fuhuş û tiryakê de serlêdan
Di serlêdanên hatine kirin de piranî jinan dîsa di mijara fuhuş û tiryakê de serlêdan kirine. Hat hînbûn ku kesên serlêdan kirine bi alîkariya malbat û xizmên xwe ve serî li komeleyê dane.
Di 12 mehan de 16 mirinên biguman
Li gorî daneyên komeleyê di 12 mehan de 150 serlêdan hatine kirin û dîsa li gorî daneyan di 12 mehan de li bajarê Wanê 16 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Di 12 mehan de mirinên biguman ên pêk hatine wiha ne:
"*24’ê Adarê de li gundê Salîhane ya Ebexê jina bi navê Siyaset Alpgun li malek vala biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 8’ê Nîsanê de li gundê Çubuklu ya Qelqeliyê jina bi navê Nurselen Bîrol bi guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 22’ê Nîsanê de li Mîks a Wan3e jina bi navê Zehra Gultekîn ya 19 salî bi guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 1’ê Gulanê de li Rêya Armûşê ya Wanê li taxa Yenî Mahale jina bi navê Sreya Karabulut li mala xwe biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 14’ê Gulanê de li gundê Mizrev a Qelqeliyê Dîlber Artuç(50) li mala xwe biguman jiyana xwe ji dset da.
*Di 26’ê Gulanê de li taxa Akkopru ya Tuşbayê jina bi navê Aleyna Yaman ya 25 salî li mala xwe biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 13’ê Hezîranê de li Mîks a Wanê di çemê Musukê de zarokek 16 salî mirî hat dîtin. Hat îdakirin ku zarok bi ber avê ketiye.
*Di 23’ê Tîrmehê li taxa Bahçivan a Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê L.A ji katê duyemîn a avahiyê de ket û jiyana xwe ji dest da.
*Di 17’ê Tebaxe de li navçeya Elbak a Wanê li gundê Zirkevk jina bi nabê Edîbe Ozel ya 45 salî li mala xwe guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 20’ê Tebaxê de jina ku nasnameya wê nehat hînbûn ji katê 5’an a Aydin Perîhan AVM de ket û hat îdiakirin ku întîxar kiriye.
*Di 20’ê Tebaxê de li Xaçort a Wanê jina bi navê Dîlek Aslan biguman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Dîlek Aslan întîxar kiriye.
*Di 29’ê Tebaxê de li taxa Îskele ya Tuşba ya Wanê li perava Gola Wanê cenazeya jina bi navê Şîlan Tekîn hat dîtin.
*Di 30’ê Tebaxê de li gundê Ugurveren a Westan a Wanê jina bi navê Arzu Kaçamaz biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 3’ê îlonê de li perava Gola Wanê ya Artemêtê cenazeya pitikek nû hatiye dinê hat dîtin.
*Di 24’ê îlonê de li taxa Qesîrk a Payîzava ya Wanê jina bi navê Bilbil Ozcan bi du kurê xwe re hat qetilkirin.
*Di 6’ê cotmehê de li taxa Gundogdu ya Rêya Armûşê Sema Oruç ya 21 salî biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 9’ê cotmehê de li taxa Çîçeklî ya Artemêt a Wanê jina bi navê Kader Kiyak ya 23 salî biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 19’ê cotmehê de li gundê Çubuklu ya Qelqeliyê Guneş Asma ya 30 salî biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 24’ê cotmehê de li taxa Serhat a Wanê Meryem Taşdemîr biguman jiyana xwe ji dest da.
*Di 18’ê Mijdarê de cenazeya Efe Kaplan yê 15 salî li Perava Zanîngeha Yuzuncu Yilê hat dîtin.
*Di 19’ê Mijdarê de li gundê Panî ya navçeya Erdîş a Wanê zarokek 15 salî biguman jiyana xwe ji dest da."







