Qeyûm riya gundan çênake, pirsgirêka avê nayê çareserkirin

  • 09:04 23 Tîrmeh 2025
  • Jiyan
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
WAN - Jinên li gundê Kaçît a Şaxê dijîn, pirgirêkên gund vegotin û gotinriyên gund xerabe ne, jinek ketiye birîndar bûye. Jinan wiha gotin: “Gundê me girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye. Piştî qeyûm hatin proje betal kirin.”
 
Gundiyên Kaçît a Şax a Wanê der barê pirsgirêkên xwe de axivîn û gotin ji ber xerabûna riyan her roj qeza çêdibin. Jinan gotin di encama qezayan de gelek jin birîndar dibin û ji ber xerabûna riyan nikarin biçin zozanan. Jinan bi lêv kirin ku pirsgirêka din jî ya vê ye. Ji ber depoya ava gund tune ye, av nayên û ava wan pir qirêj e, ev jî dibe sedema nexweşiyan.
 
Bi hinceta aboriyê projeya avê betal bûye
 
Piştî qeyûm tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê bû, îhaleyên ji bo çareseriyê û kanalîzasyonê yên navçeyan betal kiribû. Bi hinceta aboriyê ev proje hatin betalkirin. Qeyûm projeyên der barê depoya avê ya Payîzava, Şax û Mîksê bêyî hincet betal kir.
 
Jinan pisgirêkên ku dijîn vegotin û diyar kirin ku divê pirsgirêk bê çareserkirin.
 
‘Qeyûm nehatibata tayînkirin wê rê û av bihata çêkirin
 
Hanim Tagman da zanîn ku li gund av nayê, ava tê jî nav de mar, bihor, beq derdikevin. Hanim Tagman got depoyek din heye lê ew av bi rêk û pêk nayê û wiha anî ziman: “Bila ev pirsgirêk bê çareserkirin. Pirsgirêka din jî riyên zozanan e. Ji ber rê xerabe ne jin dikevin û dest û lingê wan dişkên. Bila rê û depoyên avê bên çêkirin. Qeyûm hat tu pirsgirêk çareser nekir. Porojeyên şaredariyê betal kirin.”
 
‘Erdên me ziwa bûn’
 
Hanim Tagman da zanîn ku ji ber av ne paqij mirov nexweş dikevin û wiha dirêjî dayê: “Çêkirina rê û depoya avê girêdayê şaredariya mezin bû. Ji ber vê şaredariya Şaxê tiştekî nake. Qeyûm jî ji bo çareseriya pirsgirêkê bû asteng. Ji ber nebûna avê erdên me ziwa dibin.”
 
‘Qeyûm projeya rê betal kir’
 
Eylem Gorgulu destnîşan kir ku riyên gundên din hatine çêkirin lê yê wan nehatiye çêkirin û wiha dirêjî dayê: “Her tiştê me bi pirsgirêk e. Em dixwazin riyên me bên çêkirin. Niha biçin gundên din riya wan çêkiriye. Lê yên me nehatine çêkirin. Em vê qebûl nakin. Beriya qeyûman rê dihatin çêkirin. Piştî qeyûman sekinîn. Dibêjin em çêdikin lê li gorî xwe tevdigerin.”
 
‘Kes bi pirsgirêkan re eleqeder nabe’
 
Şerîfe Bayik jî ev tişt vegot: “Kes bi pirsgirêka av û rê re eleqeder nabe. Rê ne baş in. Av ne baş e. Ji avê her tim sewal derdikevin. Zarok nexweş dikevin. Em ji şaredariyê re dibêjin lê kes nayê. Keya jî diçe dibêje lê kes daxwazên me li ber çavan nagirin.”
 
Di riya xerabe de zendên wê şikest
 
Hulya Bayik jî anî ziman ku ji ber xerabûna rê ketiye û zendên wê şikestîne û wiha vegot: “Rê xerabe ne. Nayên çêkirin. Gelek kes ji ber rê qezayê derbas dikin. Divê riyên me bên çêkirin.”
 
Jina bi navê Gulisan Bayik jî da zanîn ku zarokên wan ji ber ava qirêj nexweş dikevin û tu kes bi pirsgirêka wan re eleqeder nabe.
 
Jina ku nexwest navê xwe bide jî destnîşan kir ku ew rojên xwe bê av derbas dikin û her roj serî li VASKÎ û Şaredariya Bajarê Mezin didin lê encamekê nagirin.