Li Efrînê çi guherî çi neguherî?

  • 09:05 11 Îlon 2025
  • Rojane
 
Derya Ren
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Ji roja hikûmeta Şamê ya demkî hatiye heta aniha li Efrînê bûyerên talan, qetilkirin, destdirêjî û revandinê didomin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ve der bar mijarê de hatine dayîn, “Zext li Efriniyan tê kirin ku di komkujiyên li dijî Durzî û Elewiyan de cih bigirin.”
 
Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê 20'’ê çileyê di 2018’an de li hember Efrînê êrîş dan destpêkirin û di encama vê de welatiyên bajar koçî Şehba û Til Temir kirin. Welatiyên li bajar man bi êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê re rûbirû hatin. Darên wan yên zeytûnan hatin birîn. Di 8’ê Kanûnê de rejîma Bahsê hat û piştî vê hebûna komên paramîlîter yên dewleta Tirk bûn mijara gotinê. Piştre bi biryarên hatin girtin hat gotin ku wê ev kom di artêşa girêdayê hikûmeta Şamê ya demkî de cih bigirin û bên entegrekirin.  Kesên di van koman de cih girtin û tevli sûcên destdirêjî, revandin û talanê bibûn  di artêşa hikûmetê de bi kincên karmendên hikûmetê yên fermî cih girtin.
 
Ji 2018’an heta niha li Efrînê çi pêk hat?
 
Di encama êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter de 778 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û ji van 105 heb jin bûn. Li aliyê din jî bi sedehzaran darên zeytun û fêkî hatin birîn û şewitandin. Cih û warên dîrokî hatin texrîbkirin. Kewarên xurekan yên gel hatin texrîbkirin.
 
Bi hatina HTŞ’ê re çi gûherî?
 
Li gorî peyamana di navbera hikûmeta Şamê ya demkî û fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî de hatiye îmzekirin, divê pêşîya gel bê vekirin ku vegerin Efrîn, Grê Spî û Serêkaniyê. Lê tevî hemû bangên QSD’ê hikûmeta demkî li gorî peymanê tevnagere.  Di îdiakirin ku di bin vê helwesta hikûmetê de Tirkiye heye û hikûmet li dijî van îdiayan bêdengiya xwe diparêze. Ligel vê DYA hem bi QSD hem bi hikûmeta Colanî re hevdîtinan didomîne.
 
Ji destpêka 2025’an heta niha binpêkirinên mafan ên li Efrînê hatine jiyîn.
 
Çile. 3 kesî jiyana xwe ji dest da, 8 jê jin 29 revandin û girtin, li hember sê kesî êrîş û du hezar darisan û hezar darên zeytûn û fêkî hatin birîn.
 
Sibat: Yek jin 53 kes hatin revandin û girtin. Di encama teqîna mayînê de li herêma Şerewa sê zarok birîndar bûn û li heman herêmê îşkence li kesekî hat kirin. Dar hatin birîn û firotin.
 
Adar: Kesekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes hatin girtin. 6 kes bi hinceta tevli Newrozê bûne rastî êrîşê hatin. Ji 300’î zêdeir darên zeytunnan û ji 3 hezar û 100’î zêdetir darên din hatin birîn. Bi şev bi ser malande hat girtin dizî hatin kirin.
 
Nîsan: Kesek ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hat qetilkirin. 5 kes hatin revandin û girtin. 8 ciwan hatin xespkirin û derbkirin. Ji 200’î zêdetir darên zeytûnan hatin birîn.
 
Gulan: 2 jê zarok 4 kes hatin qetilkirin. 4 kes jî rastî êrîşan hatin. 55 darên zeytunan hatin birîn û 4 daristan hatin şewitandin.
 
Tîrmeh: Yek jê zarok 4 kes hatin qetilkirin. Li 12 kesî îşkence hat kirin. 11 kes hatin revandin gelek daristan hatin şewitandin.
 
Tebax: 3 kes hatin revandin, li 2 kesî îşkence hat kirin û gelek cih hatin şewitandin.
 
Ji destpêka meha îlonê de li navçeya Cindirêsê li gundê Bozikê êrîş pêk hatin û mal hatin talankirin. Dîsa li gundê Kefer Sefrê 3, li gundê Qenterê yê Mabeta ciwanek hat revandin. Komên Hemzat û Emşat hezar darên zeytunan yên aydê malbatekê desteser kirin.
 
Di komujiyê de Efrînê dane pêş
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ku der barê rewşa dawî ya li Efrînê agahî dan, “Ne tenê li Efrînê li Sûriyeyê hîna krîz tên jiyîn. Talan û revandin li Efrînê tên jiyîn. Piştî ketina Baasê, malên Efrniyên venegeriyane Efrînê hatin talankirin. Ji malbatên dixwazin vegerin Efrînê pereyên zêde tên xwestin. Ofîsên girêdayê hikûmeta Şamê hatine vekirin lê heta niha Efriniyan axa xwe negirtine. Birayê  Muhammed Huseyin el-Casim ( Ebu Amşe ) hîna serekê wê komê ye. Tirkiye naxwaze ev kom ji wir derkevin. Ji 150 hezarî zêdetir darên zeytûnan di destên komên cuda de ne. Kesên li dijî îşkenceyê dengê xwe bilind dikin tên îşkencekirin. Giliyên li ofîsên hikûmetê tên kirin bê bersiv tên hiştin. Zext li Efriniyan tê kirin ku di komkujiyên li hember Durzî û Elewiyand e cih bigirin.Hemû hewldanên li Efrînê tê wateya tunehesibandina peymana 10’ê Adarê.  600-700 kes ji aliyê Îstîxbarata Tirkiyeyê û Tugaya Sultan Murat (Tugaya Fetîh) birin Kilisê.”