Endamên YJA-Starê li Amedê hatin bibîranîn
- 15:27 15 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - Amadê ji bo endamên YJA-Starê Hanim Demîr (Berfîn Nûrhaq) û Încî Sûmbûl (Sema Roza) ku di sala 2021'an li Garê jiyana xwe dest daye bernameya bîranînê hat li darxistin.
Endamên YJA-Starê Hanim Demîr (Berfîn Nûrhaq) û Încî Sumbul (Sema Roza) ku di 13'yê Kanûna 2021'an de li Garê jiyana xwe ji dest dabûn, li Amedê bi pêşentiya Komeleya Piştgirî û Yekitiyê ya ji bo Kesên Xizm û Nasên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER) bi bernameyekê hatin bibîranîn.
Di bernameyê de wêneyên endamên YJA-Starê hatin danîn û mûm hatin pêxistin. Bername ji bo cangiroyên şoreşê bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpê kir û paşê jî sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Paşê sînevîzasyona ku behsa jiyan û têkoşîna her du endamên YJA-Starê dike hate temaşekirin. Piştî temaşekirina Sînevîzyonê, Hevseroka MEDYA-DER'ê Gurbet Sevîtek û aktîvîsta TJA'yê Emîne Caynak avivîn.
Hevseroka MEBYA-DER'ê Gurbet Sevîtek di axaftina xwe de qala tekoşîna jinan kir û got: “Jin li ku derê be bila bibe li ser şopa Şehîdan tekoşîna xwe dimeşîne. Em wek jin tekoşîna ku hevalên me yên jin meşandine îro hildigrin li ser milê xwe û em ê vê tekoşîne mezin bikin.”
Aktîvîsta TJA'yê Emîne Caynakê jî Têkoşîn û jiyana şehîdan bibîrxist û wiha berdewam kir: “Em li ser heqîqeta şehîdan dijîn. Şehîd Berfîn Nûrhaq, wek kesayeteke mînak dijiya her tim. Xeyalên şehîdên me jiyaneke azad bû, di vê bingehê de jiyaneke çawa avakirin, pêwîste ku em wê bişopînin. Bi keda şehîdan tekoşîna azadiya jinan hatiye asteke girîng. Ji ber wî peywira me jî pir zêde ye. Tekoşîna van hevalan êdî em ê bimeşînin.”
Bername bi dirûşmeya “Şehîd Namirin bi dawî bû”.







