
ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2025'AN
- 09:00 24 Tebax 2025
- Rojev
*Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel li ser hedefgirtina jinên Kurd li ser bingeha hem zayend û hem jî nasnameyê û bîra berxwedana wan a li dijî vê yekê axivî. Sabahat Tuncel got, "Li hemberî jinên kurd cotezilm heye, lê jinên kurd ne tenê bi çewisandina zayend û nasnameya xwe ya neteweyî di heman demê de, bi têkoşîna xwe ya ku rê li ber avakirina jiyaneke nû vedikin tên nasîn. Rastiya jinên rêxistinkirî eşkere kirin û li gorî wê jiyaneke nû ava dikin. Ev pêvajo neqediya ye. Têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û edaletê dê berdewam bike." DOSYA
*Dayika Şaban Kaygusuz, Duriye Kaygusuz, derbarê girtina Şaban Kaygusuz de got, "Ji aliyekî ve behsa aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî zarokên me dişînin hucreyên yekkesî. Ez tiştekî ji vê aştiyê fam nakim. Em naxwazin êdî tiştên wisa biqewimin." DÎMEN HEYE
*Her tişt di xwezayê de xwedî wateyek e û ev wate, ku ji hêla mirovan ve hatine dayîn, carinan bi tecrûbeyên jiyanî û carinan jî bi mûcîzeya xwezayê têne jiyîn. Her çend kêmbûna avê ya li Kalê Spî ji bo gundiyan êş çêkiribe jî rastiya ku ji kaniyê şîr diherikî li şûna avê, ji bo şervanên azadiyê yên ku li heman cihî hatin qirkirin jî çîrokek êş ye. DÎMEN HEYE
*Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêvî mezin dibe. Dayikên Aştiyê, bi peyama xwe ya "Divê êdî dayik negirîn" li benda tevgera dewletê bûn û danîna çekan wekî gaveke girîng a ber bi aştiyê ve dîtin. Medine Kiyak got, "Gotinên Rêber rast in; ev danîna çekan gava yekem a ber bi aştiyê ve ye." DÎMEN HEYE
*Polîtîkayên tundûtûjiyê yên hêzn dewletê ku li Kurdistanê ve têne meşandin, her roj dibin sedema têkçûna jiyana zarok, jin û ciwanan. Hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sibel Çapraz li ser sersariya ku ji hêla dezgehên bicîhanîna qanûnê yên li Kurdistanê ve tê kirin axivî û got, "Em sersariya dadweriyê di vî warî de bi wê yekê ve girêdidin ku bi taybetî hêzên dewletê bi cezayên pêwist nayên cezakirin. Ev yek jî dibe sedem ku ev hêz li gorî dilê xwe tevbigerin." DÎMEN HEYE