Xizmên windayan: Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin

  • 14:06 20 Îlon 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amed, Êlih û Colemêrgê, li aqûbeta Îbrahîm Gundem, Abdûllah Tarim û Saît Akin hat pirsîn. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan vê hefteyê li Amed, Êlih û Colemêgê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin, çalakiyên xwe yên heftana domandin.
 
Colemêrg 
 
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ji bo hefteya 193'yemîn a çalakiya xwe kom bûn. Pankartên bi nivîsên "Kujer diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan ji aliyê xizmên windayan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ve hatin hilgirtin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat xwendin û li ser kiryarên kuştina Sait Akin ê di 25'ê Îlona 1995'an de li Geverê di binçavan de hat kuştin hat pirsîn.
 
Ozan Akbaş diyar kir ku di sala 1996'an de di dema serdegirtina gundê Befrica yê navçeya Geverê de ji aliyê Serheng Mehmet Emin Yurdakul û leşkerên di bin fermandariya wî de gundî bi tundî hatine îşkencekirin û got: "Gundî karê patosê dikirin û bi avêtina hundirê patosê gef li kesên nediaxivîn hat xwarin. Piştre gelek gundî îşkence kirin. Tîman pêşî niştecihekî gund şandin serê girêkî û jê xwestin ku devereke diyarkirî bikole. Dema ku leşkeran dît ku di dema kolandinê de kesek ji stargehê hatiye derxistin, wan ferman da Sait Akin ku biçe stargehê û devereke din bikole."
 
Ozan Akbaş diyar kir ku Sait Akin ji bo îşkenceyê hatiye binçavkirin û got: "Piştre, Akin bi zorê şandin cihê bûyerê û tam dema ku dest bi kolandinê dikir, herêm bi bombeyê hat teqandin. Berî ku leşker nêzîkî cihê bûyerê bibin, wan ferman da gundiyan ku cenazeyê bêcan ê Sait Akin bînin. Serheng Mehmet Emin Yurdakul fermana qirkirina hemû gundiyan da. Yên ku karîn birevin, bûyerê ji wekîlê Colemêrgê re ragihandin. Wekîlê ku bi waliyê wê demê re hevdîtin kir, diyar kir ku li gund qetlîamek çêbûye. Waliyê ku bi helîkopterê gihîşt cihê bûyerê, piştrast kir ku gundiyên ku fermana kuştina wan hatiye dayîn sivîl bûne û rê li ber qetlîameke mezintir girt."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Amed 
 
Şaxa  ÎHD a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 867'emîn a çalakiyên "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan kom bûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên windayan hilgirtin. Pankarta ku wêneyên windayan li ser hat vekirin. Vê hefteyê, li aqûbeta Îbrahîm Gundem ku di 25'ê Îlona 1991'ê de li gundê Qenderhel ê navçeya Hezro ya Amed hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.
 
Çîroka Îbrahîm Gundem ê windabûyî ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin. Çîrok wiha ye: "Îbrahîm Gundem di sala 1952'yan de li gundê Qenderhelê yê navçeya Hezro ya Amedê ji dayik bûye. Zewicandî bûye û neh zarokên wî hene. Ew û malbata xwe li gundê Qenderhelê yê navçeya Hezro bi çandinî û xwedîkirina ajalan debara xwe dikirin. Di 25'ê Îlona 1991'ê de, li derdora saet 1:00'ê şevê, mala bavê wî Ahmet Gundem ê ku li gund dijiya, Serheng Kenan Şahîn û komeke leşkerên pê re avêtin ser mala wî. Di dema serdegirtinê de, kurê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Piştî ku jê re hat gotin ku ew ê sibê were berdan, Ahmet Gundem çû qereqolê û li kurê xwe Îbrahîm Gundem pirsî, lê jê re hat gotin, 'Ew nehatiye binçavkirin.'"
 
Piştre Ahmet Gundem hewlên xwe ji bo dîtina kurê xwe Îbrahîm berdewam kir. Ew çû Dozgeriya Komarê ya Hezroyê. Dozgeriyê ew dîsa şand qereqola polîsan. Piştre Ahmet Gundem daxwaznameyeke fermî ya din pêşkêşî qereqolê kir. Lê belê, tu ji daxwazên wî nehatin bersivandin. Vê carê, ew çû Walîtiyê da ku li çarenûsa kurê xwe bipirse. Walîtiyê telefonî qereqolê kir û qereqolê got, 'Me ew nebiriye.' Piştre ew çû Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Bajêr, li wir heqaret lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin û gotin, 'Hûn dewletê sûcdar dikin; dewlet tiştên wisa nake.' Ahmet Gundem hewlên xwe berdewam kir da ku bibêje kurê wî demeke dirêj di bin çavan de ye û winda ye. Lêbelê, di vê heyamê de, ew rastî gefên din hat. Di 15'ê Sibata 1993'yan de, Ahmet Gundem ku xaniyê wî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû şewitandin, neçar ma ku bi 15 endamên malbata xwe re koçî navenda Amedê bike. Dayika Îbrahîm Gundem, Meryem Gundem, bi salan li benda xeberekê ma. Mixabin, mîna Berfo, Fatma, Elmas, Asiye û Arîfe, Meryem bêyî ku bigihên zarokên xwe, koça dawî kir."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û malbatên windayan di hefteya 703'yemîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Parêzvanên mafên mirovan, ligel nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî çalakiya bûn. Di çalakiyê de "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Abdullah Tarim ku di Îlona 1994'an de dema ku ji mala xwe ya li taxa Kultur a navenda bajarê Êlihê ber bi nanpêjxaneyekê li taxa Pinarbaşiyê ve diçû, li Kolana Aydin Aslanê bi zorê li wesayîtekê spî hat siwarkirin û revandin. Rêveberê Şaxa İHDê Metin Nas çîroka wî xwend. Çîrok wiha ye: "Hevjîna wî ya ku bi salan e xeber jê negirtitiye tevî du zarokên xwe perîşan e û dixwaze kesên berpirsiyarê revandina hevjînê werin darizandin. Hîn bersiva malbatên ku bi salan e li edaletê diğerin nehatiye dayîn. Niha ew hewl didin dîrokê ji nû ve binivîsin û mirovan îqna bikin ku kiryarên wan ne xelet bûne. Lêbelê, bê guman yek ji gavên herî girîng ên vê pêvajoyê dê bi rûbirûbûneke samîmî bi rûpelên qirêj û tarî yên rabirdûyê re gengaz be."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.