Li Westanê Navenda Jiyanê ya Jinan a Tamara hat vekirin
- 21:08 7 Tebax 2025
- Rojane
WAN - Şaredariya Westanê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye ji bo jinan Navenda Jiyanê ya Jinan a Tamara vekir. Bi sedan jin beşdarî merasîma vekirinê bûn û peyama “Jin wê jiyanê ji nû ve ava bikin û jin wê bajaran bi rê ve bibin” dan.
Şaredariya Westanê ya Wanê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê birêvebirin, Navenda Jiyanê ya Jinan a Tamara vekir. Bi sedan jin bi coşeke mezin beşdarî vekirinê bûn.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, hevşaredarên navçeyan, Hevseroka Meclîsa Bajar Sevgî Ozdînç, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Gulderen Varli, endamên Komeleya Jinan a Star, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn. Jinên bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî vekirinê bûn dîmenên rengîn derxistin holê.
Beriya vekirinê, jinan bi erbaneyan û bi berzkirina dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” heta navenda bajêr meşiyan. Piştî meşê, jinan bi gerandina govendê peyama hevgirtin û azadiyê dan.
'Ev qada têkoşîna jinan e’
Hevşaredara Westanê Kubra Akti di axaftina vekirinê de xêrhatina hemû beşdaran kir û wiha dirêjî dayê: “Ev ne tenê cihek e; ev têkoşîna jinan e. Bi vê navendê re, em jiyanê ji nû ve ava dikin. Ev cih li hemû jinan pîroz be. Jin, jiyan, azadî!”
Hevseroka Meclîsa Bajêr Sevgî Ozdînç wiha vegot: “Di demekê de ku jin rastî ewqas zilm û zordariyê tên, ev gavên ku ji bo jinan hatine avêtin pir bi qîmet in. Ez spasiya hemû kesên ku ked dane dikim.”
Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Kevê Işik axivî û ev tişt anî ziman: “Dîtina ewqas jinan li gel hev min pir kêfxweş kir. Ez hêvî dikim ku jiyana me bi aştî û aramiyê derbas bibe. Ev navend ji bo jinan gaveke girîng e.”
'Wê jin jiyanê ji nûve ava bikin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli diyar kir ku navendên jinan ne tenê qadên fizîkî ne, di heman demê de qadên azadiyê ne jî û got: “Me bi jinan re dest bi guhertina jiyanê kir. Ti jin ne tenê ye. Em bi hev re li dijî tundiya mêr-dewletê têdikoşin. Em careke din dibêjin: Jin wê li vir jiyanê ji nû ve ava bikin.”
‘Pêvajo ji bo jinan bi nirx e’
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt vekirina Navenda Jiyana Jinan a Tamara wekî gaveke pîroz pênase kir û wiha berdewam kir: “Piştî banga Birêz Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de, em ketin serdemeke dîrokî. Kirdeya vê pêvajoyê jin in. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî xizaniya jinan, koçberî û tundiya mêran berfireh bikin. Vekirina îro ji bo civakîbûna aştiyê jî girîng e."
‘Jin wê bajar bi rêve bibin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em bi kelecan in ku îro ji bo jinan gava yekem tê avêtin. Cara yekem e ku Westan ji hêla DEM Partiyê ve bi nêrîna jinan tê birêvebirin. Jin wê bajarên me bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan birêve bibin. Her navendek ku em vekin wê ji bo jinan bibe qadeke azadiyê. Ez hemû kesên ku keda wan di vê xebatê de derbas bûne pîroz dikim."
Piştî axaftinan, Navenda Jiyana Jinan a Tamara berzkirina dirûşman hat vekirin.