Piştî banga dîrokî li her taxa Stenbolê xebat didomin

  • 09:15 2 Tebax 2025
  • Rojane
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin şûnde xebatên ji aliyê DEM Partiyê ve hatin destpêkirin didomin. Di vê çarçoveyê de li her navçe û taxên Stenbolê jî xebat hat destpêkirin.
 
Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir li cîhanê û hemû Tirkiyeyê deng da.  Piştî bangê şûnde geşedanên girîng hatin jiyîn û ji her alî kesan piştgirî dan pêvajoyê.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de jî bangek bi dîmen kir û piştî vê PKK’ê biryara îmhakirina çekan da û li bajarê Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk hat. Vê li cîhanê deng da. Piştî vê li meclîsê komîsyonek hat avakirin.
 
Piştî banga 27’ê Sibatê şûnde geşedan û xebatên li Stenbolê hatine kirin me berhev kirin.
 
‘Em ji bo aştiyê hatin gel hev’
 
Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya pêvajoyê gelek bername pêk anîn û  di 8’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Em hêviya aştiyê bi hev re mezin bikin’ li Taksîm Tunelê daxuyanî dan. Bi dehan jin tevli daxuyaniyê bûn û peyama ‘Em ji bo aştiyê hatine gel hev’ dan.
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya geşedanan de serdanên partiyên siyasî û sazî û rêxistinan kir. Jin di çarçoveya ‘hevdîtinên jinan yên di avakirina aştî û civaka demokratîk’ de li her bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê bi jinan re hatin gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan  Halîde Turkoglu û endamên kordînasyona meclîsa jinan hevdîtin pêk anîn. Bi dayikên aştiyê, femînîst û însiyatîfan re hevdîtin kirin.
 
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê heye hat avakirin
 
Li Stenbolê di 22-23’ê Sibatê de jinan komxebat pêk anîn. Piştî vê biryara avakirin Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye hat girtin.  Însiyatîfê 8’ê di Tîrmehê de li Enqereyê ber meclîsê ve meşek pêk anîn. Jinan gotin ‘meclîs biçe peywirê, jin biçin têkoşîna aştiyê’ û xwestin şer bi dawî be.
 
Hevdîtinên civaka demokratîk
 
Bi pêşengiya DEM Partiyê ‘Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk’ destpêkirin. Li Stenbolê li her taxê bi gel re hatin gel hev û rol û mîsyona dikeve ser civakê hat vegotin.
 
Komxebata ciwanan
 
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê bi dirûşma ‘bi ciwanên pêşeng civaka demorkatîk’ komxebat pêk hat.
Di 18’ê Tîrmehê de Odeya Tabîban û Baroya Stenbolê bi sernavê ‘di têkoşîna aştî û demokrasiyê de rola rêxistinên pîşeyî’ panel pêk hat.
 
Ciwanên Ewropayê serdan pêk anîn
 
Endamên Însiyatîfa On Freedom (em ji bo azadiyê israr dikin) ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, 24’ê Tîrmehê de ji Ewreopayê hatin Tirkiyeyê.  Ciwanên Ewropayêyên hatin Eneqere û Stenbolê gelek hevdîtin pêk anîn.
 
Mafê hêviyê
 
Yek ji mijara girîng a di vê pêvajoyê de hat rojevê mafê hêviyê  bû. Ji bo Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê fêdeyê bigire, mijarê her tim di rojevê de cih girt.  Der barê mijarê de xebat, çalakî û bang hatin kirin.
 
46 saziyên îmze avêtin
 
28’ê Nîsanê de bi pêşengiya TOHAV’ê bi tevlibûna 46 baroyan daxuyaniyek hat dayîn û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê der barê mafê hêviyê de gavên qanûnî û îdarî bên avêtin.
 
Serdana siyasetmedaran
 
Hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan serdana siyasemtedar hevserokên giştî yên berê yên girtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş kirin. Piştî serdanan siyasetmedarên girtî banga piştgiriya pêvajoyêkirin.
 
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê panela ‘rewşenbîr û hunermend aştiyê diaxivin’ pêk anîn.
 
Her wiha ji Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanya ‘dixwazim Abdullah Ocalan ziyaret bikim’  hatin STenbolê û li Taksîm a Stenbolê li otelekê civîna ‘maseya glover’ pêk anîn. Her wiha Însiyatîfa Ji Mirî re Rêzdarî û Edaletê jî panel pêk anî.