
Yekitiya Jinên Êzidî: Fermanê nas bikin
- 14:03 2 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxê daxuyanî da û xwest hêzên navneteweyî fermanê nas bikin û hesab ji berpirsên wê bipirsin.
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2024’an ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê kiribû, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Dibistana Şehîd Cûdî Amanos a li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi amadebûna endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis û komînan hat dayîn û ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Necah Memo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyekê de hate diyarkirin ku Fermana 3’yê Tebaxê ya li dijî civaka Êzidî encama komploya hêzên herêmî ya bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker e. Hate gotin: "Tenê ji ber ku Êzidî sembola reseniya gelê Kurd û Kurdistanê ne, ev ferman pêk hat."
Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku Êzidiyan li hemberî vê komployê xwe bi rêxistin kir, saziyên xwe yên demokratîk û YBŞ ava kir ku şerê terorê kir û herêm ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komkujiyên li Şengalê û binpêkirinên li Sûriyeyê, bi taybetî yên li peravê û Suweydayê, ji hev cuda nîn in û hate gotin bi destê "komên cîhadîst" xwîna gelan tê rijandin.
Yekitiyê di dewama daxuyaniyê de ji bo avakirina jiyaneke azad û birûmet banga domandina têkoşînê û xwedîderketina li ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Di serî de Konseya Ewlehiyê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên têkildarî parastina kêmneteweyên etnîk û olî jî bang li civata navneteweyî hat kirin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî bi cih bînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku NY berpirsê nenaskirina fermanê û hesabnepirsîna ji berpirsên wê ye. Hate gotin, ev bêdengî dewleta Tirk û çeteyên wê teşwîq dikin ku komkujiyên xwe li dijî gelên herêmê bidomînin.