‘Ji sedî 72’ê zarokan rastî destdirêjiyê tên’

  • 20:33 16 Kanûn 2025
  • Rojane
WAN - Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li ser mijara “Di çarçoveya xebatên saziyên sivîl de mafên zarokan” panelek hat lidarxistin û hat gotin ku dewlet hemû mafên zarokan binpê dikin. Her wiha hat diyarkirin ku ji sedî 72’ê zarokan bi destdirêjiyê re tên rû hev.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), KESK, TMMOB, OHD, Baroya Wanê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li mijara “Di çarçoveya xebatên saziyên sivîl de mafên zarokan” hat lidarxistin. Di panelê de parêzer Medîne Turantaylak Ozkaçmaz weke moderator, Xebatkara Civakê (Sosyal Çalişmaci) Dîcle Yucekaya Goren û Dr. Mehmet Şîrîn Zorkol weke axiver cih girtin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li panelê bûn.
 
‘Ji aliyê hemû dewletan ve mafên zarokan tên binpêkirin’
 
Parêzer Medenî Gur ewilî axivî û diyar kir ku ji aliyê hemû dewletan ve mafên zarokan tê binpêkirin. Medenî Gur anî ziman ku derbarê zarokan de gelek mevzûat û qanûn hene, lê belê binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêdetir dibe û wiha pê de çû: “Tirkiye ji bo mafên neteweyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, nedin, çend xalên Peymana Zarokan a Cenewreyê qebûl nekir. Di van xalan de mafên zimanê dayikê, olî hwd. hebûn. Ew rastîya ku zarok ji ber şer li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest didin, dibin qurbanên kuştinên bê daraz, bi zanebûn û bi mebest têne bombebarankirin û îdamkirin. Wesayîtên leşkerî li Kurdistanê her sal dibin sedema mirina gelek zarokan û ev hemû careke din nîşan didin ku çiqas ji tiştên me li ser nîqaş kirine tenê teorîk mane.”
 
‘Divê saziyên sivîl çalaktir bin’
 
Xebatkara Civakê Dîcle Yucekaya Goren anî ziman ku Tirkiye ji bo mafên zarokan biparêze gelek peyman îmze kirine û ev tişt got: “Ji aliyê binpêkirinê de herî zêde zarok li hemberî îstîsmara fîzîkî tê. Dû re îstîsmara zayendî tê û di medyayê de jî gelek cîh digire. Îstîsmara zayendî tenê bi fîzîkî nabe, gelek hêlên vê mijarê hene û divê mirov baldar be. Piştre îstîsmara hestiyarî heye û di vir de teyîtkirina îstîsmarê gelek zehmet e. Ji sedî 72’ê zarokan di nav malê de rastî îstîsmarê tên. Saziyên civaka sivîl divê di çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan de çalaktir bin.”
 
‘Niyetên baş bi tenê têrê nakin’
 
Di dawiyê de Dr. Mehmet Şîrîn Zorkol axivî û got: “Pêdivî ye ku ji her kesî re were bibîrxistin ku mafên zarokan berpirsiyariya her kesî ye, ne tenê ya dewletê. Pirsa herî girîng li vir ev e ku gelo rêxistinên sivîl, rojnamevan û aktivîst bi nêzîkatiyek navendî ya zarokan dixebitin, an jî zarok dibin tiştên ‘projeyên mezinan ên bi niyeta baş’. Em jî karên bi niyeta baş dikin, lê em weke tiştan behsa zarokan dikin. Girîng e ku were destnîşankirin ka çawa zarok-navendî tê pîvandin. Li şûna ku em bipirsin ‘Hewcehiyên zarokan çi ne?’, divê em bipirsin ‘Divê em ji bo zarokan çi bikin?’. Di lêkolînên têkildarî zarokan de sê xalên şikestinê hene; yekem, çavdêrî heye lê daneyên wan tune ne. Ya duyemîn, xizmet li ser bingeha xêrxwaziyê ne li ser bingeha mafan têne peyda kirin. Ya sêyemîn, nêzîkatiyên proje-navendî. Niyetên baş bi tenê têrê nakin.”
 
Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.